Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî veşartgehên DAIŞê li parêzgeha Diyalayê bombebaran dikin

Xalid Taî

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî li veşartgehên DAIŞê digerin li bistanên bajarokê Ebî Seydayê li parêzgeha Diyalayê di 21ê Sibata 2019an de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî li veşartgehên DAIŞê digerin li bistanên bajarokê Ebî Seydayê li parêzgeha Diyalayê di 21ê Sibata 2019an de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarî yên Îraqî roja Sêşemê (24ê Adarê) êrîş û operasyoneke lêgerînê li veşartgehên bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kirin li gundewarê parêzgeha Diyalayê.

Hêzên polîsê xwecihî ji fewcên 8mîn û 9mîn, yekîneyên operasyonên lezgîn ên polîsê Diyalayê û Fewcê Nimûne di operasyonan de beşdar bûn, li gel piştgirîya ji alîyê tîmên endazyarîyê yên polîs, kûçikên (K9) û yekîneyên hevpeywendîyê.

Operasyonê deverên li gundê Ebû Kerma û çîtikên li derdora çemê Diyalayê girtine ber xwe, fermandarîya polîsê Diyalayê di daxuyanîyekê de got.

Daxuyanîyê got ku wê armanc kir ku "bide dûv komên DAIŞê da nehêle ku penayên ewle li deveran ji xwe re bibînin".

Operasyonên ewlehî yên vê dawîyê li Diyalayê û yên ku berî vê li girên Hemrîn, Mexûl, Mexmûr û biyabana Enbarê dest pê kir "armanc kir ku gefa trorîstên mayî li ser ewlehî û armaîya sivîlan çê dikin rawestînin, bi taybet li bajarê rizgarkirî," liwa Tehsîn Xefacî, peyvdarê Fermandarîya Operasyonên Hevbeş, ragihand.

Bermahîyên DAIŞê "îroj, bi saya van operasyonên gelek, lawaztir in çi qas dema bûrî", wî ji Diyaruna re ragihand.

Aniha "gelekî hêsan e ku veşartgehên werin kifşkirin, wî got.di encama karê awarte yê ji alîyê ajansên hewalgirî û şîyana pêşketî ya hêzên me -- bi taybet hêza cewî -- ku gelekî bi lez digihine armancên dijmin û yekser wan bombebaran dikin"

Opersyonê li girên Hemrînê

Xefacî da zanîn ku roja Şemîyê (21ê Adarê), balefirên şer F-16 ên Îraqî veşartgeheke nepenî li girên Hemrînê yên Diyalayê bombebaran kir.

Wî got ku hewalgirîya Îraqî agahîyên derbarê veşartgehê dabîn kirin, cihê ku hejmareke mezin ên bermahîyên DAIŞê lê gihabûne hev.

Wî anî ziman ku piştî wan ev agahî wergirtin "şarezayên Îraqî û endazyaran balefirên F-16 amade kirin bo pêkanîna misyonê".

"Dema êrîşê bi baldarî hat bijartin daku li hemû bermahîyên dijmin yên li wir bixin, ji ber agahîyên hewalgirî yên ji me re berdest destnîşan kirin ku bi dehan terorîst li wir bûn," Xefacî got.

Wî got ku "operasyon serkeftineke mezin bû û veşartgeh wêran kir û her kesê di hundirê wê kuşt".

"Terorîstên ku mirin, li gorî agahîyên me, ne fermandarên DAIŞê bûn lê ew endamên bûn yên xwe amade dikirin ku êrîşan li hejmarek gund û bajarokên Diyalayê bi cih bînin, herwiha li parêzgehên hevtixûb mîna Selahedîn, Kerkûk û Nînewayê," wî got.

Wî got ku bandora derbeyê gelekî li ser DAIŞê hebû û destnîşan kir ku ew beşeke ji "xebata berdewam bo nehiştina bermahîyên DAIŞê yên xwe li nav çiya û biyabanê û deverên ku dehlên himbiz li wan hene vedişêrin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500