Nûçeyên Iraqê
Civak

Mizgefta Nûrî ya navdar li Mûsilê dê dîsan were avakirin

Xalid Ta'î

Berpirsyarine Îraqî ziyana gihiştîye Mizgefta Nûrî li Mûsilê dinirxînin piştî ew hat teqandin bi destê "Dewleta Îslamî" di Tîrmeha 2017an de. [Wêne ji Desteya Weqfa Sunî li Nînewayê hatiye wergirtin]

Berpirsyarine Îraqî ziyana gihiştîye Mizgefta Nûrî li Mûsilê dinirxînin piştî ew hat teqandin bi destê "Dewleta Îslamî" di Tîrmeha 2017an de. [Wêne ji Desteya Weqfa Sunî li Nînewayê hatiye wergirtin]

Desteya Weqfa Sunî ya Îraqî Pêncşemê (3yê Gulanê) rêkeftinek bi Rêxistina Perwerdahî, Zanistî û Çandî ya NY (UNESCO) re wajû kir bo dîsan avakirina Mizgefta Nûrî ya Mezin û minareya wê ya navdar Hedba li Mûsilê.

Rêkeftin muzekerenameyeke hevtêgihiştinê temam dike ku Wezareta çandê ya Îraqê bi hembera xwe ya Îmaratî û UNESCO re wajû kiriye roja 23ê Nîsanê ku li gorî wê dê Îmarat nûkirina mizgeftê li ser pênc salan temwîl bike.

"Dewleta Îsalmî" (DAIŞ) Mizgefta Nûrî ya Mezin ya Mûsilê û minareya wê ya xûz ya navdar a divegere sedsala 12ê roja 21ê Hezîranê teqand berî vekişîna ji wê piştî hêzên Îraqî nêzî bûn.

Rêberê rêxistinê, Ebû Bekir Bexdadî yekemîn derketina xwe ya eşkere li ser minbera mizgeftê pêk anî di 4ê Tîrmeha 2014an de, û damezrandina "xîlafetê" ragihand û xwe wekî "Xelîfeyê Misilmanan" destnîşan kir.

Minareya Hedbayê ya Mizgefta Nûrî li Mûsilê hat wêrankirin bi destê "Dewleta Îslamî" di Tîrmeha 2017an de. [Wêne ji Desteya Weqfa Sunî li Nînewayê hatiye wergirtin]

Minareya Hedbayê ya Mizgefta Nûrî li Mûsilê hat wêrankirin bi destê "Dewleta Îslamî" di Tîrmeha 2017an de. [Wêne ji Desteya Weqfa Sunî li Nînewayê hatiye wergirtin]

Minareya xûz a mizgeftê, ya bi navê Sultan Nûredîn Zenkî dihat naskirin û sala 1172yê zayînê qediya, demeke dirêj bû ku bibû sîmboleke nasnameya çandî ya Mûsilê.

Dê mizgeft bi temamî bê rûxandin

Weqfa Sûnî dê bi UNESCO re hevahengîyê bike bo dîsan avakirina du monumentên kevnar, serokê weqfê li parêzgeha Nînewayê, Ebû Bekir Kenan, got.

Tîmeke teknîkî ya NY berî şeş rojan "serdana cihê teqînê kir bo wergirtina samplinan ji kevir û metryalên mizgeftê û minareyê yên ku ew jê hatibûn avakirin bo pêkanîna testên teknîkî yên pêwîst bo çakirinê", wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku têlek dora cih hatiye sazkirin bo nehiştina talankirinê û wendakirina çi şûnwarên mayî.

Îmarat "dê projekta nûavakirinê temwîl bike, ya ku tê payîn ku vê mehê dest pê bike," Kenan got, wî da zanîn jî ku dê projekt li ser pênc salan li jêr serpereştîya xebîrên Îtalî bê encamdan.

Îmarat $50.4 milyon terxan kiriye bo temwîlkirina projeya nûkirina Mizgefta Nûrî û minareya Hedbayê, peyvdarê Wezareta Çandê ya Îraqî, Omran Obêdî ji Diyaruna re got.

Wezîrê Çandê yê Îmaratî, Nûr Kaebî pere diyarkirin di serdaneke xwe de bo Bexdayê vê dawîyê.

Muzekerenameya hevtêgihiştinê bi Îmaratê re "gaveke mezin e ber bi nûavakirina hemû monumentên dîrokî û şûnwarî yên ku terorîstan ew wêran kirine", Obêdî got.

Ew herwiha nişan dide ku "xemxwarîyeke navdewletî heye bo parastina keleporê kultûrî yê Îraqê", wî got.

"Em bi welatên din re hevahengîyê dikin bo komkirina agahîyan li dor deverên dîrokî yên ku hatine wêrankirin [li ser destê rêxistinê terorî li Îraqê], da ku ziyana ku gihiştiye wan binirxînin, û bo karmendên Îraqê rahênan bikin di warê çakirina wan de," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500