Nûçeyên Iraqê
Aborî

Navçeya Hertaya Nînewayê pêleke nûavakirinê ya piştî DAIŞê dest pê dike

Xalid Taî

Pira Hetra, ku navçeyê bi parêzgeha Enbarê ve girêdide, piştî şerê têkbirina DAIŞê hatin nûavakirin. [Wêne ji Qayîmeqamê navçeya Hetrayê hatiye wergirtin]

Pira Hetra, ku navçeyê bi parêzgeha Enbarê ve girêdide, piştî şerê têkbirina DAIŞê hatin nûavakirin. [Wêne ji Qayîmeqamê navçeya Hetrayê hatiye wergirtin]

Navçeya Hetra ya li başûrê Nînewayê heya jê tê dixwaze xizmetguzarîyan çaksaz bike û deverên di heyama şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de hatine wêrankirin ji nû ve ava bike, berpiresekî herêmî Sêşemê (9ê Hezîranê) ragihand.

Birêveberîya herêmî ya Hetrayê gelek projeyên binesazî û avahîyan bi awayekî serkeftî ji nû ve ava kirin û xwe ji destpêkirina hinek projeyên din re amade dike weke beşekî Plana Geşedana Herêmê, qayîmeqamê Hetrayê Besman Ehmed Sultan ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman ku projeya ava Hetrayê bi saya xebatên birêveberîya avê ya Nînewayê û hikûmeta herêmî ya parêzgehê hat temamkirin.

Sultan got ku kehrebe jî piştî çaksazkirina xetên veguhestinê vegerîya.

Leşkerin Îraqî 4ê Sibatê xanîyekî wêrankirî di dema operasyoneke ewlehî de pişkinîn dikin da paşmahîyên DAIŞê li Girava Hetrayê li başûrê parêzgeha Nînewayê bişopînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerin Îraqî 4ê Sibatê xanîyekî wêrankirî di dema operasyoneke ewlehî de pişkinîn dikin da paşmahîyên DAIŞê li Girava Hetrayê li başûrê parêzgeha Nînewayê bişopînin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî dîyar kir ku "xebatên nûavakirina avahîyên birêveberîya herêmî, encumena herêmî, şaredarî û navenda tenduristîyê ya giştî li navçeyê hatin bidawîkirin".

Sultan herwiha da zanîn ku dibistanên hatibûn wêrankirin careke din hatin vekirin, di nav de dibistana Hetra ya seretayî û navîn.

Herwiha gelek rê hatin ziftkirin, çerxerê hatin çaksazkirin û xebatên nûavkirinê li ser Pira Hetra ya jîyandar hatin qedandin ku navçeyê bi parêzgeha Enbarê ve girêdide, ev jî dê bazirganî û abora herêmî geş bike.

Wî da zanîn ku "îsal em xwe ji destpêkirina hinek projeyên din ên di çarçoveya Plana Geşedana Herêman de amade dikin, di nav de nûavakirina avahîyên xizmetguzarîyê yên hikûmetê weke birêveberîya avê, kehrebeyê, hevpeywedî û beşê çandinîyê yê Hetrayê".

Sultan got ku projeyên nûavakirinê yên navçeyê tevî berhengarîyê ku nexweşîya Koronayê sepandine jî, berdewam in.

Wî anî ziman ku tevî ti rewşên pêketinê li herêmê nehatine tomarkirin jî, xizmetguzarîyên tenduristîyê yên herêmî "piştgirîyeke mezintir dixwazin da xwe ji çi rewşeke awarte re amade bikin".

Başbûna ewlehîyê

Sultan dîyar kir ku operasyonên serbazî yên bo paqijkirina Girava Hetra ji paşmahîyên DAIŞê "bêyî rawestan berdewam in".

Wî daxuyand ku rewşa ewlehî li navend û derdora navçeyê bi saya van operasyonan aram e, ku rê li ber çalakîya milîsan li biyabanê girtin a ji Enbar heya bi sînorê bi Sûrîyayê re diçe.

Duşemê, artêşa Îraqî operasyoneke ewlehî bi navê "Qehremanên Îraqê" li dijî DAIŞê pêk anî, da rûberekî bi qasî 200 kîlometre çargoşe ya Girava Hetra û biyabana Nînewayê bimalêşe.

Di nava deverên ku operasyonê ew kiribûn armanc de, balafirgeha Cinêv a serbazî, girên Miînî, Eyn Terfawî û Ebul Adil hebûn.

Sultan got ku hemû operasyonên serbazî yên li dijî DAIŞê armancên xwe bi cih anîn, ku paşmahîyên rêxistinê nema dikarin bi serbestî tev bigerin û karînên wan bi paş de vegerîyan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500