Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Li Idlibê hêrs li hember vegera polîsê Hesbayê yê Tehrîr el-Şam berfireh dibe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Navgîneke polîsê hesbayê yê Tehrîr el-Şam ku, dîsan hatiye çalakkirin, pagerekê li bakurê-rojavayê Sûrîyayê pêk tîne. [Wêne ji Rewangeha Nûçeyên Gundewarê Başûrî yê Helebê hatiye wergirtin]

Navgîneke polîsê hesbayê yê Tehrîr el-Şam ku, dîsan hatiye çalakkirin, pagerekê li bakurê-rojavayê Sûrîyayê pêk tîne. [Wêne ji Rewangeha Nûçeyên Gundewarê Başûrî yê Helebê hatiye wergirtin]

Çalakgerekî Sûrî teqez kir ku Tehrîr el-Şam careke din desteya hesbayê ("polîsê şerîetê") li Idlibê xistîye kar de, û lîstek ji rênima û çalakîyên bertengamêz ku azadîyên sivîlan sînordar dikin û rê didin ku ew dijberên xwe bigirin disepênin.

Ev pêşhat bûye sedema pêleke berfireh a hêrsê di nava şênîyên herêma Idlibê de, yên ku li deverên li jêr kontrola hevbendîya tundrew dijîn, li gorî çalakgerekî ji Idlibê bi navê Museb Esaf.

Wî ji Diyaruna re dîyar kir Tehrîr el-Şamberî aniha tîmên Hesbayê -- bi navê Sewaid el-Xêr -- li herêma Idlibê belav kiribûn, lê xelkê ji wan hez nedikir û rêxistin neçar bû ku wan bisekinîne.

Wî daxuyand ku ew aniha li jêr navê "Navenda Felah a Fermankirina bi Çakîyê û Nehiştina Xerabîyê" hatine vegerandin, û wan dest bi rêxistinkirina pageran li kolan û taxên parêzgehê kiriye.

Endamên Tehrîr el-Şam li waneyeke olê li navçeya Idliba Sûrîyayê amade dibin. [Wêne ji kampanyaya Tîrekê bi wan re Biavêje hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam li waneyeke olê li navçeya Idliba Sûrîyayê amade dibin. [Wêne ji kampanyaya Tîrekê bi wan re Biavêje hatiye wergirtin]

"Endamênnû û kevin ên Hesbayê heman kes in," wî da zanîn, û ew wiha wesif kirin "ew ji endamên Tehrîr el-Şam ên ji gelek nasnameyan ên ku bi tundrewî û hişkbûna xwe tên naskirin pêk tên".

Esaf got ku ew berî aniha bi tirsandina xelkê, eşkencekirina wan û felaqekirina wan hatine naskirin.

Xelk ji van astengîyan tengezar in

Wî got ku Tehrîr el-Şam lîstek ji çalakîyên qedexekirî belavkiriye, yên ku dê tîmên hesbayê yên ku dîsan hatine çalakkirin wan bisepînin, û dê kesên binpêkirinan dikin bigirin.

Lîsteya çalakîyên qedexekirî nehiştina têkelbûna jin û zilaman, bi taybetî li xwaringeh û ofîsan, herwiha nehiştina karkirina zilaman li dukanên jinan, û vajî wê jî dihundirîne.

Jin êdî nikarin bi hazirbûna zilamekî derbasî dukanekê bibin eger zilamekî xizmê wan bi wan re nebe.

Çalakîyên qedexekirî yên din ev in "nargîlekêşan, têkelbûna xwendekarên nêr û mê li dibistan, kolêj û zanîngehan, û bikaranîna wêne û posteran li firoşgehan".

Ciwan jî dê ji ber şêwazê kurtkirina porên xwe dê werin cezakirin.

Esaf teqez kir ku sivîl li Idlibê qebûl nakin bi tîmên hesbayê yên Tehrîr el-Şam re hevkar bin, ji ber ew dibînin ku ew berbest û astengîyan li ser azadîyên kesane ferz dikin.

Ew dibînin ku hevbendîya tundrew vê desteyê bo girtina dijberên xwe bi kar tîne, ku ev yek li derveyî armanca wan a hatiye ragihandin e.

Esaf dîyar kir ku di heftîyên dawî de Tehrîr el-Şam hejmûna xwe li heêmê zêde dike bi rêya pêkanîna çalakîyên propagandayî û waneyên olê ji endamên xwe û ciwanan re.

Wî daxuyand ku ev beşek e ji hewlên sepandina hejmûna xwe li herêmê, û ew bersiveke li hember zêdebûna hejmara xwenîşandanên cemawerî yên li dijî siyaseta ew li herêma Idlibê bi cih tîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500