Nûçeyên Iraqê
Veguhestin

Kerkûk pirên di şerê terorê de wêran bûne dîsan ava dike

Xalid Taî

Xebatên nûkirina pira Altun Koprî li bakurê Kerkûkê, ku ji ber kiryarên terorîst hatiye wêrankirin, li dar in. [Wêne ji Sendoqa Nûavakirina Deverên ji Terorîzmê Ziyandar hatiye wergirtin]

Xebatên nûkirina pira Altun Koprî li bakurê Kerkûkê, ku ji ber kiryarên terorîst hatiye wêrankirin, li dar in. [Wêne ji Sendoqa Nûavakirina Deverên ji Terorîzmê Ziyandar hatiye wergirtin]

Hikûmeta Kerkûkê ji qedandana plana xwe ya nûkirina pirên ji ber şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ziyan gihiştîye wan nêz e.

"Piştî terorîst di dawîya sala 2017an de ji parêzgehê hatin derxistin, me planeke bo nûkirina 28 piran, ku ji ber operasyonên terorî û çalakîyên serbazî ziyan gihiştîye wan, darişt," birêveberê ragihandina parêzgeha Kerkûkê Merwan Anî ragihand.

"Pir xwedan girîngîyeke stratejî ne bo hêsankirina çûnûhatina xelkên parêzgehê, û bûjandina sektorên wê yên çandinîyê û bazirganîyê, û pêşvebirina projeyên avakirin û geşesendinê," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Di çend salên borî de, em heta asteke baş di nûkirina piranîya pirên wêranbûyî de, yên ku bajarê Kerkûkê bi bajarok û navçeyên din ên parêzgehê ve girê didin, bi ser ketin," wî got.

Pira Meryem Bêk, ya ku sala par dîsan hat vekirin, yek ji çend pirên ku dîsan di warê xizmetê de ne li parêzgeha Kerkûkê, piştî ku ew di şerê li dijî terorê de wêran bûbûn. [Wêne ji Sendoqa Nûavakirina Deverên ji Terorîzmê Ziyandar hatiye wergirtin]

Yek ji pirên ku sala par hatibû qedandin pira Meryem Bêk bû, ya li ser rêya di navbera Kerkûkê û Tikrîtê.

Anî da zanîn ku pira bi dirêjahîya 80 metran û firehîya 12 metran e,bi dora1.4 milyar dolarên Îraqî (1.18 milyon dolar) hat nûkirin.

Wî da zanîn ku pira Bay Hesen, a ku Kerkûkê bi Mûsilê ve girê dide, vegeraye warê xizmetê.

Hevdem, kar di du pirên serekî hîn berdewam e: Altun Kuprî, ku pireke kevin e ku Kerkûkê bi Hewlêrê ve girê dide, û pira Zexeytûn a li ser rêya Kerkûk- Tikrîtê.

Anî got ku xebatên avakirinê di herdu piran de bi rêjeya zêdeyî nêvî qedîyane, pirên ku bi temamî di şerên li djî tîrorê de wêran bûbûn, û da zanîn ku karê avakirinê ji hêla Sendoqa Nûavakirina Deverên ji Terorîzmê Ziyandar tê temwîlkirin.

Wî got ku xebatên hikûmeta xwecihî nûkirina pirên kevin dihundirînin, û da zanîn ku wan karî sê pirên pir girîng li navenda bajarê Kerkûkê nû bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500