Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hevpeymanîya navdewletî şer bi alîgirên rejîma Sûrîyayê re dike

AFP

Karwaneke kamyonan ku pêdivîyan ji hevpeymanîyê re hildigire di Qamişloyê re roja 8ê Sibatê derbas dibe. [Delîl Sulêman/AFP]

Karwaneke kamyonan ku pêdivîyan ji hevpeymanîyê re hildigire di Qamişloyê re roja 8ê Sibatê derbas dibe. [Delîl Sulêman/AFP]

Hevpeymanîya navdewletî got ku hêzên wê li bakur û rojhilatê Sûrîyayê roja Çarşemê (12ê Sibatê) bi çekdaran re ketin pevçûnan piştî ku pagerên wê rastî êrîşeke li nêzî bajarê Qamişloyê hatin.

"Hêzên hevpeymanîyê, ku wan pagerek li nêzî Qamişloyê pêk tanî, rastî xaleke pişkinînê ku hêzên alîgirê rejîma Sûrî lê bûn hat," peyvdarê hevpeymanîyê Myles Caggins ragihand.

"Pager rastî çekên sivik hat ji alîyê kesine nenaskirî ve. Weke gaveke xweparistinê, hêzên hevpeymanîyê li wan vegerandin," wî got.

Caggins got ku pager bi awayekî ewle vegerîya baregeha xwe piştî ku rewş "aram" bû.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, endamên alîgirê rejîmê ku li gundê Xirbet Emoyê bi cih in hewl dan ku rê li ber pagereke serbazî ya Amerîkî bigirin, wan fîşek bi hewayê de berdan.

Vê yekê hişt ku hêzên hevpeymanîyê bersiv bidin, wan alîgirekî rejîmê di pevçûnê de kuştin, Rewangehê got. Hevpeymanîyê tu xisar ranegihandin.

Xirbet Emo ji deverên kêm e li devera ku heta asteke mezin li jêr kontrola Kurdan e, ku ew ji alîyê hêzên rejîmê ve tê kontrolkirin.

Hêzn Amerîkî yên li herêmê di çarçoveya şerê hevpeymanîya navdewletî yê li dijî bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de kar dikin.

Ew bi awayekî rotînî pageran li deverê ligel hevalbendên xwe yên kurd pêk tînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500