Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Berpirsên berê yên hewalgirîya Sûrîyayê ji ber sûcên eşkencedanê dê werin dadgehkirin

AFP

Zindanîyekî Sûrî ku ji zindaneke rejîmê hatine serbestberdan birînên xwe nîşanî çekdarên opozîsyonê dike dema ew digihêje xala pişkinînê ya Eîsê li başûrê Helebê di 19ê Tîrmeha 2018an de. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Zindanîyekî Sûrî ku ji zindaneke rejîmê hatine serbestberdan birînên xwe nîşanî çekdarên opozîsyonê dike dema ew digihêje xala pişkinînê ya Eîsê li başûrê Helebê di 19ê Tîrmeha 2018an de. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Du efserên Sûrî yên tên tawanbarkirin ku tawanên li dijî mirovahîyê encam dane dê vê heftîyê pêşberî dadgeheke Elman bibin, ku ev yekem dadgehkirin e ji bereşkenceya ku dewlet li Sûrîyayê pêk tîne..

Dema ku Enwer Bunî berî pênc salan pêşberî Enwer Reslan li firoşgeheke DIY li Elmanyayê bû, wî zanî ku ew heman kes e yê ku berî 10 salan ew xistibû di zindanê de.

Roja Pêncşemê (23yê Nîsanê), du kes dê li dadgeheke Elmanî pêşbirî hev bibin, Reslan yek ji efserên berê yên hewalgirîya Sûrîyayê ye, yê bi pêkanîna tawanan li dijî mirovahîyê bo parastina rejîma Sûrîyayê tê tawanbarkirin.

Di çarçoveya rêkarên yasayî yên pêşî yên li seranserê cîhanê de yên têkildarî eşkenceya ku rejîm li Sûrîyayê dike, dê Reslan li gorî pirensîpê dadwerîya cîhanî were dadgehkirin --pirensîpê rê dide ku dewleteke biyanî dadgehên tawanên li dijî mirovahîyê li dar bixe.

Li gorî Bunî, dadgehkirin dê "nameyeke girîng" bigihîne rejîma Sûrîyayê: "Hûn qet neyên efûkirin, lewra baş bihizirin!"

Bunî got ku Reslan ew bû zilamê ku ew ji mala wî li Şamê girt di Gulana 2006an de û ew xiste zindaneke dewletê de, ku parêzer pênc sal tê de qedandin heta ew di serhildana Sûrî de di 2011an de hat azadkirin.

Herdu kes di du mehan de bi hev re gihane Berlînê û heman rê derbas kirin dema ew bo demeke kurt li heman navenda penaxwazîyê diman.

"Min ji xwe re got ez vî zilamî nas dikim, lê min ew yekser nas nekir," Bunî got. Piştî çend mehan, ew careke din rû bi rû pêrgî dîlkerê xwe hat -- vê carê di firoşgehekê de -- û dawî wî ew nas kir.

"Eşkerekirina rastîyê"

Parêzerekî Sûrî yê şêst salîya ye, Bunî yê ku parêzerek bû ku bê westîyan bervanîya mafên mirov li welat xwe dikir, ew weke penaberekî li Berlînê ye.

Nikare karê xwe li Almanyayê berdewam bike, ew aniha dbelgeh û şehadebûnên li dijî rejîmê dide hev.

Dema ku Bunî dê ne yek ji gilîdaran be di darizandina roja Pêncşemê de, ew kesayeteke rêzdar e di civaka Sûrî ya xurt ya li Elmanyayê, ku ji 700,000 kesan pêk tê, û gelek qurbanî qayil kirin ku xwe bidin pêş.

Di sala 2016an de, dema ku wî tev hinek parêzan dest bi kar kir, Bunî zanî ku dozgir û lêpirsînerên Elman çavên xwe danîne ser Reslan, ê ku di Sibata 2019an de hat girtin.

Raslan aniha bi sûcê serpereştîkirina kuştina 58 kesan û eşkencekirin 4,000 kesên din dema ku ew berpirsê girtîgeha Xetîbê li Şamê bû, di salên 2011 û 2012an de, girtî ye.

Sûrîyekî din, bi navê Eyad Xerîb, 43-salî, tê gunehbarkirin ku ew hevkarê wî bû.

"Ev ne tolhildan e, belê ev eşkerekirina rastîyê ye," parêzerekî Elman bi navê Patrick Kroker, ê ku nûnertîya şeş Sûrîyan dike got.

Kroker teqez kir ku penaber li çendîn welatên Ewropayî, yên ku qurbanîyên eşkenceya rejîma Sûrî ne, "dixwazin ku cîhan bizane ku çi li wir diqewime".

"Eşkencedan"

Kroker got ku ew hemû kesên bo şehdebûnê hatine amadekirin "rastî eşkenceyê hatine, ku hinek caran bi awayekî pir hovane û bo heyameke dirêj" di zindanên dewletê de.

Wî got ku ew tawan ji "beşdarîkirina di xwenîşandanan de, kişandina dîmenên xwenîşandanan de... û dabînkirina dermanan ji kesên di xwenîşandanan de birîndar dibûn re pêk tên".

Gelek qurbanîyan xwest bêdeng bimînin, ew li ser selametîya endamên malbatên xwe û hevalên xwe yên li Sûrîyayê mane ditirsin û hesaban ji sîxurên rejîma Sûrîyayê li Ewropayê dikin.

Li gorî Bunî, hîn bidawîbûna şer pir dûr e.

Wî angaşt kir ku dora hezar kesên Sûrî yên tawan pêk anîne aniha li Ewropayê bêkêşe dijîn. Hevdem ku xelk hîn li Xetîbê tê eşkencekirin.

Kroker got ku dîdvanên li Koblenz ne bi tenê ji bo xwe diaxêvin lê belê bo xizmên xwe yên bûne qurbanî.

"Piranîya wan dibêjin: 'Ez vê yekê dikin... bo nîşan bidin rewşa gelek kesên ku nikarin bigihêjin vê derê çawa ye, bi taybetî yên ku hîn girtî ne, ji ber ku divê ew bitirs in, ji ber ku ew nikarin werin Ewropayê ya jî ji ber ew li jêr eşkenceyê mirine.'"

Lêpirsînên navdewletî

Dadagehinan li Fransa û Spanyayê lêpirsîn di hin tawanên de ku ji hêla rejîma Sûrîyayê ve hatine kirin vekirin.

Di sala 2016an, NY mîkanîzma xwe ya Navdewletî, Bêalî û Serbixwe ava kir, ku ew dozan li dijî kesayetên ku di şerê Sûrîyayê de tawan krine vedikin.

Ji Nîsana 2018an ve, ev rêxistina NY belgehan kom dke bo wan di dadgehan de li dijî berpirsyarên ji tawanên li dijî mirovahîyê bi kar bîne.

Ew ji zêdetir ji milyonek aytim pêk tê, di nav de belgehên fermî, wêne, dîmenên vîdyo, wêneyên asmanî, lêdwanên qurbanîyan û dîdvanan û belgehine din.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500