Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Iraq 15 piran li Enbarê nûava dike

Xalid Ta'î

Hêzên Iraqî li ser pireke ku li devera Hedîsayê, bakurê Remadîyê di 17ê Şibata 2016an de nû hatiye avakirin dicivin piştî ku hêzên ewlekarîyê bajar ji destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vegerandin. [Muaz Dilêmî/AFP]

Hêzên Iraqî li ser pireke ku li devera Hedîsayê, bakurê Remadîyê di 17ê Şibata 2016an de nû hatiye avakirin dicivin piştî ku hêzên ewlekarîyê bajar ji destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vegerandin. [Muaz Dilêmî/AFP]

Hikûmeta Iraqî nûavakirina 15 pirên ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve hatin hilweşandin di dema kontrolkirina wê ji hin beşên parêzgeha Enbarê re temam kiriye, berpirsyarekî Iraqî îro Duşemê (4ê Kanûna Yekem) îlan kir.

Dora 100 piran li Enbarê ziyan giha wan ji encama êrîşên DAIŞê, Mehdî Ebulferhan, serokê birêveberîya pir û rêyan li Enbarê got.

Di Tîrmeha 2016an de, birêveberîyê dest bi planekê kir daku hemû pirên ku ziyan giha wan bi pereyên ji Gencîneya Nûavakirinê ji Deverên ku Ji ber Operesyonên Terorîst Ziyan giha wan, Banka Cîhanî û Programa Pêşxistinê ya Neteweyên Yekbûyî nûava bikin, wî ji Diyaruna re got.

"Heta aniha me nûavakirina 15 pirên sereke li bajarên Remadî, Xalidîyê, Felûca, Hedîsa û navçeya Mehmûdîyê temam kiriye di hewldanên hevbeş de bi kampanîyên xwecihî yên pispor re," wî got.

Sê pir di nav wan de pira Filestîn ya hesînî, pira Mamûn ya qaleqandî ûpira Felûcayê ya nû.

Pêşbînî heye ku nûavakirina şeş pirên din -- pira hesinî li Hîtê, pira Ceba li navçeya Bexdadîyê, pira Seqlawîyayê , pira Sika li Elbu Elûnê li rojavayê Felûcayê û pirên Hilwa û Enaz li rojhilatê Remadîyê -- nêzîk destpê bike.

Vê dawîyê ew dane dest kampanîyên girêdayî Wezareta Avakirin, Niştecîkirnê û belênderên xwecihî, Ferhan got

Hewcedarîya Iraqê bi $180 mîlyon heye daku pirên wêrankirî yên mayî nûava bikin, wî anî ziman.

"Kêmbûna pereyan nûavakirina gelek pirên din dereng dihêle," wî got, wî not kir ku pereyên ji alîyê rêxistinên navdewletî ve têra lêçûna nûavakirina piran dike "ji ber rîsorsên dewletê hema hema têra karên awarte dike".

Gelek rêyên giştî li parêzgehê careke din ji trafîka navgînan re hatin vekirin, wî got, piştî hewldanên zexm daku moloz û kavilan rakin û zirarên ji alîyê otombîlên bombekirî û teqînên bidestçêkirî yên ji alîyê çekdaran ve hatine çandin saz bikin, bombeyên bidestçêkirî hatin çandin daku astengîyan ji pêşketina hêzên ewlekarî re çêkin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500