Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Êrîşên asmanî 5 çekdarên alîgirê Îranê li nêzî sînorê Sûrîyayê dikujin

AFP

Navgînên zirxî yên artêşa Îraqî pagerîya ser sînorê Îraqê bi Sûrîyayê re li Qaimê dikin, bajarokê li hember Elbû Kemalê li parêzgeha Dêra Zorêya Sûrîyayê di 12ê Mijdara 2018an de. [Ehmed Rubeyî/AFP] 

Navgînên zirxî yên artêşa Îraqî pagerîya ser sînorê Îraqê bi Sûrîyayê re li Qaimê dikin, bajarokê li hember Elbû Kemalê li parêzgeha Dêra Zorêya Sûrîyayê di 12ê Mijdara 2018an de. [Ehmed Rubeyî/AFP] 

Êrîşên asmanî ji alîyê balefirên şer ên nenaskirî pênc çekdarên alîgirên Îranê kuştin li parêzgeha Dêra Zorê ya li rojhilatê Sûrîyayê, ya ku li nêzî sînorê Îraqê ye, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Yekşemê (8ê Kanûna Yekem) got.

Rewangehê got ku êrîşên ku di derengîya Şemîyê de pêk hatin "çeperên hêzên Îranî û milîsên hevalbendên wan" ên li derdora bajarokê Elbû Kemalê armanc kirin.

"Pênc çekdarên ne Sûrî hatine kuştin," serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman ji AFP re ragihand bêyî kukaribe nasnameyên wan destnîşan bike.

Wî got ku hêzên rejîmê, hêzên Îranî û çekdarên hevalbend ên ku Îran piştgirîya wan dike, di nav de yên ji Îraqê, li ser berava rojavayî ya çemê Feratê hazir in.

Hevpeymanîya Navdewletî piştgirîya hêzên kurd wan bi rê ve dibin dike, yên şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li berava rojhilatî ya çem dikin.

Hevpeymanîyê berî vê mukur hat ku wê êrîşên asmanî li dijî çekdarên alîgirên rejîmê bi cih anîn, lê wê red kir ku destên wê di êrîşên asmanî yên roja Şemîyê de hebin.

Di daxuyanîyekê de roja Yekşemê, Hevpeymanîyê got ku "wê tu êrîş li Sûrîyayê di 7ê Kanûna Yekem a 2019an de bi cih neanîne".

Êrîşên Şemîyê yên herî dawî bûn di çarçoveya zincîrek ji bombebarankirinên bi heman şêwazê de.

Deh çekdarên Îraqî di Îlonê de hatin kuştin di êrîşên asmanî yên jêdera wan nenaskirî de li heman deverê, li gorî Rewangehê.

Rewangehê da zanîn ku di destpêka mehê de, êrîşên asmanî 18 çekdarên alîgirên Îranê kuştin.

Di Hezîrana 2018an de, êrîşên li nêzî sinorê Îraqê 55 ji hêzên alîgirê rejîmê kuştin, ku piranîya wan Sûrî û Îraqî bûn, li gorî Rewangehê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500