Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî Girên Hemrînê dimalin di çarçoveya lêgerîna li şanên DAIŞê

Xalid Ta'î

Di vê wêneyê de, Serokwezîrê Îraqî Heyder Ebadî ligel lîderên ewlekarî dicive bo gengeşekirina planên nehiştina şanên razayî yên DAIŞê. [Wêne ji Ofîsa Medyayî ya Serokwezîrê Îraqî hatiye wergirtin]

Di vê wêneyê de, Serokwezîrê Îraqî Heyder Ebadî ligel lîderên ewlekarî dicive bo gengeşekirina planên nehiştina şanên razayî yên DAIŞê. [Wêne ji Ofîsa Medyayî ya Serokwezîrê Îraqî hatiye wergirtin]

Wezareta Berevanîyê ya Îraqî roja Sêşemê (26ê Hezîranê) ragihand ku ew dê şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) nehêle û sivîlan ji gefên terorê biparêze.

Daxuyanîya wezaretê çend demjimêran paş destpêkirina operasyoneke serbazî ya bi dîqet li devera Hemrînê hat, bo dîtina şeş kesên revandî yên Îraqî ku DAIŞê heftîya borî ew revandin dema ku wan rêwîtî li ser rêya Kerkûk- Bexdayê dikir.

DAIŞê her şeş kes li Kerkûkê revandin û di rêya vîdyoyekê de gefa kuştina wan kir eger endamên jin ên DAIŞê yên bi îdamê û bihûrandina jîyanê di zindanê de hatine hukimkirin neyên serbestberdan.

"Piştî ew ji alîyê leşkerî ve hat têkbirin, DAIŞ îroj hewl dide ku moral bide elementên xwe yên mayî bi rêya çalakirina şanên xwe yên razayî bo encamdayîna operasyonên ku herî kêm mirov dikare bibêje ew tirsonek in" peyvdarê wezaretê, lîwa Tehsîn Xefacî wiha got.

Hêzên Îraqî li Girên Hemrînê bi cih dibin di çarçoveya lêgerîna li şer dîlên Îraqî yên DAIŞê ew ji rêya Kerkûk-Bexdayê revandin. [Wêne ji Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî li Girên Hemrînê bi cih dibin di çarçoveya lêgerîna li şer dîlên Îraqî yên DAIŞê ew ji rêya Kerkûk-Bexdayê revandin. [Wêne ji Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Wî got ku rêxistin dixwaze hebûna xwe nîşan bide bi rêya pêkanîna tawanan li dijî xelkên bê sûc, mîna revandina şeş kesên Îraqî vê dawîyê.

Di civîna ewlehî ya dirêjkirî de ligel Serokwezîr Heyder Ebadî, "me ferman wergirtin têkildarî peygerîn û êrîşbirina ser şanên razayî yên DAIŞê li her cihî", Xefacî ragihand. "Em bi nehiştina van şanan hatin erkdarkirin."

Di encama civînê de, hêzeke operasyonên taybet hat pêkhatin bo parastina welatîyên Îraqî, "ewlekirina rêyan ji terorîstan û moxleçîyan, û pêkanîna pêngaveke bilezûbez bo nêçîrkirina endamên terorîst", Xefacî eşkere kir.

"Rênimayan giranî da xebata hewalgirî, pevguhertina agahîyan, û xebatên hevahengî bo nehiştina çi derfetê li hember terorîstan û rêgirtin li ber çêkirina gefê li ser ewlehîya welatîyan," wî wiha jî got.

Pêwendîyeke bihêz ligel xelkê

"Serkeftina me [li ser DAIŞê] hat bidestxistin bi saya pêwendîya bihêz a di navbera xelkê û hêzên ewlekarî de hat pêşxistin," Xefacî got.

"Xwegorîkirinên leşkerên wan û pêdagirîya wan li ser xelaskirina xelkê ji penceyên DAIŞê bi her nirxî hişt ku bawerî û hevtêgihiştin di navbera her du alîyan de pêk were," wî got.

"Em wê pêwendîyê bingeh digrin di peygerîna li terorîstan, pêkanîna operasyonên parêzî li dijî asêgehên raz û êrîşabirina li ser depoyên çek û alavan de," Xefacî got.

Hêzeke ewlekarî ya hevbeş ku ji xebatkarên Firqeya 5ê, Hewalgirîya Serbazî û Polîsê Diyalayê pêk tê, bi piştgirîya balafirên şer ên artêşê, roja Duşemê operasyoneke lêgerînê ya berfereh dest pê kir.

Wî got ku armanc peygerîna li bermahîyên DAIŞê ye li girên Hemrînê.

Li gorî daxuyanîyeke Fermandarîya Polîsê Diyalayê, heta aniha tundrewek di operesyonê de hatiye kuştin.

Daxuyanîyê got ku, sê malên bihinvedanê û 10 motor hatin wêrankirin û neh alavên teqemenî hatin têkibirin, û dest li ser lorîyeke piçûk û stokine teqemenî, alav û xwarinê hat danîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500