Berpirsekî xwecihî Sêşemê (21ê Gulanê) eşkere kir ku karên nûavakirin û çaksazkirina çar pirên serekî li Bexdadîyê li Enbarê hatine qedandin.
Endazyar û xebatkarên niştîmanî "avakirina çar pirên serekî li navçeyê qedandin", Şerhebîl Obêdî, şaredarê Bexdadîyê, ya ser bi navçeya Hîtê ya Enbarê ve ye, got.
"Pir -- ên bi navên Horan, Zuxêdan, Saitarat Mecid û Ciwênayê -- hatin bombrêjkirin û wêrankirin li ser destê endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di dema şerên rizgarkirina Bexdadîyê," wî ji Diyaruna re ragihand.
"Vekirina van piran bo xizmetê dê xelkê rihet bike, ji ber ew azaran ji ber zhmetîyan û derengmayîn di gihiştin bi karên xwe de dibînin," wî got.
Nûavakirina piran "di çarçoveya hevkarîyek û hevparîyekê di navbera birêveberîya Enbarê û Sebeta Fînanskirina Nûavakirina Deverên ji Trorîzmê Ziyandar tê", Obêdî got.
Wî got ku heşt pirên deverên hatibûn wêrankirin di şerên derkirina DAIŞê de, û da zanîn ku dê di demeke nêz de çaksazkirin di çar pirên din de dest pê bike.
Xebatên nûavakirinê yên bêhtir
Obêdî got ku Bexdadî pêşketineke mezin di xebatên nûkirinê de dîtine, û da zanîn ku çend projeyên xizmetguzarî, yên bi hev re lêçûna wan çar milyar dolar e (3.35 milyon dolar) aniha kar di wan de li dar e.
Wî got ku yek ji wan projeyeke qîrkirina çar kîlometran ji kolana Cebayê û heşt kîlometran ji kolana Dolab, yên ku hatibûn wêrankirin ji ber teqînên otombîlan û bombeyên bidestçêkirî yên DAIŞê.
"Herwiha projeyeke me heye bo nûkirina kêlgehên avê û xizmetguzarîyên giştî li taxa niştecihî, ya ku pevçûnên dijwar dîtibû bo paqijkirina wê ji çeteyên DAIŞê," wî got.
Obêdî got ku Programê Geşepêdanê ya NY (UNDP) kampanyayek bo paqijkirin û rakirina mozelan ji kolanan dest pê kir.
"Kampanya dê du mehan dom bike û ji beşdarbûna 150 xebatkarên paqijkirinê û 10 navgînên taybet bi paqijkirin û veguhestina gemarê ji navenda bajarok pêk tê," wî got.
Baştirbûna rewşa ewlehî
"Rewşa bajarok ya ewlehî baş e, û hêzên serbazî û yên êlan li her deverê cih girtine û hemû derbasgehan kontrol dikin”, Obêdî got.
Wî got ku hêzên Fermandarîya Operasyonên Cezîrayê "operasyonên parêzî pêk tînin bo paqijkirina biyabana rojavayî û devera doravî ji paşmahîyên terorîstan".
Wî got ku ew ji hêzên Firqeyên 7ê û 8ê û yekîne û lîwayên êlan pêk tên, di nav de yekîneyên Bexdadî û Berwana û lîwayê Hedîsayê.
"Ajansa Dijî Terorîzmê nîvê vê mehê êrîşeke mezinli Wadî Horanê dest pê kir bi alîkarîya artêşa Îraqî û balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî," wî got.
Wî got ku ev êrîş bû encama "kuştina neh endamên DAIŞê û wêrankirina xanîyekî vehewanê û tunêlan û komgehên veşartî yên çekan".