Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Yekîtîya Ewropayê êrîşên li ser bakur û rojavayê Sûrîyayê şermezar dike

AFP

Dûman bilind dibe di êrîşên asmanî yên li ser gundê Kefer Rumahê de li gundewarê başûrî yê parêzgeha Idlibê di 26ê Mijdarê de. [Omer Hac Xedûr/AFP]

Dûman bilind dibe di êrîşên asmanî yên li ser gundê Kefer Rumahê de li gundewarê başûrî yê parêzgeha Idlibê di 26ê Mijdarê de. [Omer Hac Xedûr/AFP]

Yekîtîya Ewropayî roja Pêncşemê (23yê Kanûna Duyem) nûbûna şer li derdora asêgeha opozîsyonê li bakur û rojavayê Sûrîyayê şermezar kir, û daxwaza bidawîanîna êrîşên asmanî yên "nayên qebûlkirin" ên sivilan dikujin kir.

Êrîşên asmanî yên Rûsî li Idlibê Pêncşemê heşt sivîl kuştin, di nav wan de pênc zarok, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Rewangehê got ku pênc sivîl ji heman malbatê li Seraqibê hatin kuştin û sê kesine din li bajarokê Ernebayê hatin kuştin.

"Herêm rastî bordumaneke pir dijwar ji alîyê balefirên şer ên Rûsî ve tê," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got.

Rewangehê got ku bordumana Rûsî rojavayê parêzgeha Helebê roja Înê armanc kir, bêyî ku tu qurbanî hebin.

Rûsya piştgirîya rejîma serokê Sûrî Beşar Esed dike dema ew hewl dide ku li Idlibê, asêgeha opozîsyonê ya sereke ya dawî li welat, pêşveçûnê bike.

Êrîşên asmanî roja Sêşemê herî kêm 23 sivîl kuştin.

"Nûbûna operasyonê li Idlibê, di nav de êrîşên asmanî yên dubare û topbaranên ku sivîlan armanc dikin nayên qebûlkirin û divê werin rawestandin," peyvdarekî Yekîtîya Ewropayê got.

"Yekîtîya Ewropayê dê bihêle sizayên li dijî rejîma Esed pêkan bin herwekî ku ev êrîşên hovane berdewam in," peyvdar di daxuyanîyekê de got.

Hewcedarî bi çareserîyeke siyasî heye

Piranîya Idlibê û beşin ji parêzgeha Helebê hîn li jêr kontrola komên dijî rejîmê ne, di nav wan de hevbendîya tundrew a Tehrîr el-Şam.

Idlib herî kêm mêvandarîya sê milyon kes dike, gelek ji wan ji beşine din ên welat reviyane û aniha hewcedarîya wan bi alîkarîya mirovî ya lezgîn heye.

Yekîtîya Ewropayê daxwaza "gihiştineke bi lez, bi awayekî ewleh û bê astengî" bo rêxistinên mirovî kir û teqez kir ku hewcedarî bi çareserîyeke siyasî ji milmilanîyê re heye.

Zêdebûna di şer de heye tevî ku agirbestek di destpêka vê mehê de ji alîyê Moskoyê ve hat îlankirin, agirbesta ku li ser zemînê bi rastî nehat pêkanîn, û hişyarkirin hene ku dibe êrîşeke bejî di demeke nêz de dest pê bibe.

Li gorî Ofîsa NY bo Hevahengkirina Karûbarê Mirovî (OCHA), dora 350,000 kes ji malê xwe reviyane ji 1ê Kanûna Yekem ve, piranîya wan ji başûrê Idlibê, ya ku bêhtir rastî êrîşên asmanî hat.

Di nav 15 û 19ê Kanûna Duyem de, bêhtir ji 38,000 kesan ji rojavayê parêzgeha Helebê reviyan, OCHA Înê ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500