Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Cihên DAIŞê yên li Girava Hetrayê tên wêrankirin

Xalid Taî

Yekînene Ajansa Dijî Terorîzmê operasyonên daketina ji firokeyan li dijî paşmahîyên DAIŞê li Girava Hetrayê ê li başûrê Nînewayê roja 23yê Hezîranê pêk anîn. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Yekînene Ajansa Dijî Terorîzmê operasyonên daketina ji firokeyan li dijî paşmahîyên DAIŞê li Girava Hetrayê ê li başûrê Nînewayê roja 23yê Hezîranê pêk anîn. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Yekîneyên Ajansa Dijî Terorîzmê 10 cihên raz ên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Girava Hetrayê li başûrê parêzgeha Nînewayê wêran kirin, berpirsekî ji Diyaruna re Duşemê (24 Hezîranê) ragihand.

Wêrabûna van cihan, ku ji şikeft, tunêl û stargehan pêk tên, bû encama kuştina hejmarek ji paşmahîyên DAIŞê di her du rojên borî de.

Yekîneyên Ajansa Dijî Terorîzmê, yên ku raporta xwe didin Fermandarîya Operasyonên Taybet ya Duyem, operasyonên daketina ji firokeyan pêk anîn -- bi navê "Şewitandina agir" -- bi piştgirîya helîkopterên artêşa Îraqî û balefirên şer ên Hevpeymanîya Navdewletî.

Daketina ji firokeyan veşartgehên DAIŞê li Giravava Hetrayê armanc kirin, şaredarê navçeya Hetrayê, Besman Ehmed Sultan Ehmedî ji Diyaruna re ragihand.

Operasyonên daketina ji firokeyan yên vê dawîyê ji alîyê Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqê li Girava Hetrayê, li başûrê Nînewayê, bûn encama wêrankirina 10 cihên DAIŞê. [ Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Operasyonên daketina ji firokeyan yên vê dawîyê ji alîyê Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îraqê li Girava Hetrayê, li başûrê Nînewayê, bûn encama wêrankirina 10 cihên DAIŞê. [ Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Wî got ku operasyon "raz û bidîqet bû di nêçîrkirina paşmahîyên DAIŞê de û lêdana li wan di dema guncan de".

Wî got ku hêzên Ajansa Dijî Terorîzmê agir berdan lojistîya çekdaran a li cihê wan hat dîtin, û dîyar kir ku hêzan herwiha "hêlên wan ên îmdadê yên ku ji giravê digihêjin bajarokê Bêcî li parêzgeha Selahedînê birîn".

Ehmedî got ku operasyon herwiha êrîşên asmanî yên dijwar ji alîyê Hevpeymanîyê ve li ser heşt armancên din ên DAIŞê li doravê hundirandin.

Ajansa Dijî Terorîzmê êrîşên parêzî pêk tîne

"Navenda navçeyê ev demeke ku aram û ewle ye bi saya cihgirtina serbazî û pêngavên lêgerînê yên li paşmahîyan [ên DAIŞê] yên li dar,".

Ehmed dîyar kir ku ev operasyonên vê dawîyê di çarçoveya zincîrek ji xebatên parêzî yên bi pêşengîya Ajansa Dijî Terorîzmê tê, xebatên bo binxistina xebatên paşmahîyên DAIŞê yên dirêjedan bi êrîşên xwe yên li dijî xelkê bêrî.

Ehmedî dîyar kir ku li gorî raportên hewalgirî, kêm paşmahîyên DAIŞê li Girava Hetrayê mane, û ew rastî "zehmetîyan di xweparastin û veşartina cihên xwe de ji koleçanên hewayê dibînin".

"Her cihekî li Girava Hetrayê ku bûye armanca operasyonên lêgrîn û ramaliştinê, êdî terorîst cesaret nakin vegerinê" wî got. "Tiştê herî cihê tirsê ye ji wan re [ji terorîstan re] ev daxistinên nişkayî, û bi kiwalîta yên hêzên elîte û êrîşên asmanî yên Hevpeymanîyê ne."

Ehmed hêvîdarîya xwe anî ziman ku plana biçekkirina şênîyên gundên dûrdest li navçeya Hetrayê dê alîkarîyê bide jinavbirina paşmahîyên DAIŞê bi temamî de.

"Heta aniha tu kiryarek di vê derbarê de tune ye," wî bal kişand, "lê eger plan were bicihanîn, dê teqez xwedan bandoreke erênî be li ser ewlehîya wan gundan."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500