Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

NY: Çekdarên Sûrî êrîşan li dijî sevîlan di dema petaya Koronayê zêde dikin

AFP

Hinek jin tiştan ji bin kavilên xanîyekî wêranbûyî li gundê Baxozê li rojhilatê Sûrîyayê derdixin, di 13ê Adarê de, salekê piştî rûxana DAIŞê. [Delîl Sulêman/AFP]

Hinek jin tiştan ji bin kavilên xanîyekî wêranbûyî li gundê Baxozê li rojhilatê Sûrîyayê derdixin, di 13ê Adarê de, salekê piştî rûxana DAIŞê. [Delîl Sulêman/AFP]

NY Înê (8ê Gulanê) rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û komên çekdar ên din li Sûrîyayê bi sûdgirtin ji rewşa petaya Koronayê (COVID-19) werdigirin ji bo zêdekirina tundûtûjîya li hember sivîlan.

Seroka ajansa mafên mirov a NY Michelle Baçelet got ku cihê mixabinîyê ye ku zêdebûnek di tundûtûjîyê de heye li welatê ku şerekî deh-salî ew wêran kiriye.

"Em rojane raportan li dor kuştin û teqînan li Sûrîyayê werdigirin, û gelek ji van êrîşan li deverên nişînbûyî diqewimin," wê got.

Wê da zanîn ku ev zêdebûna di tundûtûjîyê de di demekê de tê ku cîhan giranîyê dide rewşa belavbûna vayrûsa Koronayê, ya ku canê 270,000 kesan li seranserê cîhanê çinîye.

"Gelek alîyê şer li Sûrîyayê... dibînin ku mijûldarîya cîhanê bi petaya COVID-19 derfeteke bo dîsan xwebirêxistinkirinê û pêkanîna tundûtûjîyê li hember sivîlan," wê got.

Baçelet jî nîgeranîya xwe ji zêdebûna di êrîşên DAIŞê de anî ziman, û got ku "rewşa ku her diçe kambax dibe bombeyeke ku nabe were paşguhkirin".

Berpirsa ajansa mafên mirov a NY got ku herî kêm 35 sivîl mirine di meha Nîsanê de ji ber êrîşên bi rêya bombeyên bidestçêkirî, û heft kes di meha berî wê de miribûn.

Ji destpêka Adarê ve, 33 êrîş bi bombeyên bidestçêkirî pêk hatine, 26 ji wan li taxên nişînbûyî bûn, û heftên din bazar armanc kirin.

Êrîşeke DAIŞê li biyabana Sûrîyayê diqewime

Êrîşeke DAIŞê li biyabana Sûrîyayê Pêncşemê 11 şervanên rejîma Sûrî û alîgirên wan kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Rewangehê got ku çekdar di êrîşekê de li ser otombîla wan di navbera Suxna û Şulayê, di navbera parêzgehên Homsê û Dêra Zorê de, hatin kuştin.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman tu agahîyên zêdetir par ve nekirin, lê hişyarî da ku dibe hejmara qurbanîyan zêde bibe.

Hîn DAIŞê berpirsyarîya xwe îlan nekiriye

Herî kêm 27 çekdarên rejîma Sûrîyayê û alîgirên wê di êrîşekê de hatin kuştin, ku rêxistina tundrew berî mehekê li heman deverê pêk anîbû.

DAIŞê herwiha êrîşên xwînrêj li Îraqê di heftîyên borî de pêk anîn.

Çavdêran haydarî da ku girtina sînor û xistina karînên ewlehî di tevgerê de ji ber petaya vayrûsa Koronayê dibe bibin sedema zêdebûna êrîşên DAIŞê.

Êdî cihên dîyarkirî yên rêxistina tundrew tune ye, lê hîn bi sedan çekdarên wê hene ku xwe di veşartgehan de li biyabanê dimînin.

Rewangehê got ku endamên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk hatin kuştin di êrîşekê de li Baxozê, li nêzî sînorê bi Îraqê re, ku guman heye DAIŞê pêk anîbe.

Êrîşên wiha li dijî QSD li wê deverê ji parêzgeha Dêra Zorê pir in, ku DAIŞê di destpêka 2019an de şerekî xwînî li dar xist.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500