Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Parçebûn Tehrîr el-Şam lawaz dikin, li gorî çalakvanên Idlibê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zanayê olê yê Siûdî yê tundrew Ebdulah Muheysinî û zanayê olê Muslih Elyanî, vê dawiyê îstîfakirina xwe ji hevbendiya Tehrîr el-Şam ragihandin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Zanayê olê yê Siûdî yê tundrew Ebdulah Muheysinî û zanayê olê Muslih Elyanî, vê dawiyê îstîfakirina xwe ji hevbendiya Tehrîr el-Şam ragihandin. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Hejmarek ji hêzên serbazî yên ku li bakurê Sûriyê li jêr sîwana Tehrîr el-Şam çalak bûn ragihandin ku ew ji hevbendiyê veqetiyane, çalakvanekî Sûrî ji Diyaruna re got.

Roja Sêşemê (12ê Îlonê), hejmarek ji zanayên olê û hêzên çekdar parçebûna xwe ji hevbendiya tundrew eşkere kir, hevbendiya ku Eniya Nusra têde zaldar e, çalakvanê medyayî yê ji Idlibê Museb Esaf ji Diyaruna re got.

Sedema eşkere ya cudabûnan ew bû ku hejmarek ji tomarên deng dan xuyakirin ku mîrên komê zanayên olê piştguh dikin û wan diçewisênin.

"Lê belê, sedema rateqîn ew e ku têgihiştineke gelemper heye di nav serkêşan de û di rêzên hêzên ku ji hevbendiyê derketine de ku dê Eniya Nusra bibe targeta êrîşeke asmanî bo nehiştina hebûna wê li bakurê Sûriyê," Esaf got.

Çekdarên Fewca Yekem li Sûriyê cih digrin, ku ev grûpê yek ji komên pêşîn bû ku parçebûna xwe ji hevbendiya tundrew a Tehrîr el-Şam ragihand. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Çekdarên Fewca Yekem li Sûriyê cih digrin, ku ev grûpê yek ji komên pêşîn bû ku parçebûna xwe ji hevbendiya tundrew a Tehrîr el-Şam ragihand. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Hêzên ku cudabûn tercîh kir nexwestin ku berevaniyê lê bikin, wî got, nexasim ku sedema sereke ya damezrandina hevbendiyê eşkere bûye: daku Eniya Nusra bikaribe xwe di nav hêzên din de veşêre û xwe ji êrîşa asmanî ya pêşdîtinkirî biparêze.

Îstîfakirina zanayan, zanayên olê yê Siudî yê tundrew Ebdulah Muheysinî, yê ku yek ji endamên damezrêner ê hevbendiyê bû, û Muslih Elyanî, ji hevbendiyê hatiye piştrastkirin, Esaf got.

Îstîfakirina wan dê şopeke girîng li helwestên gelek komên bi Tehrîr el-Şam û ên mîr û endamên wê bihêle, wî got, ji ber bandora ku zana çêdikin.

Hêzên xwecihî cuda dibin

Ji komên herî naskirî Ketîbet Ebû Rebîe, ya ku ragihand ku ew tevlî Ehrar el-Şama hevrik bûye, û Ketîbet Fadî Hisyan, a ku li çiyayê Şahşabo li gundewarê parêzgeha Idlibê bicih dibe.

Komên din Fewca Yekem, li gundewarê Idlib û gundewarê Helebê bicih dibû, Ketîbet Ehfad Omer, li gundewarê Idlib bicih dibû, Ketîbet el-Ensar wel Muhacirîn, li Sermeda li gundewarê Idlibê bicih dibû, û Ketîbet Suyûf el-Îslam, a ku li gundewarê rojavayî yê Helebê çalak bû.

"Tevî ku ev kom kêmçek bûn û hejmara çekdarên wan sînordar bû, lê ji çekdarên xwecihî yên deverên ku ew li wan çalak in pêk tên," Esaf got.

"Bi tevlîbûna nav Tehrîr el-Şam, wan nehişt ku hevbendî bibe xwedan têkiliyeke dijmindarî bi xelkê wan deveran re," wî got.

Aniha ew jê cuda bûn, wî got, dê ew dever bi temamî li derveyî kontrola hevbendiyê, û di serencamê de Eniya Nusa bin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500