Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Çalakger dibêjin ku Kewseranî li Îraqê nayê qebûlkirin

Hesen Obêdî

Wêneyekî bê dîrok ku di civînekê de hatiye kişandin simsarê Hizbullah Muhemed Kewseranî di baregehên encumena siyasî ya partîyê de li taxa başûrî ya Beyrûtê tê dîtin. [AFP]

Wêneyekî bê dîrok ku di civînekê de hatiye kişandin simsarê Hizbullah Muhemed Kewseranî di baregehên encumena siyasî ya partîyê de li taxa başûrî ya Beyrûtê tê dîtin. [AFP]

Îraqîyên ji hejmûna Îranê li welatê xwe enirî ne zêde ji ber hebûna simsarê Hizbullah Muhemed Kesrewanî aciz in, yê ku bi awayekî berfireh weke berdêlê ceneralê Îranî yê kuştî Qasim Sulêmanî tê reçavkirin.

Xwedî du regezname ye ya Libnan û Îraqê, Kewseranî weke mêrikê Îranê li Îraqê derket piştî Sulêman, yê fermandarîya Feyleqa Quds a girêdayî Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) kir, di Kanûna Duyem de hat kuştin.

Guhestin çêbû dema serhildan û xwenîşndan giştî yên ku di Cotmehê de dest pê kirin, ku bi hezaran di wan de derketin kolanan daku destwerdana Îranê di rewşa Îraqê de, gendelîya hikûmetê û rewşa dewletê şermezar bikin.

Amerîkayê di 19ê Nîsanê de 10 milyon dolar xelat destnîşan kir beramber "çi agahîyên derbarê tevger, tor û hevkarên Kewseranî".

Çalakgerên Îraqî vê dawîyê wêne li ser înternetê belv kirin ku di wan de Kewsersanî ligel Şibil Zeydî, serkirdeyê milîsa Lîwayê Îmam Elî ya ku Îran piştgirîya wê dike, li hewşa malekê li taxa Cadirîyayê li Bexdayê dîyar dikir.

Wan dîyar kir ku hebûna Kewseranî li welatê wan nayê qebûlkirin û danûstandina wî bi serkirdeyê milîsan re şermezar kir.

Serokwezîr Mustefa Kazimî derbasbûna çi kesê ne Îraqî bo welat bê vîzaya fermî qedexe kir, li gorî berpirsekî hikûmeta Îraqî ê xwest ku nasnameya wê neyê eşkerekirin.

"Ev yek li ser Kewseranî û kesine din tê bikaranîn ên ku [bê vîza] derbasî Îraqê dibûn," wî ji Diyaruna re ragihand.

Di nav çalakîyên Kewseranî yên li Îraqê hevahengkirina bi Pasdaran û milîsên wekîlê wê re derbarê piştgirîkirina rejîma Sûrî. Herwiha destên wî di çalakîyên darayî de yên ku hikûmet dixwaze wan rawestîne hene, li gorî berpirsan.

Hikûmeta Kazimî "mîrateke gelekî giran" wergirt, berpirsan got û aniha ew hewl dide ku milîsên Îran piştgirîya wan dike ji hev bixe di rêya piştgirîkirinagelê Îraqî, ê ku destwerdana Îranê di welatê xwe de red kir.

"Îhanet e ji Îraqîyan re"

Gelek Îraqî gumanbar in derbarê armanca serdanên Kewseranî bo Îraqê û bawer dikin ku kiryarên wî "bê guman ne ji bo berjewendîyên Îraqê yan gelê Îraqî ne lêbelê ew xizmeta berjewendîyên Îranê dike", çalakgerê siyasî û serokê partîya el-Muwatena Xeys Temîmî got.

Elî Saedî, endamekî Tevgera Sivîl a Îraqî ê ku hevahengîya xwenîşandanên li Meydana Tehrîrê ya Bexdayê dike, ji Diyaruna re got ku hebûna Kewsernaî li Îraqê "nema tê qebûlkirin".

Wî got "tu şirovekirin jê re nîne ji bilî ku [Kewseranî] kar dike daku ciwanan tecnîd bike bo li Sûrîyayê şer bikin, dizîya pereyan ji Îraqê bike, û çalakîyên neqanûnî li welat bike yan gefê li hêzên hevpeymanîya navdewletî yên bi birêveberîya Amerîkayê bixwe".

Wî anî ziman ku ev kiryar hemû ti tiştî ji bilî nearamî û xibrabkirinê nayînin û destnîşan kir ku divê Kewsernaî li Îarqê nemîne.

Hebûna Kewseranî li Bexdayê û danûstandina wî bi siyasetmedaran re "îhanet e ji Îraqîyan re", ji ber ew bi piştgirîya Îranê kar dike daku serwerîya Îraqê bin pê bike, çalakgerekî Besrayê yê xwest ku nenaskirî bimîne got.

Çalakger Kewsernaî bi gernandina rolekê di çewisandina xwenîşandanên ku di serdema hikûmeta Serokwezîrê berê Adil Ebdul Mehdî de rû dan tuhmetbar kir, ku wî ji berdêla Qasim Sulêmanî serperiştîya milîsên Îran piştgirîya wan dike dikir.

Beşdarbûna zêde di siyasetê de

Îraqî gelekî guh didine hebûna Kewsernaî û çalakîyên wî, ev yek "heta asteke mezin vejîna civaka Îraqî nîşan dide", pisporê karûbarên Îraqî Ebdullah Rikabî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got "berî vê, xelkê bawer dikir ku nerîna wan ne girîng bû, lê ev yek piştî xwenîşandanan gelekî hat guhertin".

Wî got ku aniha Îraqî Kewsernaî red dikin û bi bernavên biçûker bang lê dikin, mîna "rûwê şer", "kund" û "dergehvan", ew behsa rola wî weke mêrikê Îranê di serdema piştî Sulêmanî de dikin.

Gelekî girîng e ku qehr li dijî Kewseranî ji bajarê başûrî yên mîna Necef û Kerbalyê tê, ev nîşaneke ku Şîiîyên Îraqî "red dikin ku ol ji bo xizmeta armanca rejîma Îranê were bikaranîn", Rikabî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

6 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hezkirin û rêzgirtina me ji berxwedêrên ku dixwazin ev milet rûmet û rêzdarîya xwe vegerîne. Ew hêze xurt in û şûjinek in di çavên zordaran û Erebên Ziyonist de, yê ku xaka û rûmeta xwe bi rêkeftinên asayîkirina têkilîyan bi Îsraîlê yên ku ziyan gihandin netewa Ereb û Musilman firoştin. Rûreşî û şermezarî ji wan re! Zilamên berxwedanê taca serê Ereban in û divê ew bi wan serbilind bin.

BERSIV BIDE

Ev babet ji xeyalên Xeys el-Temîmî û hevbîrên wî ye, yên ku dixwazin fitneyê gur bikin.

BERSIV BIDE

Ev ne cihê qebûlkirinê ye. Kewseranî kesekî nedîyar e ku Amerîka û çalakgerên wê yên Facebookê û mîdyaya civakî peyda kiriye. Ew cîhadîyeke ku hevahengîyê di navbera Hizbulah Îran û hêzên berxwedêr de dike. Pêlava wî ji we û kesyên asayîkirinê bi Îsraîlê re dikin binirixtir e.

BERSIV BIDE

Hûn ne rast dibêjin. Em li dijî hebûna Amerîkayê ne bo ew dest nedeyne ser herêmê û samanên wê talan neke. Li gorî we, û axayên we, hûn hertimî xizmeta Amerîkayê dikin ji ber ku bê rûmet û bê ol in, ku ew ola pêxember Muhemed e. Pirsa ku kes newêre bike ev e: Hûn çi navî li şerê Amerîka-Îraqê di sala 2003yan de dikin, ku ew bi rûxana rejîma Sedam Husên bi dawî bû? Gelo ew dagirkarî bû yan jî cengeke rizgarkirinê bû? Divê em çi navî li vê cengê bikin? Ev pirsyareke girîng û bingehîn e ku dê gelek ji pirsan yekalî bike. Kî navê cenga rizgarkirinê lê dike? Gelo Îraqî vê yekê dibêjin? NY bi xwe nav lê dike dagirkarî, lewra çima hûn pêdagîrîyê dikin ku ew rizgarkirin bû? Ev mejîşiştineke bi awayekî pîşedarî ye. Sedam tawankar û dîktator bû. Em hemû li ser vê yekê hevkok in. lê ev yek nayê wateya ku em têgînên resen ji bîr bikin û yên nû bi kar bînin. Sedam tawankar bû û Amerîka dagirker e. Bila zordarîya Sedam wiha li we neke ku hûn bi xwe bibin zordar û hişên nifşên nû ji rê nebin. Tiştê di sala 2003yan de qewimî dagirkarî bû, ne rizgarkirin bû.

BERSIV BIDE

Weke Îraqîyekî, Ez serfiraz im ku Kewseranî li Îraqê ye. Ji ber ku ev yek balansê bi hejmûna Amerîkayê re pêk tîne, ya hewl dide ku têkilîyan bi Ziyonistan re asayî bike. Hebûna wî li Îraqê piştrast dike ku Îraq beşek ji tewerê berxwedanê ye, yê ku hemû Ziyonistên qirêj bêdeng dike.

BERSIV BIDE

Te baş got! Bo tu bizanî gelo tu ji serê xwe dihizirî yan li jêr bandora ragihandina arastekirî yî, bo bizanî helwestên te encama fişara ragihandinê yan hêma û prensîpên bihêz in, bi tenê li hewlesta xwe li hember destêwerdanên Turkîyayê, weke mînak, meyze bike, gelo ew weke helwestên te yên li hember destêwerdanên Erebistana Siûdî û Amerîkayê ne. Ew mîna helwestên te yên li hember destêwerdanên Îranê ne? eger erê, wê çaxê ev yek baş e. Lê eger bi tenê tu giranîyê didî Amerîka û Îran, wan rexne dikî yan berevanîya wan dikî, yan çawa tu helwestdar bû, û tu çavê xwe ji Turkîyayê û dewleta Osmanî ya ew dixwaze ava bike bigirî, wê çaxê, mixabin, tu li jêr bandora ragihandina arastekirî yî.

BERSIV BIDE