Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên hevbeş ên Îraqî devera başûrê Samerayê radimalin

Xalid Taî

Leşkerekî Îraqî metiryaline ku di stargeheke DAIŞê de hatiye dîtin li Samerayê nîşan dide di vê wêneyê de ku 28ê meha Gulana 2018an de li ser netê hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin] 

Leşkerekî Îraqî metiryaline ku di stargeheke DAIŞê de hatiye dîtin li Samerayê nîşan dide di vê wêneyê de ku 28ê meha Gulana 2018an de li ser netê hatiye belavkirin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin] 

Hêzên Îraqî roja Sêşemê (19ê Sibatê) pêngaveke ewlehî ku ji çar rojan pêk dihat li başûrê Samerayê li parêzgeha Selahedînê bi dawî kirin da paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) rabimalin û baregehên wê wêran bikin, li gorî berpirsekî serbazî.

Fermandarîya operasyonan pêngav bi hevkarîya bi Lîwayê Komondos ê artêşa Îraqî û Lîwayê 13an ê Polîsê Ferderal dest pê kir, Fermandarê Operasyonên Samerayê lîwa Îmad Zuhêrî ji Diyaruna re ragihand.

Zuhêrî anî ziman ku firqeyên endezyarîyê yên serbazî û hêza asmanî ya artêşê jî di vê pêngavê de beşdar bûn.

Zuhêrî got ku "devera armanckirî ji başûrê Samerayê dest pê dike heta sînorê îdarî yê bi parêzgeha Enabrê re, û di nav de devera el-Mesab, Cezrat Ebul Hemûd û qeraxên gola Sersarê."

Hêzên Îraqî li Samerayê bombeyên bidestçêkirî û çekên ku ji asêgehên DAIŞê desteser kiribûn, nîşan didin di vê wêneyê de ku di 5ê Kanûna Yekem ya 2017an de li ser netê hatiye belavkirin. [Wêne ji Birêvebrîya polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî li Samerayê bombeyên bidestçêkirî û çekên ku ji asêgehên DAIŞê desteser kiribûn, nîşan didin di vê wêneyê de ku di 5ê Kanûna Yekem ya 2017an de li ser netê hatiye belavkirin. [Wêne ji Birêvebrîya polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Wî dîyar kir ku hêzên Îraqî xwestin ku paşmahîyên DAIŞê û imbarên çekên wê rabimalin li dirêjahîya çemê Dicleyê, ku çekdarên rêxistinê deverine veşartinê di nava şînatîyên himbiz de çêkirine.

Zuhêrî destnîşan kir ku "pêngava me ramaliştina van deveran aramnc kiribû, ya ku rûbera wê dora 3,600 kîlometên çargoşe ye, û bo nehiştina karîna dijmin a bidestxistina teqemenîyan bo bikaranîna wan di operasyonên xwe yên terorî yê ji vê deverê de."

Zuhêrî got ku "di pêngavê de, me karîbû hejmareke stargehên terorîstan bişewitînin û hejmareke mazin a bombeyên bidestçêkirî ku di wir de veşartî bûn wêran bikin."

Zuhêrî ragihand ku hêzên ewlekarîyê herwiha devereke mezin ramaliştin bo vekirina meda bînahîyê û nehiştina sergirtina çekdarên DAIŞê.

Niştecih bi xêrhatina ewlehîyê dikin

Zûhêrî dîyar kir ku pêngava ku vê dawîyê hat bidawîkirin "ji alîyê xelk, cotkar û şivanên ku li deverê dijîn bi kêfeke mezin hat pêşwazîkirin."

Wî got ku herwiha niştecih jî di vê yekê de alîkar bûn, bi rêya piştevanîkirina hêzên ewlekarîyê û alîkarîkirina wan di naskirina deverên veşartgehên DAIŞê de.

Zuhêrî ji Diyaruna re eşkere kir ku ew roja Duşemê beşdarî koleçaneke asmanî bû di çarçoveya operasyonan de da ku encamên pêngavê bibîne.

Wî got ku "aniha dever pir ewle ye, û ne gefên terorî ne jî xeterîyê li dijî sivîlan hene."

Zuhêrî anî ziman ku di heyama şeş mehên borî de, Fermandarîya Operasyonên Samerayê gelek operasyonên ewlehî yên serkeftî li dar xistine.

Wî got di nav wan de êrîşeke asmanî ku 12 tundrewên ku ji Sûrîayayê revîyabbûn û xwe li Ferhatîyayê vedişartin, li başûrê Samerayê, kuştin.

Zuhêrî got ku dora berî mehekê, pişît du mehan ji çavdêrîyê, hêzên ewlekarîyê davek vedan û "terorîstekî tirsnak ê bi navê Saed Dala" li Terîşa li Dulowîyayê kuştin.

Wî dîyar kir ku hêz ji Fermandarîya Operasyonên Selahedînê "pêkanîna operasyonên ewlehî û yên parêzî di sektorên berpirsîyartîya xwe de" berdewam dikin.

Wî anî ziman ku ev devereke bi rûbera 13,000 kîlometrên çargoşe, û çar navçeyên îdarî li başûrî parêzgeha Selahedînê dihundirîne mîna: Samera, Belad, Ducêl û Dulowîyayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê we biparêze, qehremanên Îraqê!

BERSIV BIDE