Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam kesên perçebûyî digirin li bajarê Idlibê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Fermandarekî Tehrîr el-Şam bi komeke mêran re diaxive li perwerdahîyeke amojgarkran li Idlibê Hevbendîyê hejmareke mezin ji amojgarkarên xwe li piranîya gund û bajarokan belav kirine bo kontrolkirina mizgeftan û tecnîdkirina ciwanan di nav rêzên xwe de. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Fermandarekî Tehrîr el-Şam bi komeke mêran re diaxive li perwerdahîyeke amojgarkran li Idlibê Hevbendîyê hejmareke mezin ji amojgarkarên xwe li piranîya gund û bajarokan belav kirine bo kontrolkirina mizgeftan û tecnîdkirina ciwanan di nav rêzên xwe de. [Wêne ji Museb Esaf hatiye wergirtin]

Çalakvanekî xwecihî ragihand ku Tehrîr el-Şam çalakîyên xwe yên berfirehxwazî li parêzgeha Idliba Sûrîyayê didomîne, û dixwaze ku hebûna xwe ya serbazî û civakî berferehtir bike.

Hevbendîya tundrew rojan êrîşan pêk tîne û dijberên xwe digire, çalakvanekî ji Idlibê bi navê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Esaf got wê ji hejmereke mezin ji amojgarkarên li piranîya gund û bajarokan belav kiriye, bo kontorla mizgeftan bike û ciwanên di nav rêzên xwe de tecnîd bike.

Esaf da zanîn ku di berbanga Duşemê (15ê Cotmehê) de, zêdetir ji 200 endamên Tehrîr el-Şam êrîş birin ser bajarokê Eyn La Rosa li quncika rojavayî ya parêzgeha Idlibê.

Wan êrîş bir ser malên bajarok, û tiştên di nav wan de talan kirin û şênî êşkence kirin, û li kesên ku bi dijberîya Tehrîr el-Şam tên naskirin digeriyan, û dîyar e ku navên wan di lîsteya xwestîyên ji hevbendîyê re heye.

Esaf got 15 kes di êrîşê de hatin girtin, û tê de droneke koleçanêli ser bajarok hat firandin.

Wî got ku heft ji êla qentar bûn, ku piranîya wan weke mamoste li deverê dixebitin.

Mustefa Faris Qentar li pêş xanîyê xwe hat bidarvekirin.

Hewldaneke bo berferehkirina kontrolê

Esaf daxuyand ku piranîya girtîyên Tehrîr el-Şam endamên Artêşa Azad a Sûrîyayê ne, û da zanîn ku hevbendîyê berî aniha hejmarek ji wan girtibûn, di nav de hinek ji êla Qentar.

Wî got ku hinek ji wan ev sê sal in di zindanên hevbedîyê de yên bi xerabîyê navdar in, û yê herî naskirî Ebdulah Qentar e, ku fermandarekî Artêşa Azad bû, û tev komeke kesên bi wî re kar dikirin bûn armanca êrîşa hevbendîyê.

Tehrîr el-Şam hewl dide ku behaneya ji êrîşên xwe re bibîne, û angaşt kir ku ew bi tenê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) in, û ew angaşt dike ku DAIŞ li pişt revandin, terorkirin û teqînên vê dawîyê ye.

Esaf got ku ev yek bi tu awayê ne girêdayî "ewlehîyê" ye, ev bi tenê "rêbazeke bo berfirehkirina kontorla civakî û olî ya hevbendîyê li deverê".

Esaf got ku belavkirina amojgarkarên Tehrîr el-Şam li Idlibê armanc jê qayîmkirina kontrola li ser mizgeftan û sazîyên olî ye, û bo tecnîdkirina ciwanan di nav rêzên wê de.

Nifşekî nû yên amojgarkaran ji Peymangeha Îmam el-Şatibî li bajarokê Kefir Owêd li başûrê parêzgeha Idlibê der çûne, û wan li wir perwerdahîyên li ser jirêbirinê û rêbazên tecnîdkirinê û herwiha perwerdahîya li ser çekan dîtine.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500