Di gavekê de ji bo xurtkirina ewlehiyê li Mûsilê, rêveberiya bajar roja Çarşemê (13ê Îlonê) ragihand ku ew dê sîstema muxtariyê vegerîne.
Rêveberiyê dest bi bijartina girûpeke nû ji muxtaran kiriye, ku dê her yek ji wan rêveberiya gundekî yan taxekê bike.
Ew dê berpirs bin ji çavdêriya kesên ku nû tên an jî kesên gumanbar û raportkirina wan ji ajansên ewlekariyê re, û dê herwiha berpirs bin li ser garantîkirina kesayetiya baş a xelkê xwecihî yên din.
Encumena xwecihî ya Mûsilê biryar daye ku muxtarên ku berdewam bûn li ser kar di dema ku bajar di destê DAIŞ de bû ji kar dûrbixe, qayimeqamê Mûsilê Zuhêr Eracî ji Diyaruna re got.
Biryara dûrxistina wan ji kar hat standin ji ber ku hinekan "hevahengî bi DAIŞ re kiribû û agahî dan endamên wê ku li gorî wan welatiyên ku bi ajasên ewlekariyê re bûn an jî karmend [ên hikûmetê] bûn girtin an jî kuştin", wî got.
Rêveberiya Mûsilê navên van kesan dane karbidestên ewlekariyê, "û hinek ji wan hatin girtin", Eracî got.
Hinek muxtarên berê daxwaz kirin ku ji erkên xwe werin vehisandin ji ber temenên wan ên mezin, wî got, herwiha "hinekên din windabûyî tên hesibandin".
Tu agahî li ba rêveberiyê tune ne derbarê cihê van muxtaran, ku dibe çûbin kampên awarebûnê yan jî ji tevahiya parêzgehê derketine.
Pîvanên nû yên tund ji bo hilbijartinê
"Me niha bikaranîna sîstema muxtariyê vegerand, û me biryar da ku xelkine nû hilbijêrin li gorî pîvanên tund," Eracî got.
Berî her tiştî di nav taybetmendiyên ku divê di muxtaran de peyda bin rewşeke ewlekarî ya paqij, destpakî û karîna bicihkirina kar bi jêhatîbûn, wî anî ziman.
Her muxtarek dê berpirsyar be ji taxekê li Mûsilê, wî got, ku tê texmînkirin ku 186 muxtar werin destnîşankirin ji bo xizmetkirina herdu aliyên bajar.
"Koma yekem ji 50 daxwaznameyan hatine qebûlkirin, ku berendaman qonaxa pişkinîna ewlekarî derbas kiriye û li benda hikûmeta xwecihî ya Nînewa ne daku damezirandina wan qebûl bike," wî got.
Herwiha, wî got, "navên 16 berendaman hatin şandin bo ajansên ewlekariyê ji bo piştrastbûnê", ku piştî vê yekê dê daxwazên wan piştrastkirineke destpêkî werbigrin.
Damezirandin dê berdewam be heta post werin tejîkirin, wî got.
Muxtar pêwîst in "bêtir ji her demeke berê"
Eracî girîngiya hebûna muxtaran piştrast kir.
"Em îro bi hewceyî wan in bêtirî her demekê daku alîkariya tîmên ewlekariyê bikin di şerê li dijî metirsiya şanên veşartî yên terorîstan li taxên niştecihbûnê û girtina biyaniyên gumanbar," wî got.
"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) naskirî ye ku şanên veşartî bikar tîne -- ku girûpine veşartî ne ku xwe di nav xelkê de vedişêrin heta fermana bicihanînê ji wan re tê -- ji bo pêkanîna êrîşên xwekujî.
Şehadetên muxtaran, bi şîretdana derbarê welatiyan û piştrastkirina cihên niştecihbûna wan, "belgeyeke fermî ya qebûlkirî" pêk tîne, wî got.
Dibe ku ev şehadet gelekî girîng bin "ji bo derxistina belgeyên fermî yên girêdayî jidayikbûnan, mirinan, girêbestên hevjînkirinê, berdanê û daxwazên ji bo zanîngehan û ji bo karên fermî", wî zelal kir.