Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bepirs: Hêzên hevpeymanîya navdewletî dest bi derketina ji bingehên Îraqê dikin

AFP

Di vê wêneyê de, endamên taximê helîkopterên Artêşa Amerîkî li helîkoptera xwe ya ji celebê Chinook dinerin dema ku ew ji balyozxaneya Amerîkayê ber bi Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê difirin, li pey helîkoptera Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, di ser Bexdayê, paytexta Îraqê, re roja 9ê Sibatê. [Andrew Caballero-Reynolds/POOL/AFP]

Di vê wêneyê de, endamên taximê helîkopterên Artêşa Amerîkî li helîkoptera xwe ya ji celebê Chinook dinerin dema ku ew ji balyozxaneya Amerîkayê ber bi Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê difirin, li pey helîkoptera Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, di ser Bexdayê, paytexta Îraqê, re roja 9ê Sibatê. [Andrew Caballero-Reynolds/POOL/AFP]

Hevpeymanîya bi pêşengîya Amerîkayê dê bi sedan ji serbazên xwe ji serbazgehinan li Îraqê vekişîne, di nav de bo derveyî Îraqê, hevpeymanîyê û berpirsên Amerîkî Sêşemê (17ê Adarê) eşkere kirin.

Daxuyanî piştî çend demjimêran ji êrîşeke din a bi rokêtan ku serbazgeheke Îraqî ku hêzên biyanî lê bi cih dibin armanc kir hat, ku ev êrîşa 24emîn di nava kêmtir ji şeş mehan de.

"Hevpeymanî hêzan ji hinek serbazgehên biçûk vedikşîne," peyvdarê hevpeymanîyê Myles Caggins ragihand.

Yekemîn tedbîra guhertina bicihbûnê ji Qaimê Sêşemê pêk dihat, ku ev bingeheke li ser sînorê bi Sûrîyayê re ye, berpirsekî hevpeymanîyê ji AFP re eşkere kir.

"Merasîmeke veguhestinê îro tê birêveçûn bo radestkirina damezraweyan bo hêzên Îraqî, û dê hemû hêzên hevpeymanîyê ji Qaimê derkevin," berpirs got.

"Ev dîrokî ye," berpirs got û da zanîn ku dora 300 ji serbazên hevpeymanîyê dê ji bingehê werin derxistin.

Hinek hêz tev topxaneyên bo bingehên hevpeymanîyê yên li Sûrîyayê hatine veguhestin, û yên din yan dê bo hinek bingehên din li Îraqî yan bo Kuwêtê werin veguhestin.

Berpirs red kir ku ev guhertina di bicihkirina hêzan de ji ber zêdebûna di êrîşên bi rokêtan de di heftîya borî de bû,êrîşên ku hêzên biyanî li seranserê Îraqê armanc kirin, ku Amerîka hêzên Îraqî yên Îran piştevanîya wan dike sûcdar dike.

Hêz 3 bingehan vala dikin

Dora 5,200 leşkerên Amerîkî li seranserê Îraqê hene û ew piranîya hevpeymanîya ku di sala 2014an de hat avakirin bo alîkarîkirina bi hêzên xwecihî re di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de pêk tînin.

Ew li tenîşt hêzên Îraqî li dor deh bingehan cih digirin.

Efserekî Amerîkî ji AFP re ragihand ku hêzên hevpeymanîyê dê ji sê baregehan derkevin. Tev Qaimê, biryar e ku hêzên li baregehên Geyara û Kerkûkê li bakurê Îraqê di dawîya Nîsanê de werin vekişandin.

Dema ku Qaim rastî mûşekan nehat, Geyara û Kerkûk di mehên dawî de bi giranî rastî mûşekan hatin.

Berpirs got "tu bandor tune bûn lê tundîyê hişt ew (vekişandin) bilez pêk were," da zanîn jî ku hejmara giştî ya hêzan li Îraqê dê weke xwe bimîne.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo Duşemê Îraq hişyar kir ku ew ê "li gorî pêwîstîyê li çi êrîşeke nû li dijî Amerîkîyan vegerînin û "eger hat xwestin dê rêkarên pêwîst jî bo xweparastinê bigirin".

Di peywendîyeke telefonî de bi serokwezîrê berê yê Îraqî Adil Ebdul Mehdî re, Pompeo dîyar kir ku Bexda "divê berevanîya hêzên hevpeymanîyê bike", yên ku bi awayekî fermî weke beşekî ji pêngava li dijî DAIŞê hatine belavkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500