Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Rûsya û Çîn Boykuta civîna Encumena Ewlekarî ya NY ya têkildarî Sûrîyayê dikin

AFP

Wêneyeke ku di 12ê Tîrmeha 2017an de hatiye kişandin, derbasgeha bajarokê Xan Şêxûnê yê Parêzgeha Idlibê nîşan dide, piştî derbasbûna 100 rojan li ser êrîşeke kîmawî ku rejîma Sûrîyayê pê tê tawanbarkirin, ku tê de 88 kes hatin kuştin, 31 ji wan zarok bûn. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Wêneyeke ku di 12ê Tîrmeha 2017an de hatiye kişandin, derbasgeha bajarokê Xan Şêxûnê yê Parêzgeha Idlibê nîşan dide, piştî derbasbûna 100 rojan li ser êrîşeke kîmawî ku rejîma Sûrîyayê pê tê tawanbarkirin, ku tê de 88 kes hatin kuştin, 31 ji wan zarok bûn. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Rûsya û Çîn Sêşemê (13ê Gulanê) civînek baykot kir, ku Mosko got ku ew vîdyo konferansa girtî bi Encumena Ewlekarîyê ya NY derbarê çekên kîmawî li Sûrîyayê "ne cihê qebûlkirinê" ye.

"Rûsya û Çîn" tevlî civînê nebûn, endamekî Encumena Ewlekarî ji AFP re ragihand, bi mercên ku nasnameya wî neyê eşkerekirin.

Di civînê de, endamên encumenê guhdarî li raportên nûnerê bilind bo karûbarên nehiştina çekdarîyê yê NY, Izûmî Nakamitsu, û serokê Ajansa Qedexekirina Çekên Kîmawî, Fernando Aryas, guhdarî kirin.

Diviyabû ku Encumena Ewlekarîyê guhdarîya li raporta Santiago Onate-Laborde, kordînatorê Tîma Destnîşankirin û Lêkolînê ya Rêxistina Qedxekirina Çekên Kîmawî bike, tîma ku di sala 2018an dest bi xebatên xwe kiriye.

Di destpêka Nîsanê de, tîmê bo cara pêşîn raportek belav kirku rejîma Sûrîyayê bi pêkanîna sê êrîşên bi çekên kîmawî di sala 2017an de tawanbar kir.

Li gorî Rûsyayê hevalbenda rejîmê, rejîma Sûrîyayê programa xwe ya çekên kîmawî rawestandibû, stokên xwe yên çekên kîmawî û beremanîna wan wêran kiribûn.

Rejîma Sûrî berpirsyarîya xwe ji êrîşên sala 2017an red kiriye.

Civîna Sêşemê "hatibû dîyarkirin bo endamên encumenê û nûnerên Komara Erebî Sûrî di rûniştineke girtî de nerînên xwe bi awayekî vekirî bibêjin û bersiva pirsyaran bidin", misoyna diplomasî ya Brîtanyayê bo NY di daxuyanîyekê de ragihand.

"Qebûlnekirina amadebûna di civînê de û gengeşekirin bi Ajansa Qedexekirina Çekên Kîmawî re li dor encamên lêkolîna wê cihê daxê ye û nîşaneke ku hinek endamên encumenê sivkatîyê bi qedexekirina bikaranîna çekên kîmawî di êrîşên li ser mirovan û sazîyan de dikin," daxuyanîyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500