Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Almanya dê berpirsine berê yên Sûrî ji ber ''tawanên li dijî mirovahîyê'' di Nîsanê de dadgeh bike

AFP

Ev hinek girtîyên Zindana Navendî ya Humsê ne, wêne di sala 2016an de hatiye girtin

Ev hinek girtîyên Zindana Navendî ya Humsê ne, wêne di sala 2016an de hatiye girtin

Dadgehkirina du efserên berê yên hewalgirîya Sûrîyayê ku bi cihgirtin di tawanên li dijî mirovahîyê de tên tawanbarkirin dê di Nîsanê de dest pê bike, dadgeheke Almanî Sêşemê (10ê Adarê) ragihand.

Çalakgerine warê yasayî di Navenda Ewropayî bo Mafên Mirov û yên Destûrî, ku navenda wê li Berlînê ye, dibêjin ku ev yek dê yekem rêkara yasayî li seranserê cîhanê be, têkildarî îşkenceya ku rejîm li Sûrîyayê pêk tîne.

Dê dadgehkirin roja 23yê Nîsanê li bajarê Koblenz li rojavayê Almanyayê dest pê bike, û tê pêşbînîkirin ku herî kêm heta meha Tebaxê dirêj bike.

Enwer Reslan, 57 salî, bi tawanên li dijî mirovahîyê, tecawiza sêksî û kuştina 58 kesan tê sûcdarkirin, û Eyad Xerîb ê 43 salî bi hevkarîya pê re tê tawanbarkirin.

Tê angaştkirin ku Reslan serkêşîya lêpirsînên "Şaxê 251" yê hewlagirîya Sûrîyayê dikir, ya ku zindaneke wê li Şamê heye. Dozgir dibêjin ku wî di îşkencekirina zindanîyan de di navbera Nîsana 2011an û Îlona 20112an de cih girtiye.

Di daxuyanîyekê de roja Sêşemê, dadgehê lîsta sûcan eşkere kir, ku dibêje ku dora 4,000 zindanî rastî "lêdan, îşkencekirin û şokên kehrebeyê hatin" dema ku Reslan serokê zindana Şaxê 251 bû.

Herwiha tê angaştkirin ku "herî kêm haleke tecawiza sêksî û destdirêjîya sêksî ya raseterast hebe".

Dozgir bawer dikin ku Reslan "ji îşkenceyê agahdar bû, ku ev tê wateya ku wî dizanî ku girtî ji ber îşkenceyê dimirin".

Xerîb bi girtina xwenîşanderên li dijî hikûmetê û şandina wan bo zindanên ku ew di wan de rastî "îşkenceya hovane û sîstematîk dihatin" tê tawanbarkirin.

Pişt re ew herdu revîyan Almanyayê, lê di Sibata 2019an de hatin girtin di encama lêpirsîneke Fransî Almanî

Dadwerîya Cîhanî

Tevî ku nasnameya wan Sûrî ye, lê ew li gorî prensîpê dadwerîya cîhanî, ku rê dide welatekî biyanî ku tawankarên ku tawanên li dijî mirovahîyê kirine dadgeh bike.

Ev dadgehkirina Almanî piştî zincîrek ji gilehnameyên li çend welatên Ewropayî ku ji hêla qurbanîyên îşkenceyê û xizmên wan ve hatine vekirin, bi piştgirîya parêzerên navenda yasayî, tê.

Bi giştî 16 Sûrî bi piştgirîya navenda yasayî dê tevlî dadgehkirinê bibin, ku neh kesan ji wan doz vekirine û heft ji wan dîdvan in.

"Li gorî prensîpê dadwerîya cîhanî, dadwerîya Almanî nameyeke girîng dişîne ji kesên sax re û kesên ku li ser destê rejîma Beşar Esed hatine îşkencekirin û zordarî li wan hatiye kirin," navenda yasayî di daxuyanîyekê de got.

"Dadgehkirina li Koblenz gaveke girîng e, lê ew bi tenê destpêkeke li ser rêya dirêj a dadwerîyê," navenda yasayî got.

Navenda yasayî got ku herwiha "divê gelek doz werin vekirin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500