Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Zanayên olê û Êzidî lanetê li serkirdeyê nû yê DAIŞê dikin

Xalid Taî

Serkirdeyê DAIŞê yê nû Emîr Muhemed Ebdul Rehman el-Mewlî el-Selbî di vê wêneya ku li ser înternêtê belav bûye de tê dîtin.

Serkirdeyê DAIŞê yê nû Emîr Muhemed Ebdul Rehman el-Mewlî el-Selbî di vê wêneya ku li ser înternêtê belav bûye de tê dîtin.

Bi destnîşankirina serkirdeyekî nû ku bi hovîtya xwe zora Ebû Bekir Bexdadî birîye, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) daxuyand ku ew ê rêyeke hîn tundrewtir bigirin, pisporine Îraqî wiha ji Diyaruna re got.

Ajnasên hewalgirîyê vê dawîyê serkirdeyê nû yê DAIŞê weke Emîr Mehemed Ebdul Rehman el-Mewlî el-Selbî -- damezirînerê rêxistinê û xwedîyê îdyolojîya tundrew ku rê da kolebûna Êzidîyên Îraqê destnîşan kir.

Gava DAIŞê Ebû Brahîm Haşimî Qureşî weke serkirdeyê nû bi nav kir di Cotmehê de, piştî kuştina Bexdadî di êrîşeke asmanî ya hêzên taybet yên Amerîkî de bi çend rojan, heta bi hinek kesan ji hundir û ji derveyî rêxistinê ev kesê han nas dikirin.

Aniha piştî wêneyek tekûz derbarê nasnameya wî de derdikeve, êdî kûrbûna hovîtîya wî dîyar dibe.

Malbatine Êzidî ji êrîşên DAIŞê yên li ser gundên wan di 3yê Tebaxa 2014an de direvin. [Wêne ji Xeyrî Bûzanî hatiye wergirtin]

Malbatine Êzidî ji êrîşên DAIŞê yên li ser gundên wan di 3yê Tebaxa 2014an de direvin. [Wêne ji Xeyrî Bûzanî hatiye wergirtin]

El-Selbî "bi hovîtî û bawerîya xwe bi îdyolojîya terorîst a ku dûrî Îslamê ye, weke serkirdeyê xwe yê berê ye," Şêx Muhemed Şema, melayê mizgefta Nebî Yûnis, got.

Wî ji Diyaruna re got ku ev îdyolojî "li ser kuştinê radibe bêyî tu pîrozî yan biaqilî û rêya olî ya rast di ber çavan re derbas bike".

Şema anî ziman ku "piştî ji alîyê serbazî ve hat têkbirin, DAIŞê biryar daku serkirdeyekî hîn" ji Bexdadî tundrewtir bîne, yê ku tevî hemû tawanên pê dihat naskirin hîna jî ne zêde tundrew bû.

Şema teqezî li ser girîngîya şerê "îdyolojîya nexweş" a rêxistinê û rêgirtin li ber wê ku "careke din bandorê li nifşê ciwanan bike û xelkê bitirsîne" kir.

"Ji berê hîn pîstir"

Destnîşankirina el-Selbî "hewldaneke rêxistinê ye ku ragihîne ew hîna ji berê pîstir e," zanayê Îslamî Selah Obêdî, birêveberê Dîdargeh Zanayên Olî li Mûsilê got.

Wî ji Diyaruna re got ku "DAIŞ rêxistina herî pîs a di van 20 salên dawî de derketiye ye û her hewl dide bijî piştî ku derbeyek di dilê xwe de xwarîye jî".

Obêdî anî ziman ku çi birêveberîyeke nû were dê rastîya ku DAIŞê wêran bûye û rastîya wê ji xelkê ve eyan bûye neguherîne, û da zanîn jî ku îdyolojîya wê "hatiye redkirin û êdî nema tu kes wê dikire".

Wî got ku rêxistin bo belavkirina "nefret, wêranî, kuştin û binpêkirina pîrozbahîyan" hat destpêkirin, ev jî nakokîyeke mezin bi nirxên Îslamî yên rastîn re çêdike.

Obêdî teqezî li ser girîngîya şerê îdyolojîya rêxistinê kir û ku divê şîroveyên çewt ên deqên olî werin rastkirin, ên ku terorîstan bo ciwanan ji rê bibin û bi hestên wan bilîzin ew bi kar tanîn.

Obêdî anî ziman ku ev şîroveyên hişk ên Îslamî "bi îdyolojîya ayînî ya rast û nirxên mirovatîyê re naguncin".

Çarenûseke tarî li benda serkirdeyê DAIŞê ye

Serkirdeyê DAIŞê yê nû "dê heman çarenûsa yê berî xwe bibîne," birêveberê giştî yê karûbarên Êzidîyan di Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî de, Xeyrî Bûzanî got.

Wî ji Diyaruna re got ku çarenûseke weke ya Bexdadî "padaşteke adil bo terorîstên berpirsyar e yên bi hezaran Êzidîyên bêguneh kuştin" ligel gelek berpirsên dîtir.

Bûzanî got "kî DAIŞ bi rê dibe bila bibe, lê ew rêya tawan û binpêkirina tiştên pîroz digire ku tu olê temsîl nake," û da zanîn jî ku DAIŞ rêxistineke bed e û li ser rijandina xwînê dijî.

Bûzanî banga berdewamkirina operasyonên li dijî DAIŞê kir, da rêxistin tu derfetê bo nûavakirina refên xwe nebîne.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Dewleta Îslamê dê ji nav neçe.

BERSIV BIDE