Nûçeyên Iraqê
Aborî

Vegerandina projeyên xizmetguzarîyê li navçeya Rebîayê berdewam dike

Xalid Taî

Berpirsine îraqî xebatên nûkirinên ên li Nexweşgeha Giştî ya Rebîayê pişkinîn dikin, roja 19ê Kanûna Duyem. [Wêne ji rûpela Facebookê a Êla Şemer a Azad hatiye wergirtin]

Berpirsine îraqî xebatên nûkirinên ên li Nexweşgeha Giştî ya Rebîayê pişkinîn dikin, roja 19ê Kanûna Duyem. [Wêne ji rûpela Facebookê a Êla Şemer a Azad hatiye wergirtin]

Dîsan avakirina projeyên xizmetguzarîyê yên ku li ser destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) wêran bûbûn li navçeya Rebîayê ya sînorî li parêzgeha Nînewayê dest pê kiriye, kerbidestê navçeyê Înê (24ê Kanûna Duyem) teqez kirin.

"Hikûmeta Îraqî xebatine bo şiyankirina projeyên serekî di sektorên tendirustî, perwerde, çandinî û şaredarîyan de dest pê kirine," şaredarê navçeyê Casim Mihemed Kanûş ji Diyaruna re ragihand.

"Karê avakirina Nexweşxaneya Giştî ya Rebîayê ya 100-text dest pê kiriye, ku projeyeke pir girîng e divabû berî çend salan qedîyaba, lê avakirina wê hat rawestandin ji ber şerê li dijî DAIŞê û ji ber ziyanên mezin ên gihiştin wê," wî got.

Wî da zanîn ku dema ev proje biqede, dê alîkarîyê di kêmkirina bargiranîya seferê bo wergirtina tedawî ya şênîyên Rebîayê û dora 80 gundên wê de bike.

"Projeya me ya avdana Cezîrayê (ya bakurî) heye û qonaxa yekem hatiye qedandin û em li bendî qedandina qonaxên mayî ne," Kanûş got.

Wî daxuyand ku ev yek ji projeyên herî girîng ên avdana zevîyên çandinîyê ye li navçeyê, û da zanîn ku ew dê alîkarîyê bide pêşxistina sektorê çandinîyê û aborîya deverê.

Rewşa ewlehî seqamgîr e

Kanûş got ku herwiha xebat di çend projeyên xizmetguzarîyê yên din de dest pê kiriye, di nav de çaksazîkirina rêyan û torên ava vexwarinê.

Wî dîyar kir ku hîn kêşeya kêmbûna avê heye û navçe bi hewcedarê projeyeke mezin e bo kişandina avê ji Çemê Diclayê yan ji Bendava Mûsilê.

Wî got ku di heman demê de nûavakirina pênc dibistanên ku ji ber operasyonên terorî ziyan gihiştibû wan li dar e û plan heye ku nûavakirina du dibistanên din dest pê bike.

"Dora 100 dibstanan li navçeyê hene, lê ew ne bes in û hewcedarî bi hebûna herî kêm 15 dibistanên nû heye bo çareserkirina wanegehên qerebalix," wî daxuyand.

Nifûsa navçeya Rebîayê, ya ku li nêzî sînorê bi Sûrîyayê re ye, dora 90,000 in ku piranîya wê ji Êla Şemer in.

"Şênîyên ku ji Rebîayê bêwar bûbûn piranîya wan vegerîyane warê xwe," Kanûş got.

Wî teqez kir ku rewşa ewlehî "pir seqamgîr e" û hejmareke bes a endamên polîs, artêş û şervanên êlan heye, ligel piştgirîya şênîyan bo misogerkirina ewlehîyê û çavdêrîkirina sînor bo rêgirtin li ber derbasbûna bi dizî ya çekdaran.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500