Çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) 11 kes kuştine, ku hemû ji bilî kesekî ji çekdarên ser bi rejîmê ve ne, di du êrîşan de li ser rêyekê li biyabanê li rojhilatê Sûrîyayê, rêxistineke ku şer dişopîne Duşemê (18ê Gulanê) ragihand.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku laşên heft endamên milîseke ser bi rejîmê ve di berbangê de li ser rêya ku ji Dêra Zorê diçe Şamê hatin dîtin.
Yekşemê, efserekî artêşa Sûrî, du leşker û jine bi guleyan hatibûn kuştin, bi heman awayê kuştin, li devereke din li ser heman rêyê, û dest li ser otombîla wan hatibû danîn, serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ragihand.
Heta aniha DAIŞê berpirsyarîya xwe îlan nekiriye, ku carê ew bi rêya nameyên Telegram daxuyanîyên di vê derbarê de belav dike.
Ji dema herifîna wê ya cîyografî li Sûrîyayê di Adara 2019an de, êrîşên DAIŞê bi tenê li biyabana berfireh, a ji Dêra Zorê digihêje Homsê, li navenda welat, hene.
Yazdeh leşkerên artêşê di kemînekê de roja 7ê Gulanê hatibûn kuştin, ku wê çaxê Rewangehê gotibû ku ev yek bi destê tundrewên DAIŞê bû.