Nûçeyên Iraqê

Tundrewin 33 ji hêzên rejîmê li bakur-rojavayê Sûrîyayê dikujin

Herî kêm 33 çekdarên ser bi rejîmê ve roja Yekşemê (3yê Adarê) hatin kuştin di êrîşine komên tundrew de li nêzî parêzgeha Idliba Sûrîyayê, AFP ragihand.

Bîst û heft çekdar di du êrîşan de ji hêla Ensar el-Tewhîd hatin kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand, û serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got ku pênc tundrew jî hatine kuştin.

Ensar el-Tewhîd girêdayî Huras el-Dîn e, ew komeke mezin e ku ew jî li bakur-rojavayê Sûrîyayê çalak e, û herdu jî girêdayî Qaîdayê ne.

Idlib û beşine din ên parêzgehên Hema û Helebê yên li rex ji hêla Tehrîr el-Şam a dijber tê kontrolkirin, bi serperiştîya çekdarên ku berê girêdayî Enîya Nusrayê ya girêdayî Qaîdayê bûn.

Rewangehê dîyar kir ku êrîşên Ensar el-Tewhîd li dijî çeperine rejîmê li Mesansayê, ku ew gundekî parêzgeha Hemayê ye, hatin.

Rewangehê anî ziman ku li parêzgeha Lazîqîyê, herî kêm şeş çekdarên ser bi rejîmê ve ji hêla Tehrîr el- Şam ve hatin kuştin di êvara Yekşemê de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500