Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Îraqî li pey paşmahîyên DAIŞê li biyabana Enbarê dikevin

Xalid Taî

Îraqî 27ê Nîsanê di merasîmê cenazeya berprisekî herêmî li navçeya Rutbayê ku di êrîşeke paşmahîyên DAIŞê li ser malê wî de hatibû kuştin, dimeşin. [Wêne ji qayîmeqamê navçeya Rutbayê hatiye wergirtin]

Îraqî 27ê Nîsanê di merasîmê cenazeya berprisekî herêmî li navçeya Rutbayê ku di êrîşeke paşmahîyên DAIŞê li ser malê wî de hatibû kuştin, dimeşin. [Wêne ji qayîmeqamê navçeya Rutbayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî Duşemê (27ê Nîsanê) operasyoneke lêgerînê berfireh li dijî paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên xwe li biyabanê bakurî ya Rutbayê li rojavayê Enbarê vedişêrin, piştî êrîşeke çekdarî li ser berpirsekî herêmî da destpêkirin.

Operasyon piştî êrîşa li ser mala endamê encumena navçeya Welîd Şêx Telal Ebsî bi çend saetan hat destpêkirin, navçeya ku dikeve nava sînorên birêveberî yên Rutbayê. Wan Ebsî kuşt û lawê wî revandin.

Êrîşên çekdaran li herêma li ser sînorê Îraqî-Sûrî zêde bûn.

Êrîşa Duşemê "êrîşeke terorîst ku cara çaran e di vê asta bilind de [li Rutbayê] ji destpêka vê salê de çêdibe", serokê êla Enbarê Şêx Qeterî Sermedî Obêdî ji Diyaruna re got.

Wî anî ziman ku çalakîyeke zêde a paşmahîyên DAIŞê li biyabana bakurê navçeya Rutbayê heye, ku ji başûrê bajarê Qaimê heya navçeya Welîd, li dirêjahîya sînorê bi Sûrîyayê re dirêj dike.

Obêdî ev yek li "xwesteka terorîstan a pêkanîna operasyonan vegerand ku di ragihandinê deng vedin û moralên wan bilind bikin".

Obêdî dîyar kir ku paşmahîyên DAIŞê "hîna tirsnak in, lê dikarin minawerê bikin û êrîşine nişkayî pêk bînin", da zanîn jî ku ew bi awayekî razî tev digerin û her tim êrîşên xwe dibin ser gundên xwedî ewlehîyeke sist.

Operasyoneke lêgerînê

Wî got ku hêzên ewlekarîyê di operasyona xwe ya lêgerînê de bal kişandine ser deverên li ser zincîra sînorî ya bi Sûrîyayê re, di nav de Eşkat, Huseynîyat, Miêşer û Amic.

Obêdî anî ziman ku yekîneyin ji artêş, polîs, êl, hêzên heşda şabî û pasevanên sînor, bi alîkarîya hêza asmanî ya Îraqî, beşdarî operasyonên bûne.

Wî teqez kir ku sê tunelên DAIŞê û gelek stargehên wan bi temamî hatine wêrankirin heya niha, û da zanîn jî ku operayon dê dewam bike heya armanca têkbirina veşartgehên DAIŞê bi cih were.

Wî got ku di heman demê de, Fermandarîya Operasyonên Cezîra, Firqeyên 7ê û 8ê yên artêşê û hêzên êlan xebatên xwe yên ewlehîyê berdewam dikin bo biyabana bakurê Qaimê pişkinîn bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500