Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî 4 endamên DAIŞl li rojavayê Enbarê dikujin

Xalid Taî

Leşkerên Îraqî xwe ji daxistineke cewî re li ser veşartgeheke DAIŞê li biyabana Enbarê amade dikin di dawîya Hezîranê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergitin]

Leşkerên Îraqî xwe ji daxistineke cewî re li ser veşartgeheke DAIŞê li biyabana Enbarê amade dikin di dawîya Hezîranê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergitin]

Balefirên şer roja Yekşemê (28ê Tîrmehê) çar endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kuştin di lêdaneke li ser veşartgeha wan li rojavayê biyabana Enbarê.

Veşartgeh di newalekê de bû, 90 kîlomitran li başûrê baregeha serbazî ya Eyn Esedê li navçeyaexdadîyê bû, serkirdeyê hêzên êlên Enbarê Şêx Qeterî Semermed Obêdî ji Diyaruna re ragihand.

"Herî kêm çar terorîst di derbeyê hatin kuştin," wî got, û not kir ku ku balefira koleçanê ya girêdayî Firqeya Peyade ya 7mîn hinekî baregeh çavdêrî kir berî ku di "dema guncan de" lê bixe.

Wî got ku balefirên koleçanê her hefteyekê du erkan pêk tînîn da ku deverên biyabanî rabimalin û li veşartgehên bermahîyên DAIŞê bigerin,û anî ziman ku hêzên Îraqî hişyar in û "yekser bi çi çalakîya ji alîyê çekdaran ve dide û distîne".

Helîkoptereke Îraqî hevrê ye ligel yekîneyên artêşê di lêgerînekê de li li biyabana Rutbayê li rojavayê Enbarê di dawîya Cotmehê de. [Wêne ji Fermandarîya Firqeya Peyade ya yekem hatiye wergirtin]

Helîkoptereke Îraqî hevrê ye ligel yekîneyên artêşê di lêgerînekê de li li biyabana Rutbayê li rojavayê Enbarê di dawîya Cotmehê de. [Wêne ji Fermandarîya Firqeya Peyade ya yekem hatiye wergirtin]

Pêngavên serbazî li dar in

obêdî got ku opersyoneke serbazî hat destpêkirin bo şopandina bermahîyên DAIŞê yên xwe li biyabanê vedişêrin.

Wî daxuyand ku ligel piştgirîyeke cewî ji alîyê artîşa Îraqî ve, hêzên hevbeş ji tabûra peyade ya 10mîn û 1mîn yên girêdayî fermandarîyên Cezîra û Enbarê, polîsê Enbarê û hêzên êlî, dest bi operasyoneke lêgerînê kir roja Şemîyê li biyabana navçeya Rutbayê.

Wî got ku operasyon armanc dike ku "li deverên biyabanî yê berfireh, li şkeft, newal û deverên erdnîgarîya wan tund bigere, cihê ku dibe terorîst xwe li wan vedişêrin".

Obêdî got ku hêzên ewlekarîyê hewl didin ku bi vê operasyonê "hemû penagehên DAIŞê li van deveran rake bi alîkarîya şivan û koçeran".

Wî teqez kir ku w dixebin daku bêtir niştecîyên xwecihî li biyabanê weke mukirhatan tecnîd bikin ên ku dikarin wan bi agahîyên pêbawer û yekser derbarê tevgera çekdaran û cihên veşartina wn dabîn bikin.

Operasyonê heta aniha wêrankirina hejmareke cihên DAIŞê yên nepenî encam daye, li gorî raportên medyaya xwecihî.

Obêdî got ku di heman demê de,pêngava "Vîna Serkeftinê", ya ku di 7ê Tîrmehê de dest pê kiriye, bermahîyên DAIŞê li biyabana rojavayî tine kirin, biyabana ku li Enbarê û parêzgehên Selahedîn û Nînewayê dikeve.

Pêngav aramanc dike ku tunekirina şanên DAIŞê bi yekcarî li biyabana ku parêzgehên Selahedîn, Enbar û Nînewayê dide ber xwe û heta bi sînorê Sûrîya û Îraqê dêr dibe.

"Gelek endamên DAIŞê hatin kuştin û girtin û depoyên mezin ên cebilxaneyan, di nav de 27 rokêtên germbar, li Wadî Helkûmê li başûrê Qaimê hatin desteserkirin," Obêdî got.

"Tu haletên derbasbûna çekdaran bi dizî vê dawîyê li ser sînorê Sûrî nehatine qeydkirin," wî got, û anî ziman ku operasyona pagijkirina biyabanê hevdem ligel xebatên asêkirina sînor hatin bicihanîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Baştir e ku em nebêjin ku şivan weke jêder tên bikaranîn bo ew neyên armanckirin.

BERSIV BIDE