Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Çalakger: Tehrîr el-Şam li bakurê Sûrîyayê qeyranekê jîyan dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev komek ji xwendekarên Sûrî ne ku Tehrîr el-Şam ew tecnîd kirine, ev wêne hatiye kişandin berî ew bo şerê li dijî hêzên rejîma Sûrîyayê werin şandin. [Wêne ji hesabê Telegramê yê Sahel Al-Shamali News hatiye wergirtin]

Ev komek ji xwendekarên Sûrî ne ku Tehrîr el-Şam ew tecnîd kirine, ev wêne hatiye kişandin berî ew bo şerê li dijî hêzên rejîma Sûrîyayê werin şandin. [Wêne ji hesabê Telegramê yê Sahel Al-Shamali News hatiye wergirtin]

Çalakgerin ji herêmê dibêjin ku Tehrîr el-Şam li deverên li jêr kontrola wê mane li parêzgehên Idlibê û Helebê, yên hevsînor ligel parêzgeha Laziqîyayê û li hinek deveran li bakurê Sûrîyayê rastî rewşine neseqamgîr tê.

Wan got ku ev yek ji ber kêmbûneke dijwar di fînansê de,dijwarbûyîna operasyonên serbazîû reva bi hezarên sivîlan ji deverê ye, tev gelek ji çekdarên wê jî, ku vê yekê hêza wê kêm kiriye.

Tehrîr el-Şam rewşeke ji tevlîhevîyê û gelemşeyê jîyan dike ji ber peresendinên nû yên li deverên li jêr kontrola wê -- yên mayî -- li gundewarê Laziqîyayê, Idlibê û Helebê, çalakgerekî bi navê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku çavkanîyên fînanskirina komê -- mîna bac û zekata ku li ser xelkê tê sepandin -- kêm bûne, hema bibêje ku çalakîyên bazirganî nemane ji ber şer û pevçûnan û pêla yekcar mezin a awarebûnê.

Wî dîyar kir ku ev yek bû sedem ku deverên berfireh bê niçtecih bimînin, ku di encamê de Tehîr el-Şam nikare pereyan ji bazirganîyê qezenc bike û nedikare bacan li ser herikîna pêdivîyan bo nav û derveyî deverên li jêr kontrola wê ferz bike.

Zordarîya li hember çalakgeran

Esaf got ku tevî rewşên dijwar ên li herêma Idlibê, Tehrîr el-Şam kampanyaya xwe yên girtina dijberên xwe sivik nekiriye.

"Wê vê dawîyê çalakger Trad Şaebûk û Ehmed Naesan girtin, ên ku insiyatîvek li bajarê Selqînê organîz kirin bo alîkarîkirina bêwarên ku ji gundewarên Idlibê û Helebê revîyane," wî got.

Çalakgeran insyatîva Ehil el-Xêr (Xelkê Xêrxwaz) organîz kir bo alîkarîkirina bi bêwarên ku xwe li deverê girtine, bi rêya komkirina alîkarîyan ji xelkê û firoşgehdaran.

Esaf got ku çalakgeran berteka xwe li hember vekirina Tehrîr el-Şam ji çend xanîyên vala re û bicihkirina malbatên çekdarên xwe li wan, di demekê de ku ew rê nadin tu kesekî ne alîgirê wan ne ku di wan xanîyan de bi cih bibe, nîşan da.

Wî got ku ev yek bû sedema derketina nerazîyan û alozîyan li bajar.

Şênîyê Maeret Numanê Hanî Numan ji Diyaruna re ragihand ku bi dehan malbatên ku ji ber êrîşên asmanî û topbarankirinan revîyane gotin ku gelek xalên pişkinînê yên Tehrîr el-Şam bacan ferz dikin.

"Çekdarên komê daxwaza bertîlan dikin bo rê bidin sivîlan di rêbendên wan re derbas bibin, bi taybetî malbatên ku tiştên xwe yên nav malê bi xwe hildigirin," wî got.

Wî got ajokar dibêjin ku Tehrîr el-Şam bacên bilind li ser veguhestina wan ji awareyan û tiştên wan re disepîne, û da zanîn ku ajokar bi tenê pereyekî kêm qebûl dikin bo sûtemenîyê û pêdivîyên serekî bikirin.

Tehrîr el-Şam lawaz dibe

Numan got ku xelkê têbînî kiriye ku "Tehrîr el-Şam pir şer" li dijî rejîmê nake, û wan dîtiye ku hinek caran "vekişînên nişkayî ji qadên şer hene" ku di encamê de hêzên rejîmê bi pêş dikevin.

"Gotegot li herêmê hene ku dê Tehrîr el-Şam di demeke nêz de hebûna xwe bi dawî bike, ji ber rewşa wê ya kambax," wî got.

Tehrîr el-Şam hewl dide ku çarekê ji kêmbûna hejmara çekdarên xwe rebibîne, kêmbûna ji ber rev û mirina bi hejmareke mezin a endamên di dema dawî de, rojnamegerê Sûrî Muhemed Ebdulah ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev hewl serbestkirina çekdarên wê yên ji ber sedemên cuda hatibûn girtin, ligel serbestkirina çekdarên ji hêzên din ku wê ew girtibûn û ew zindan kiribûn, "bi mercê ku ew di nav rêzên wê de şer bikin" dihundirînin.

"Çend yekîne ji van endaman hatine bikaranîn û bo enîyên şer hatine şandin, ku pevçûnên herî dijwar li wan li dar bû," wî da zanîn.

Wî bal kişand ku Tehrîr el-Şam herwiha kampanyayeke tecnîdkirinê dest pê kiriye ku xwendekarên dibistanên amadeyî û yên zanîngehê armanc dike, û ew ji wan dixwazin ku tevlî rêzên wan bibin bi behaneya "bicihanîna cîhadê".

Ebdulah got ku kampanyayeke din li jê sernavê "Pêşkevin, Ciwan û Kal" heye ku hewl dide ciwan û zilam bikişîne nava rêzên xwe bo ew şer bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500