Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Amerîka 10 milyon dolar bo dabînkirina agahîyan derbarê serkirdeyekî Hizbulah terxan dike

AFP

Amerîka 10 milyon dolar bo dabînkirina agahîyan li dor fermandarê Hizbulah Muhemed Kewseranî terxan dike. [Youtube]

Amerîka 10 milyon dolar bo dabînkirina agahîyan li dor fermandarê Hizbulah Muhemed Kewseranî terxan dike. [Youtube]

Padaştên Programa Dadwerîyê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê Înê (10ê Nîsanê) padaşteke bi qasî 10 milyon dolar "bo agahîyên derbarê çalakî, tor û kompanîyên" fermandarê Hizbulaha Lubnanî yê paye bilind Muhemed Kewseranî ragihand.

Kewseranî bi gerandina roleke girîng di hevahenîgya di navbera komên ser bi Îranê ve li Îraqê tê tawanbarkirin.

Kewseranî serkirdeyekî mezin ê tevgera Lubnanî yê paye bilind li Îraqê ye, "û bûye berpirsyarê beşek ji hevahengîya siyasî ya komên çekdarên ên ser bi Îranê, ya ku berî aniha ji alîyê Qasim Sulêmanî ve dihat organîzkirin", Wezareta Derve di daxuyanîyekê de ragihand.

Sulêmanî, fermandarê berê yê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê, di destpêka Kanûna Duyem de di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de, ku ew li Bexdayê armanc kiribû, hat kuştin.

Li gorî Waşinton, Kewseranî, ku ji sala 2013an ve li ser lîsteya reş a Amerîkî ye, "çalakîyên komên ku li derveyî kontrola hikûmeta Îraqê kar dikin hêsan dike, mîna serkutkirina xwenîşandanan bi awayekî hovane" û "pêkanîna êrîşan li dijî delegeyên diplomasî".

Weke endamekî berê yê Encumena Siyasî ya Hizbulah, Kewseranî hewl da ku berjewendîyên tevgerê li Îraqê bi pêş bixe, mîna xebatên Hizbulah ên dabînkirina "rahînan, temwîl û piştgirîya siyasî û lojistî ji komên Şîeyên Îraqî yên têkder re".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500