Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Yekemîn dadgehkirina têkildarî tawanên rejîma Sûrîyayê li Elmanyayê tê destpêkirin

AFP

Yek ji kesên gilî kiriye, Wesîm Muqdad (çep) bersiva pirsyarên rojnamegeran dide li derveyî odeya dadgehê di çaxê bêhinvedanekê de di dadgehkirinekê de derheqê du kesên Sûrî yên bi eşkencekirina sivîlan li Sûrîyayê tên tawanbarkirin, di 23yê Nîsana 2020an de li Koblenz, li rojavayê Elmanyayê. [Thomas Lohnes/AFP]

Yek ji kesên gilî kiriye, Wesîm Muqdad (çep) bersiva pirsyarên rojnamegeran dide li derveyî odeya dadgehê di çaxê bêhinvedanekê de di dadgehkirinekê de derheqê du kesên Sûrî yên bi eşkencekirina sivîlan li Sûrîyayê tên tawanbarkirin, di 23yê Nîsana 2020an de li Koblenz, li rojavayê Elmanyayê. [Thomas Lohnes/AFP]

Du efserên hewalgirîya rejîma Sûrîyayê pêşberî dadgehekê li Elmanyayê bûn, Pêncşemê (23yê Nîsanê) ji ber tawanên li djî mirovahîyê, ku ev yekem dadgehkirin e li seranserê cîhanê têkildarî tawanên rejîma Beşar Esed.

Tohmetbarê serekî Enwer Reslan e, yê tê gotin ku berî eqîdek bû di ewlekarîya rejîma Sûrîyayê de, bi pêkanîna tawanên li dijî mirovahîyê çaxê ku ew berpirsê girtîgeha Xetîb li Şamê bû tê gunehbarkirin.

Zilamê 57-salî, yê simbêl drijê ku berçavk li xwe kiribû di qefesê de bû, bi serpereştîkirina kuştina 58 kesan û eşkencekirina 4,000 kesan di zindanê de ji 29ê Nîsana 2011an heta bi 7ê Îlona 2012an de tê tawanbarkirin.

Tohmetbarê din Eyad Xerî-salî, 43, bi cihgirtin di tawanên li dijî mirovahîyê de tê tohmetbarkirin, bi alîkarîkirin di girtina xwenîşandanan de û di radestkirina wan ji girtîgeha Xetîb re di Payîza 2011an de. Ew tev çakêtekî xakî pêşberî dadgehê bûbû, û beşek ji rûyê wî bi maskekê hatibû nixumandin.

Weke bi sed hezarên Sûrîyan, her du kes ji welatê xwe revîyane û li Elmanyayê doza mafê penaberîyê kirine, û ew di Sibata 2019an de li wî welatî hatine girtin.

"Ev dadgehkirin a yekem e ku ew (qurbanî) dikarin biaxêvin –- ne tenê ji raya giştî de, lê belê li pêş dadgehekê –- li dor tiştê bi serê wan hatiye û tiştê hîn li Sûrîyayê rû dide," Wolfgang Kaleck, Damezrênerê Navenda Ewropayî bo Mafên Mirov (ECCHR), ku rêxistineke mafnas e ku navenda wê li Berlînê ye, got.

Reslan û Xerîb li ser bingeha pirensîpa dadwerîya cîhanî, ya ku rê dide welatên biyanî ku tawanên li dijî mirovahîyê dadgeh bike, tên darizandin.

Navenda Ewropayî got ku ev rêya yekane ye bo pêşberîkirina sûcdarên tawanên rejîma Sûrîyayê ji dadê re, ji ber ku Dadgeha Navdewletî ya Tawanan ji ber vîtoyên Rûsya û Çînê felcbûyî ye.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî bang li dewletên din kir ku "bidin ser şopa Elmanyayê û gavên hevşêwe bidin pêş".

"Divê haleta li Koblenzê hişyarîyek xurt be ji wan kesên ku aniha tawanan li Sûrîyayê dikin, ku kes nikare ji ber destê dadmendîyê bireve," rêxistina Human Rights Watch di daxuyanîyekê de got.

''Bi dest, dar û werîsan hatine eşkencekirin''

Di dema darizandinê de, ku herî kêm dê heta Tebaxê de berdewam bike, dadgeh çaverê ye ku şehdebûnên qurbanîyên ku ew berî birevin Ewropayê li Xetîbê hatibûn girtin guhdarî bike.

Roja Pêncşemê, dozgerê dewletê Jasper Klinge, yê ku dosyaya sûcan dixwend, got kurewş di zindanê de "ne li gorî mirovan bû".

Girtî, ku piranîya wan ji xwenîşandanên ku doza demokrasîyê dikirin di sala 2011an de hatine girtin, bi "dest, dar û werîsan" hatine eşkencekirin û ew rûbirûyî "şokên kehrebeyê" bûne, dozgeran gort.

Hineke din "bi destên xwe ve dihatin daleqandin bo bi tenê serê penceyên lingên wan bigihin erdê" û "wiha dihatin eşkencekirin" û hineke din "çend rojan ji razanê dihatin mehrûmkirin".

Doseya sûcan got ku armanc ji "van eşkenceyên hovane yên fîzîkî û derûnî" ew bû ku ew "li hinek agahîyên têkildarî opozîsyonê (ya Sûrî) mukur werin".

Hinek dibêjin ku Reslan ne bi tenê beydeqek û guleyeke rejîmê bû, û tê gotin ku ew di sala 2012an de tevlî opozîsyonê bû berî ku ew bigihêje Elmanyayê bi du salan.

Kaleck ji Navenda Ewropayî îsrar dike ku ew ne bi tenê "pasevanekî zindanê bû", lê belê ew, li gorî kesên ku gilî kirine, xwedan desthelat bû di sazîyên rejîma Sûrîyayê de.

Eger were sûcdarkirin, Reslan dê tevahîya jîyana xwe di zindanê de derbas bike.

Reslan û parêzerên Xerîb qayil nebûn berî rûniştina dadgehê tu agahîyan bidin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500