Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Konferansa welatên daner ên Sûrîyayê soza 6.9 milyar euro dide

AFP

Malbateke Sûrî ku biryar daye ku vegere mal ji ber tirsa belavbûna vayrûsa Koronayê li kampên bêwaran kavilan ji hewşa xanîyê xwe li Neyreb derdixin, gundê ku rastî bordumanên rejîma Sûrîyayê hatibû, li nêzî rêya M4 a stratîjî li parêzgeha Idlibê roja 3yê Gulanê. [Bekr Alqasim/AFP]

Malbateke Sûrî ku biryar daye ku vegere mal ji ber tirsa belavbûna vayrûsa Koronayê li kampên bêwaran kavilan ji hewşa xanîyê xwe li Neyreb derdixin, gundê ku rastî bordumanên rejîma Sûrîyayê hatibû, li nêzî rêya M4 a stratîjî li parêzgeha Idlibê roja 3yê Gulanê. [Bekr Alqasim/AFP]

Danerên navdewletî soz dan ku 6.9 milyar euro (7.7 milyar dolar) dabîn bikin bo rûbirûbûna zehmetîyên mirovî yên qeyrana Sûrî, Yekîtîya Ewropayî Sêşemê (30ê Hezîranê) ragihand.

Pêbendbûn di konferansa çarem a Brûselê de ya bi mêvandarîya Ewropayê û NY hat, bo alîkarîkirina kesên pir ziyandar in ji şer li nava Sûrîyayê û li derveyî wê.

Komîsyonerê Yekîtîya Ewropayê bo birêvebirina qeyranan Janez Lenarcic da zanîn ku zêdekirina piştgirîyê di demeke pir zehmet de tê.

Ligel "rewşa pir xerab" a petaya vayrûsa Koronayê (COVID-19), "divê em bextewer bin bi pabendbûna bi vê piştgirîyê", wî got.

Cenga li Sûrîyayê bêhtir ji 380,000 kes kuştin û dora nîvê nifûsa Sûrîyayê ya berî cengê ji 2011an ve koçber bûye.

"Nifşekê temam ê zarokên Sûrî bi tenê şer dîtiye û ew jî bi dawî nebûye," serokê siyaseta derve ya Yekîtîya Ewropayî Josep Borrell got, û da zanîn ku pêşeroja gelê Sûrî "hîn di dîlgehê de ye".

Di daxuyanîyekê de roja Duşemê, rêxistinên hawarçûnê yên serekî bang bo zêdekirina derfeta gihandina alîkarîyan û zêdekirina fînanskirinê bo milyonên Sûrîyên ku li jêr metirsîya birçîbûnê ne kirin.

Rêxistinên navdewletî yên NGO di daxuyanîyeke hevbeş de gotin ku piştî bêhtir ji neh salan ji cengê êdî şer û pevçûn kêm bûne lê hîn rewşa mirovî ya awarte hîn heye.

"Dora 9.3 milyon Sûrî bê şîv radizin û tirs heye ku dora bêhtir ji du milyonan dê rastî heman qederê werin," wan got.

Daxuyanîyê -- ku wajûya Encumena Penaberan a Nerwêjî, Oxfam, CARE, Mercy Corps û rêxistinine din li jêr e -- got ku hejmara Sûrîyên ku nikarin xwarinê peyda bikin ji sala par heta aniha bi rêjeya 42% bilind bûye.

"Cenga ev dora dehsalekê ye ku heye Sûrî xistine rewşeke pir dijwar ji bêhêvîbûn û hejarîyê de û rewş sal bi sal kambaxtir dibe," wan rêxistinên mirovî got.

Piştî sozan, Marta Lorenzo, Birêveberê Rojhilata Navîn ê Oxfam, got ku ev pere "bi awayekî berçav ne bes in".

Rejîm alîkarîya biyanî red dike

Şamê Çarşemê konferansa çarem a Brûselê şermezar kir, û daxuyanîyeke wezareta derve got "ew konferas destêwerdaneke eşkere ye di karûbarên hundirîn ên Sûrîyayê de".

Ne rejîma Sûrîyayê û ne jî nûnerên opozîsyonê bo konferansê nehatibûn vexwendin.

Ev pabendîyên herî dawî di demekê hatin ku pakêteke nû ya sizayên Amerîkî li dijî rejîma Sûrîyayê di Hezîranê de hat sepandin, ku ew her kesê bi hikûmeta Beşar Esed re têkilîyan bike armanc dike û dê rastî sizayên darayî û qedexeya geştkirinê were.

Yasaya Qeyser a Parastina Sivîlên Sûrî ya 2019 rê bo dadgehkirina serokê Sûrîyayê û alîkar û piştevanên wî ji ber tawanên wan li dijî gelê Sûrîyayê pêk anîye vedike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500