Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî komgereke DAIŞê li Hîtê dibînin

Xalid Taî

Leşkerên Îraqî û tîmeke lêkolîneran lêkolîneke seretayî li goristana Arîdayê li parêzgeha Enbarê pêk tînin, ya ku paşmahîyên laşên qurbanîyên DAIŞê dihundirîne, di vê wêneya ku di di 5ê Kanûna Yekem a 2016an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Sazîya Şehîdên Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî û tîmeke lêkolîneran lêkolîneke seretayî li goristana Arîdayê li parêzgeha Enbarê pêk tînin, ya ku paşmahîyên laşên qurbanîyên DAIŞê dihundirîne, di vê wêneya ku di di 5ê Kanûna Yekem a 2016an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Sazîya Şehîdên Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî goreke bi komel a qurbanîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li navçeya Hîtê li parêzgeha Enbarê Yekşemê (5ê Nîsanê) dîtin, fermandarê hêza êlên Enbarê Şêx Qeterî Semermed Obêdî ji Diyaruna re ragihand.

"Hêzên hevbeş ên Fermandarîya Operasyonên Cezîrê û Lîwayê 29ê yê Firqeya 7ê ya Artêşê operasyoneke lêgerînê, li ser bingeha agahîyên hewalgirî, li gundê Xûdayê li başûrê Hîtê pêk anîn," Obêdî got.

Wî got ku hêzan destpêkê "tunêlek û depoyeke çekan ku motorek tê de bû dîtin". "Lê piştî wan cih baş pişkinîn kir, wan paşmahîyên laşên mirovan tê de dîtin."

"Hatiye piştrastkirin ku ew goreke bi kom a qurbanîyên ku li ser destê DAIŞê hatine kuştin dihundirîne," wî dîyar kir.

Fermandar û rayedarên Îraqî operasyoneke koleçanê li biyabana rojavayî ya Enbarê li navçeya Hîtê roja 3yê Nîsanê amade dibin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandar û rayedarên Îraqî operasyoneke koleçanê li biyabana rojavayî ya Enbarê li navçeya Hîtê roja 3yê Nîsanê amade dibin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Paşmahîyên laşê herî kêm 20 qurbanîyan hatin dîtin

"Li gorî agahîyên seretayî, komgor paşmahîyên laşên herî kêm 20 qurbanîyan dihundirîne," Obêdî da zanîn.

Wî got ku ew paşmahîyên laşên sivîlên ji Hîtê û endamên artêş û polîsê Îraqî ne, yên ku li wir di navbera salên 2014an û 2016an de hatine kuştin dema ku DAIŞê ew navçe kontrol dikir.

Wî got ku ev gor careke din rûyê rastî yê terorîstan nîşan dide, yên ku destên wan bi binpêkirinên bêhesab ên ji mafên mirov re qirjbûyî ye.

"Terorîzm berdewam e di azardana qurbanîyên xwe de dema ku ew derfeta xwe dibîne," wî got, û da zanîn ku sê endamên DAIŞê Yekşemê êrîş birin ser xaleke Firqeya Piyade ya 1ê li biyabana li rojavayê Rutbayê, li nêzî rêya navdewletî.

"Êrîş bû encama mirina çar leşkeran û birîndarbûna du leşkerên din, û sê êrîşkar hatin kuştin," wî teqez kir.

Operasyonên li dijî DAIŞê berdewam in

"Ev derbasbûna bi dizî nayê wateya ku lawazîyek di rêkarên ewlehî de yan xemsarî di xebatên li dijî diijmin de hene, ji ber ku operasyonên lêgerîna li terorîstên li deverên biyabanî bêwestîyan berdewam in," wî got.

Wî da zanîn ku operasyonên koleçana asmanî li biyabana rojavayî bi rêjeya sê operasyonan di heftîyekê de pêk tên, û da zanîn ku fermandarê Operasyonên Cezîrê lîwa Qasim Muhemedî roja 6ê Nîsanê ligel hinek efserine din tevlî misyoneke koleçanê bû.

"Hevdem, hêzên êlên Obêd, Elbû Mehl, Cexêfa û Kerebîlayê bi zexmeke mezin tevlî operasyonên lêgerîna li terorîstan li biyabanê bûn," Obeidi teqez kir.

"Hîn jî, ewlehkirina hemû deverên biyabanî bi awayekî tam erkekî bi yekcarî zehmet e, û hîn dijmin sûdê ji kendûkozên biyabanê û rûbera berfireh werdigire bo xweveşartin di cihên asê de û pêkanîna êrîşan," wî got.

Obêdî eşkere kir ku hêzên ewlekarî dê di demeke nêz de "pêngaveke serbazî ya mezin" a 10-rojî dest pê bikin bi armanca lêgerîna li paşmahî û veşartgehên DAIŞê li deverên berfireh li navçeya Sersarê, bakurê navçeya Rawayê, Wadî Horan û Wadî Qesif.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500