Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Di rûniştina NY de, rejîma Sûrîyayê ji ber bikaranîna çekên kîmawî tê şermezarkirin

AFP

Kesekî Sûrî di 12ê tîrmeha 2017an de li goristanekê li Xan Şêxûnê, bajarokekî li jêr kontrola opozîsyonê ye li parêzgeha Idlibê li bakur-rojavayê Sûrîyayê, nimêj dike, 100 rojan piştî êrîşeke ku guman heye bi gazên jehrîn hatibe pêkanîn, ku tê gotin ku tê de 88 kes hatin kuştin, 31 ji wan zarok bûn. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Kesekî Sûrî di 12ê tîrmeha 2017an de li goristanekê li Xan Şêxûnê, bajarokekî li jêr kontrola opozîsyonê ye li parêzgeha Idlibê li bakur-rojavayê Sûrîyayê, nimêj dike, 100 rojan piştî êrîşeke ku guman heye bi gazên jehrîn hatibe pêkanîn, ku tê gotin ku tê de 88 kes hatin kuştin, 31 ji wan zarok bûn. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Endamên Encumena Ewlekarîya NY Brîtanya, Estonya û Almanya xemsarîya rejîma Sûrîyayê di muhasebekirinê de Çarşemê (15ê Nîsanê) şermezar kir piştî ku ew bi pêkanîna êrîşên kîmawî di sala 2017an de hat tawanbarkirin.

Tawanbarkirin hatin di gotarên ku di konferenseke girtî ya Encumena Ewlekarî di rêya vîdyo re hatin xwendin û dawî hatin belavkirin tevî fermanên nepenîtîyê.

Ajansa Qedexekirina Çekên Kîmawî roja 8ê Nîsanê raportek belav kir ku tê de artêşa Sûrîyayê bi pêkanîna êrîşên bi çekên kîmawîli bajarokê Letamneyê li bakurê Sûrîyayê di sala 2017an de tawanbar kir.

Raport di civîna mehane ya Encumena Ewlekarîyê de bû beşek ji rojevê -- civîna ku bi rêya vîdyokonferansê pêk hat ji ber petaya vayrûsa Koronayê (COVID-19) -- ji hêla Brîtanya, Estonya û Almanya ve, yên ku vajî her 12 endamên din encumenê, biryar dan ku gotarên xwe bi awayekî vekirî belav bikin.

"Hîn jî desthilatdarên Sûrî bersiva pirsyarên têkildarî programê xwe yê çekên kîmawî, ji dema ew hatiye îlankirin, nedaye," karbidestê karûbarên Brîtanyayê li NY, Jonathan Allen, ragihand.

"Bi rêya bikaranîna van çekên qirêj, bi rêya hiştina karînên çekên kîmawî yên nakok ligel îlankirina wê ya seretayî û angaştên wê yên wêrankirina programê xwe yê çekên kîmawî bi temamî di sala 2014an de, û nepêbendbûna bi temamî bi rênmayên Ajansa Qedexekirina Çekên Kîmawî, hîn jî Sûrîya pêbendîyên xwe yên li gorî Rêkeftina Çekên Kîmawî û biryarên Encumena Ewlekarîyê yên jimare 2118 bi npê dike," wî got.

"Felaket dê bidomin"

Balyozê Estonî Sven Jurgenson teqez kir ku bikaranîna çekên kîmawî "nayê efûkirin".

"Divê hesab ji kesên berpirsyar were xwestin," wî got. "Bê muhasebekirin felaket dê berdewam bin."

Cîgirê Balyozê Almanyayê Jurgen Schulz got, "Muhasebekirin pir girîng e û xwevedizîn ji cezakirinê ne bijare ye."

Nîvroja Çarşemê Rûsya jî helwesta xwe li ser zarê balyozê xwe Vassily Nebenzya ragihand.

"Programê çekên kîmawî yê Sûrîyayê hatiye girtin, stokên wê ji çekên kîmawî hatine têkbirin û karînên wê yên berhemanînê hatine wêrankirin," Nebenzia got, û teqez kir ku Şamê bi Ajansa Qedexekirina Çekên Kîmawî re alîkar bû.

Li gorî Ajansa Qedexekirina Çekên Kîmawî, du firokeyên hêza asmanî ya Sûrî bi du bombeyan Letamneyê bi gaza demaran a sarînê kîmyabaran kirin, di 24 û 30ê Adara 2017an de û helîkoptereke serbazî ya Sûrî bi gundorekî mişt klorîn bajarok di 25ê Adara heman salê de kîmyabaran kir.

Bi giştî, 106 kes bûn qurbanî, li gorî Ajansa Qedexekirina Çekên Kîmawî.

Rejîma Sûrîyayê raport red kir û teqez kir ku ew ji "agahî û serencamên nedirust û fabrekekirî" pêk tê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500