Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Tehrîr el-Şam rexnê li serkirdeyên cudabûyî dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Hevdem ligel gurbûna alozîyeke nû di navbera komên tundrew ên hevrik de li Idlibê,Tehrîr el-Şam serokê Lîwayê el-Muqatilîn el-Ensar Cemal Zeyniya ("Ebû Malik al-Telî") digire ji ber ku ew cuda bûye û odeyeke operasyonan a nû damezrandîye. [Wêne ji Navenda KavKaz/Twitter hatiye wergirtin]

Hevdem ligel gurbûna alozîyeke nû di navbera komên tundrew ên hevrik de li Idlibê,Tehrîr el-Şam serokê Lîwayê el-Muqatilîn el-Ensar Cemal Zeyniya ("Ebû Malik al-Telî") digire ji ber ku ew cuda bûye û odeyeke operasyonan a nû damezrandîye. [Wêne ji Navenda KavKaz/Twitter hatiye wergirtin]

Pevçûnên dijwar li bajarê Idlibê û beşên başûrî û rojhilatî yên parêzgehê derketine piştî ku Tehrîr el-Şam hejmarek ji kesên cudabûyî yên ku bi hev reodeyeke operasyonan a nû damezrandine girtin, çalakgerekî xwecihî ragihand.

Odeya operasyonan a nû, ku bi tundrewîya endamên xwe tê naskirin, ku navê wê "Fesbitû" (Li Ber Xwe Bidin) e, ji Huras el-Dîn, Ensar el-Îslam, Ensar el-Dîn, Tensîqiyat el-Cîhad û Lîwayê el-Muqatilîn el-Ensar pêk tê.

Avakirina sîwaneke nû Tehrîr el-Şam aciz kiriye, ku wê biryar daye ku divê kesên niyaza wan heye cuda bibin bê rezamendîya hevbendîyê rêzên wê nehêlin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Sêşemê (23yê Hezîranê) ragihand.

Li gorî biryarê, endam û serkirdeyên Tehrîr el-Şam ên rezamendî wergirtine ku rêzên wê bihêlin nikarin tevlî hêza nû bibin.

Endamên Tehrîr el-Şam li pêş avahîyekê li Idlibê kom dibin ku kom wê weke baregehekê bi kar tîne. [Wêne ji dîmeneke vîdyo ya Syria TV hatiye wergirtin]

Endamên Tehrîr el-Şam li pêş avahîyekê li Idlibê kom dibin ku kom wê weke baregehekê bi kar tîne. [Wêne ji dîmeneke vîdyo ya Syria TV hatiye wergirtin]

Piştî damezrandina odeya operasyonên Fesbitû, Tehrîr el-Şam şand pey serokê Lîwayê al-Muqatilîn el-Ensar Cemal Zeyniya ("Ebû Malik el-Telî"), çalakgerekî ji Idlibê bi navê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

Zeyniya ji hêla endamên Tehrîr el-Şam ve di êrîşekê de li ser xanîyê wî li bajarokê Sermedayê li gundewarê rojhilatî yê Idlibê hat girtin, li gorî Esaf.

Tehrîr el-Şam herwiha serokê Ensar el-Dîn Sîrac el-Dîn Muxtarov ("Ebû Selah el-Uzbekî") girtîye, yê ku di nava rêzên Tehrîr el-Şam de şer dikir û pişt re cuda bû.

Esaf got ku girtin bûn sedema gurbûna pevçûnên dijwar, ku tê de tifingên maşîn û mûşek hatin bikaranîn, di navbera Tehrîr el-Şam û hevgirtina Fesbitû ya nû de.

Esaf got ku "belgenameyên girtinê" hatin derxistin piştî ku hejmareke mezin a çekdaran ji Tehrîr el-Şam cuda bû û tevlî komên rikaber bûn û cih di odeya operasyonan de ya nû hatiye pêkanîn girtîne.

Wî got ku tiştê birînê xwê dike ew e ku wan mêjerên mezin ji pereyan ligel xwe birin.

Wî da zanîn ku Tehrîr el-Şam hewl da ku van pereyan vegerîne, bi taybetî ji Zeyniyayê, yê tê gotin ku 20 milyon dolar ji xezîneyên hevbendîyê birine.

Wî got ku pevçûnan di navbera hevbendîyên tundrew de li herêma Idlibê dest pê kiriye hevdem ligel bangewazîyên tevlîbûna şer ji alîyê her du alîyan ve, ku çekdarên Tehrîr el-Şam li gelek xalên pişkinînê belav bûne bi taybetî li derbasgehên bajarokan.

Esaf got ku ev yek nîşan dide ku Tehrîr el-Şam "lîstên xwestîyan" amade kirine, û da zanîn ku hevbendîya tundrew biryareke nû derxistîye ku ew tê de gefê dike ku ew dê her kesê jê cuda bibe û tevlî van koman bibe destgîr bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500