Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Malên vehesînê yên DAIŞê û teqemenî li biyabana Hetrayê tên wêrankirin

Xalid Taî

Doman ji veşartgeheke DAIŞê bilind dibe, veşartgeha ku hêzên Îraqî di 21ê Mijdarê de wêran kir li biyabana Hetrayê ya Nînewayê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Doman ji veşartgeheke DAIŞê bilind dibe, veşartgeha ku hêzên Îraqî di 21ê Mijdarê de wêran kir li biyabana Hetrayê ya Nînewayê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarîya Operesyonên Nînewayê roja Pêncşemê (21ê Mijdarê) operesyoneke lêgerînê li biyabana hetrayê û navçeya Beacê kir da ku bermayîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji deverê der bike.

Operesyon armanc dike ku "jêderên terorîzmê biçikîne, kesên tên xwestin bigire da ku werin darizandin û aramîyê" li deverên biyabanî li başûr û rojavayê Mûsilê qayim bikin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî di daxuyanîyekê de got.

Opersyonê kifşkirin û wêrankirina heft malên vehesînê yên DAIŞê encam da.

Hêzên ewlekarîyê kemerekî teqîner û sê teqemenîyên bidestçêkirî û alavên teqandinê yên ku li malên vehesînê hatin dîtin wêran kirin, li gel kemyoneke bimbekirî, wezaretê got.

Leşkerên Îraqî operesyonek ji biyabana Hetra û Beacê li parêzgeha Nînewayê kir li dijî bermayîyên DAIŞê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî operesyonek ji biyabana Hetra û Beacê li parêzgeha Nînewayê kir li dijî bermayîyên DAIŞê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Operesyon weke beşekî ji operesyonên maliştinî yên rêzî tê, şaredarê navçeya Hetrayê Basman Ehmedî roja Înê ji Diyarunare ragihand.

"Bi taybet ew giranîyê dide deverên biyabanî ji bajarokê Hetrayê ber bi navçeya Beacê û sînorê Îraq û Sûrîyayê ve," wî got.

Berî du rojan, wî got, Fermandarîya Operesyonên Nînewayê û hêzên êlî ên li gel wê mîsyoneke lêgerînê li biyabanê û devera Tel Ebtayê bi cih anî.

"Lê tenê wan du motor dîtin ên ku ji alîyê bermayîyên DAIŞê ve dihatin bikaranîn da ku li biyabanê tevgerê bikin, li gel çar tifingên otomatîk," wî got.

Ti cih ji DAIŞê re nîne ku minawere bike

"Hêzên ewlekarîyê ti cihî ji terorîstan re nahêlin da ku minawere bikin û li biyabanê bigihine hev", Ehmedî eşkere kir.

"Ew berdewam kar dikin da ku bi awayekî zexm bidine pey wan û nahêlin deverên li wir bibine cihekî terorîzmê ku bibe gefek ji bajar û gundan re," wî anî ziman.

"Yekîneyên artêşê, polîs û yên êlî di mîsyoneke lêgerînê de belav dibin li seranserî deverên biyabanî yên berfireh ên dikevine navbera sektorên ya jêre tê gotin Cezîrê (Girav) an el-Badîya (Biyaban)," Ehmedî got.

Di Rêya koleçanên zemînî û cewî li ser deverên armanckirî wan cihên veşartgehên DAIŞê li deverê destnîşan kir, wî got.

Cihên hindik ên çekdarên DAIŞê ên li biyabanê mane derfeta jîyana bo wan gelekî kêm e, Ehmedî not kir.

Wî got ku "heta eger ew carekê karibin ji fişara serbazî birevin, ew dê nikaribin demeke dirêj bimînin" .

"Mesele tenê dem jê re gerek e."

Ewlekarî piştgirîya nûavakirinê dike

Ehmedî got ku serkeftinên ewlekarî faktorekî sereke ne ku di xebatên nûavakirinê de li deverê beşdar dibin.

"Aramî me han dide ku hemû tiştên me girtine ser milên xwe bi cih bînin da ku em xizmetguzarîyên giştî û swênkarên ku ji alîyê terorîstan ve hatin wêrankirin dema wan girtibû ser navçeyê saz bikin," wî got.

"Me gelek projeyên wêrankirî şiyan kirin, projeyên herî balkêş navena tendirustî, ofîsa dadgehê û avahîya encumena xwecihî, li gel vekirina sê fêrgehan û şiyankirina rêyan," wî anî ziman.

Wî got ku ev yek dirêjahîya 8000 kîlo mitran ji rêya devera Cezîrê, herwiha pira sereke ya deverê dihundirîne.

Dora 80% ji niştecîyên bêwar vegeriyane malên xwe li navçeya Hetrayê, ya ku hejmara niştecîyên wê 22,000 kes bû berî ku DAIŞ bigire ser wê di nîvê sala 2014an de, ku zor li gelekan kir ku birevin, Ehmedî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500