Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hevpeymanîya navdewletî bi kompanîyên Hesekê re di nava têkilîyan de ye

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Nûnerên hevpeymanîya navdewletî ligel xwedanên kar û kompanîyan li Rimêlanê dicivin. [Wêne ji Rojava 24 hatiye wergirtin]

Nûnerên hevpeymanîya navdewletî ligel xwedanên kar û kompanîyan li Rimêlanê dicivin. [Wêne ji Rojava 24 hatiye wergirtin]

Berîya salekê Duşemê (23yê Adarê), Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) bi piştevanîya hevpeymanîya navdewletî,"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji dawîn asêgehên wê li Sûrîyayê, li gundê Baxozê yê Dêra Zorê derxist.

Berî vê bîranînê, peyvdarê hevpeymanîyê eqîd Miles Caggins û peyvdarê QSD Mistefa Balî konferanseke çapmenîyê ya hevbeş li bajarokê Rimêlanê yê parêzgeha Hesekê 6ê Adarê li dar xist, ku tê xebatên berdewam ên têkbirina şanên razayî yên DAIŞê hatin nirxandin.

Têkilîya di navbera hêzên hevpeymanîya navdewletî û niştecihên herêmî de baş û erênî bû, çalakgerê herêmî Emar Salih ji Diyaruna re ragihand.

Salih daxuyand ku ligel xebata bi QSD re bo armanckirina paşmahî û şanên razayî yên DAIŞê li bakur-rojhilatê Sûrî, hevpeymanîya navdewletî piştevanîya civaka herêmî jî dikir û vê dawîyê derfetên bazirganî ji wan re peyda kirin.

Nûnerên hevpeymanîya navdewletî mekanîzmeyên kar û mercên sereke yên girêbestên di navbera kompanîyên Sûrî û hêzên hevpeymanîyê de li Hesekê şirove dikin. [DVIDS]

Nûnerên hevpeymanîya navdewletî mekanîzmeyên kar û mercên sereke yên girêbestên di navbera kompanîyên Sûrî û hêzên hevpeymanîyê de li Hesekê şirove dikin. [DVIDS]

Kompanîyên herêmî bo tomarkirina kompanîyên xwe hatine vexwendin da girêbestan girêdin û piştevanîyê bidin baregehên ku hevpeymanîya navdewletî tê ne, Caggins 6ê Adarê di konferanseke çapemenîyê de got.

Caggins anî ziman ku berî karibin karên bazirganî bi hevpeymanîyê re bikin, divê kompanî rastand û tomarkirî bin.

Wî anî ziman ku "ev tê wateya ku divê xwedîyên kar bo pişkinîna ewlehî amade bin, û divê em teqez bibin ku dê ev pere ji kompanîyan re biçin".

Caggins daxuyand ku ev yek bo misogerkirina ku ev pere ji rejîma Sûrî re neçin, ku dê siza bo wê hebin, an jî ji çi rêxistinên tendurew re.

Girêbestên tenderê ji anîna kevir, qom, alavên giran û madeyên avakirinê yên giştî pêk tên.

Caggins ev yek bi "gava destpêkê... bi nav kir ku dibînin dê hevkarîyeke serkeftî bo handan û xurtkirina aborîya herêmî hebe," û destnîşan kir ku karên têne nirxandin jî ji alîyê "jin û zilamên Kurd û Ereban ve bi rê ve diçin".

Caggins destnîşan kir ku "egerî heye hinek kes derfetên kar ên baş bi dest bixin, an cihek bo firotina kelûpelên wan hebe," da zanîn jî ku aborîya herêmî ya xurt dê DAIŞê tengav bike.

Li piranîya Hesekê tu çekdarên DAIŞê yên çalak tune ne "ji ber civak vî tiştî qebûl nake", wî got, "û em dibînin aborî xurt e, û xurtkirina aborîyê girîng e".

Têkilîyên "erênî" bi niştecihên herêmî re

Salih civînên hevpeymanîyê yên dawî û hevpeywendîyên berdewam bi kar ên herêmî re bi "gaveke erênî di her alîyî de" bi nav kir.

Salih ji Diyaruna re eşkere kir ku dayîna girêbestên kar bo kompanîyên herêmî "dê herêmê vejîn bikin û derfetên kar peyda bikin", her wekî herêm dê li dijî terorîzm û Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) jî were asêkirin.

Hêzên Amerîkî weke beşekî hevpeymanîya navdewletî bi parastina binesazîya herêma petrolê hatine erkdarkirin.

Caggins dîyar kir ku "DAIŞ her sal $5 milyon dolar ji zevîyên petrolê derdixist," da zanîn ku "em ê nehêlin ev tişt careke din pêk were".

Salih da zanîn ku ji DAIŞê zêdetir, hebûna hevpeymanîyê li herêmê dê nehêle defîneyên petrolê yên herêmê ji alîyê tu kesî ve werin keysbazkirina, di nav de Feyleqa Pasdarên Îranê û rejîma Sûrî.

Wî destnîşan kir ku proje belkî di warê çandinî, tenduristî, enerjî û perwerdeyê de bin jî, ku di dawîyê de jîngeheke civakî aram bidin avakirin da karibe weke her tim hebûna terorîzmê red bike.

Salih da zanîn ku heya niha 13 kompanîyên xwedî kar û çalakîyên cihêreng bi hevpeymanîya navdewletî re civîyan bo gotûbêjkirina girêbestên kar.

Wî got ku di operasyonê de bal hat kişand ser misogerkirina pereyên dayî ku dê ev yek ji karê lihevkirî re biçin, û dê di hundirê herêmê de bimînin û ji alîyên mîna DAIŞ an rejîmê re nayên şandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500