Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Niştecihên Mûsilê salvegera 6an a dagirkarîya DAIŞê bi bîr tînin

Xalid Taî

Serokwezîrê Îraqî Mistefa Kazimî 10ê Hezîranê serdana Mizgefta Nûrî ya Mezin li Mûsilê dike bi boneya salvegera şeşmîna a dagirkirina DAIŞ ji bajêr re. [Wêne ji ofîsa medyayî ya serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîrê Îraqî Mistefa Kazimî 10ê Hezîranê serdana Mizgefta Nûrî ya Mezin li Mûsilê dike bi boneya salvegera şeşmîna a dagirkirina DAIŞ ji bajêr re. [Wêne ji ofîsa medyayî ya serokwezîr hatiye wergirtin]

Niştecihên Mûsilê Çarşemê (10ê Hezîranê) şahîyek bi boneya salvegera şeşmîna a dagirkirina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi xemgînî û rijda ku ew ê bajarê xwe ji nû ve ava bikin li dar xist.

Bajar bûbû paytexta rastîn a rêxistina tundrew ji 2014an û heya derxistina DAIŞê ji alîyê hêzên Îraqî û hevpeymana navdewletî di Tîrmeha 2017an de.

Serokwezîr Mistefa Kazimî Çarşemê serdana Mûsilê kir da beşdarî vê şahîyê bibe û bi gihaştina wî re civînekê bi fermandarên serbazî û ewlehî yên bajêr re li dar bixe.

Kazimî di daxuyanîyekê de ragihand ku "hemû Îraqî roleke xwe di rizgarkirina Mûsilê de gerand... û em bi saya qehremantîya hêzên xwe bi ser ketin".

Pira Hurîyê li Mûsilê 10ê Hezîranê careke din hat vekirin. [Wêne ji Sindoqa Nûavakirina Deverên Rizgarkirî hatiye wergirtin]

Pira Hurîyê li Mûsilê 10ê Hezîranê careke din hat vekirin. [Wêne ji Sindoqa Nûavakirina Deverên Rizgarkirî hatiye wergirtin]

Wî got ku "gendelî û nebaşîya birêvebirinê sedema sereke ya bobelatên berê bûn," û teqezî li ser girîngîya parastina welatîyan û nedubarekirina senaryoya 2014an kir.

Di serdana wê ya bo Mûsilê de, Kazimî Pira Hurîyê piştî nûavakirina wê vekir.

Wî herwiha serdana muzexaneya Çandî ya bajêr û Mizgefta Nûrî ya Mezin jî kir.

"Hov bûn"

"Rojek xemgîn bû," ajokarekî teksîyê Munzir Selman (44) ji taxa Zihûr li rojhilatê Mûsilê got, weke balkişandin li ser roja dagirkirina bajêr ji alîyê DAIŞê ve.

"Em du salan li jêr kontrola terorîstan bêyî ti rehmê di dilê wan de jîyan," wî ji Diyaruna re got. "Wan xelkê bêguneh kuştin û koçber kirin û bajêr ji hev xistin; hov bûn".

Selman ê dahatê wî ji ber rêkarên li dijî Koronayê bandor bûbû, dîyar kir ku "rewşa aborî pir zehmet e van rojan, lê mirov nikare wê bi dojeha ku em tê re derbas bûn di heyama DAIŞê de".

Wî hêvî kir ku qeyrana tenduristî di demeke nêz de bi dawî bibe û jîyan vegere mîna berê.

Alya Hîşam, 32-salî, ku ji bo belavkirina xwarinê li malên feqîr ên bandora Koronayê li wan hatiye xwe bexş kiriye, ji Diyaruna re ragihand ku ew û malbata xwe di nava malbatên ku ji ber DAIŞê neçarî revê bûne de bûn.

Wê got ku "ev roj bîranînin biêş bi xwe re tîne, taybet ên kesên me ji wan hez dikirin û ji dest me çûn û wêranîya ku gihaşt bajarê kevin".

"Demeke tarî bû"

Hîşam got ku "tevî tiştê çêbû û berhengarîyên ku rastî me tên, hêvî heye ku em dê zora hemû pirsgirêkan bibin û nûavakirina bajarê xwe temam bikin da vegere mîna berê".

Wê daxuyand ku tiştê herî girîng ew e ku "em ji terorîstan xelas bûn û bajarê me ewle ye".

Baştirbûna aramîyê

Mûsil hema tu dikarî bibêjî ku xwedî aramî û ewlehî ye piştî rizgarkirina wê ji DAIŞê.

Binpêkirinên ewlehî yên sînordarkirî û ne-sereke tenê di hersê salên borî de hatin tomarkirin, qayîmeqamê Mûsilê Zuhêr Eracî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku hemû şaxên hêzên ewlekarîyê îroj xebatên xwe hevaheng dikin da Mûsilê ewle bihêlin ew jî bi rêya derxistina şanên DAIŞê û êrîşbirina ser veşartgehên wan li derdora Mûsil, Girava Nînewa û li çîyayên dijwar ên parêzgehê.

Eracî da zanîn ku hêzên Îraqî dîwarekî bo parastina bajêr ji gefên paşmahîyên DAIŞê ava dikin.

Eracî dîyar kir ku di heman demê de, hikumeta herêmî xebatên nûavakirinê li Mûsil û bajarên din ên parêzgeha Nînewayê berdewam dike.

Wî got ku "me encamine baş di vî warî de qezenc kir", herwiha da zanîn ku ew dixwazin bajaran vegerînin mîna berê û hemû koçberan vegerînin deverên wan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500