Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Amerîka pereyan terxan dike bo girtina kesayeteke Hizbulaha Lubnanî ku li pişt perdeyê li Îraqê kar dike

AFP

Berpirsê Hizbulaha Lubnanî Muhemed Kewseranî rolê hevahengîkirinê di navbera hêzên ser bi Îranê ve li Îraqê, yên ku fermandarê berê yê Pasdaran Qasim Sulêmanî ew damezrandine, digerîne. [YouTube]

Berpirsê Hizbulaha Lubnanî Muhemed Kewseranî rolê hevahengîkirinê di navbera hêzên ser bi Îranê ve li Îraqê, yên ku fermandarê berê yê Pasdaran Qasim Sulêmanî ew damezrandine, digerîne. [YouTube]

Piştî derbasbûna çend mehan li ser kuştina generalekî payebilind li Bexdayê, Amerîka bi milyonên dolaran bo agahîyên li dor zilamê nenas ê şûna wî digire terxan kir -- ew kes jî semyanê hêza Hizbulah Muhemed Kewseranî ye.

Waşintonê heftîya borî ragihand ku Kewseranî "rolê hevahengîkirinê di navbera komên çekdar ên ser bi Îranê ve gerandîye", komên ku ji hêla fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê Qasim Sulêmanî ve hatine rêxistinkirin.

Di rastîyê de, dema ku Sulêmanî û hineke din ku karwanekî biçûk pêk tanîn di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de hatin kuştin di meha Kanûna Duyem de, agahî hebûn ku berpirsê bihêz û nenas ê Hizbulah di nava mirîyan de bû.

Lê pir zû hat piştrastkirin ku Kewseranî, yê ku serpereştîya siyaseta Hizbulah li Îraqê dikir, ne di nav kesên ku di êrîşê de hatin kuştin de bû.

Lê hinek gotegotên li dor mirina wî girîngîya wî di nava wekîlên ser bi Îranê ve, yên ku rewşa siyasî li Îraqê bi rê ve dibin, nîşan da.

Bo lawazkirina hejmûna Îranê li Îraqê, Amerîka heftîya borî 10 milyon dolar bo agahîyên li dor çalakîyên Kewseranî weke xelat terxan kirine.

Wezareta Derve dibêje ku ew beşek ji rola Sulêmanî ya hevahengîkirina di navbera komên ser bi Tehranê ve yên ku êrîşê şandên diplomasî yên biyanî dikin "û çalakîyên tawankarî encam didin" digerîne.

"Hevgir"

Waşintonê cara yeke Kewseranî di sala 2013an de weke "terorîst" destnîşan kir ji ber dabînkirina "piştgirîya rahînanê, siyasî, darayî û lojistî" bo komên Şîe yên Îraqî.

Kewseranî di salên1950an de li Îraqê ji dayîk bûye, xwendina xwe li bajarê Necefê qedandîye û ew bi jineke Îraqî re zewicî ye û çar zarokên wî hene.

"Kewseranî di sala 2003 de bo serpereştîkirina dosyaya Hizbulah li Îraqê hatibû destnîşankirin, têkilîya wî yekser bi emîndarê giştî yê partîyê, Hesen Nesrelah re bû," çavkanîyeke nêzîk ji serkirdatîya Hizbulah ragihand.

Di rola xwe de, şêxê lawaz pir caran di navbera Bexdayê û Beyrûtê de sefer kiriye bo gotûbêjkirinê bi kesayetên Îraqî re, bi taybetî di demên siyasî yên pir hestyar de mîna çaxê hilbijartinan û pêkanîna hikûmetê.

"Di vê rolê de, ew kopîyek ji Sulêmanî ye," berpirsyarekî Îraqî yê ku çend caran pê re civîye ji AFP re ragihand.

"Ezmûneke wî ya mezin heye û ew yekane biyanî ye, piştî Sulêmanî, ku rewşa siyasî li Îraqê ji serî heta binî nas dike," çavkanîyeke din ji Hizbulahê ragihand.

Xebîrê siyasî yê Îraqî Hişam Haşemi got ku Kewseranî xwe dixe di gelek "cilan" de.

"Ew hevgirê orkêstraya dilsozên Şîetê ye," Haşemî got, dema wî qala komên partîyên Şîe yê Îraqî, yên ku Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneî lêvegera xwe dibînin, kir.

Bi vî awayî, ew yekrêzîya komên siyasî û çekdar ên Şîe li Îraqê pêk tîne -- lê ew herwiha hewl dide ku Sunîyên Îraqê bîne tenîşt hevrikên wan ên Şîe.

Roleke girîng

Piştî êrîşa asmanî ya Amerîkî ya ku Sulêmanî û fermandarê payebilind ê Îraqî Ebû Mehdî Muhendis kuştin, Kewserani dît ku rola wî mezin bû û êdî hevahengîya bi partîyên Kurdî re jî dihundirîne.

"Ew bûye berpirsyarê hemû hêzên siyasî," Haşemî got.

Di heman demê de, wî têkilî di navbera Îraqê û Lubnanê de ava kirin, di demekê de ku Hizbulah rastî fişareke darayî ya mezin ji ber sizayên Amerîkî tê.

"Kewseranî kontrola siyasetvanên Îraqî dike -- wî sala borî daxwaza milyonên dolaran ji Îraqê kir bo çareserkirina qeyrana aborî ya Lubnanê," çavkanîyeke diplomasî ji AFP re ragihand.

Daxwaz li derveyî kenalên fermî hatiye kirin û ne dîyar gelo ketiye dewrê de yan na.

Di demekê de ku berpirsekî din ê Îraqî teqez kir ku Kewseranî ew daxwaz kiriye, çavkanîyeke nêzîk ji şêx li Beyrûtê ev yek red kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500