Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî didin ser pişta paşmahîyên DAIŞê li rojhilatê Samerayê

Xalid Taî

Hêzên Îraqî 1yê Hezîranê operasyonek ewlehî li dijî paşmahîyên DAIŞê li navçeya Samerayê pêk anî. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî 1yê Hezîranê operasyonek ewlehî li dijî paşmahîyên DAIŞê li navçeya Samerayê pêk anî. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Duşemê (1yê Hezîranê) operasyonek ewlehî da deverên li rojhilatê navçeya Samerayê ya parêzgeha Selahedînê ji paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) paqij bikin, pêk anî, Fermandarîya Operasyonên Samerayê ragihand.

Di operasyonê de, hêzên fermandarîyê û yekîneyên polîsê federal stargehên DAIŞê kirin armanc û rêyeke sereke vekirin ku ji ji ber sedemên ewlehî hatibû girtin, lîwa Îmad Zuhêrî got.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku operasyonê xwe spartibû fermanên serokwezîr Mistefa Kazimî û Fermandarîya Operasyonên Hevbeş da "asta operasyonên parêzî li dijî dijminê terorîst were bilindkirin".

Zuhêrî dîyar kir ku operasyon dixwaze "deverekê ku ne kêmî 120 kîlomtre çargoşe ji herêmên çandinîyê li rojhilatê Samerayê paqij bike, ku paşmahîyên DAIŞê xwe li wan deveran girtine ew jî ji ber şînahî û kendûkozên dijwar ku otombêlên serbazî nikarin xwe bigihînin wan deveran".

Operasyoneke li dijî paşmahîyên DAIŞê di 1yê Hezîranê de hişt stargehin werin wêrankirin û rêyeke sereke li navçeya Samerayê ya parêzgeha Selahedînê were vekirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Operasyoneke li dijî paşmahîyên DAIŞê di 1yê Hezîranê de hişt stargehin werin wêrankirin û rêyeke sereke li navçeya Samerayê ya parêzgeha Selahedînê were vekirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî got, ku deverên Kûş û Ebû Şeîr bi temamî hatin pişkinînkirin, destnîşan kir jî ku hêzên Îraqî bi dehan bombeyên bidestçêkirî yên DAIŞê li paş xwe hiştibûn teqandin.

Zuhêrî anî ziman ku heft stargeh jî ku pêdivîyên lojistîk tê de bûn hatin dîtin û wêrankirin.

Serkeftinên Operasyonê

Di operasyonê de, hêzên Îraqî rêya ku Buzxa bi rêya balafirgeha serbazî ya Dulûya bi hev girêdide vekir, ku yek ji rêyên herî girîng e li devera ku çar salan ji ber sedemên ewlehî hatibû girtin, wî got.

Zuhêrî got ku rêya ku ji teqemenîyan bi temamî hat paqijkirin û parastin, di devera Sêfûnat Buzxa û Sêfûnat Îza re derbas dibe.

Wî dîyar kir ku hêzên Îraqî baregehên serbazî li deverên armanckirî ava kirine da wan kontrol bikin û wan weke navendûn destpêkirina operasyonên ewlehî di siberojê de bi kar bînin.

Wî da zanîn ku operasyonê herwiha hişt 11 endamên ku yan ji dadgehê re xwestî yan jî gumanbar bûn ku derbasî sektorê ewlehîyê bûbûn bêyî rêdanên fermî werbigirin werin girtin.

Zuhêrî da zanîn ku navçeya Samera "ewle ye, û komên terorîst li wir lawaztir in ji ber derbeyên ji yekîneyên me yên serbazî xwarin".

"Em li ser bihnçikandina wan dixebitin û nehêlin êrîşên xwe li dijî kesên bêguneh pêk bînin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500