Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Navçeyeke Enbarê dest bi kampanyaya nûavakirina malan dike

Xalid Taî

Malbatên bêwar ên navçeya Bexdadî li rojavayê Enbarê vedigerin malên xwe di 5ê Hezîrana 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Malbatên bêwar ên navçeya Bexdadî li rojavayê Enbarê vedigerin malên xwe di 5ê Hezîrana 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Kar li navçeyekê li rojavayê Enbarê li dar e bo dîsan avakirina xanîyên ku ziyan gihişt wan di şerên derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de.

Ev xebat beşeke ji kampanyayeke nû bo nûkirina deverên niştecihbûnê yên navçeya Bexdadî di demekê de ku şênî ji kampên bêwaran vedigerin,birêveberê navçeyê Şerhebîl Kehlan Obêdî Çarşemê (13ê Mijdarê) ji Diyaruna re ragihand.

Obêdî got ku navçeya Bexdadî kampanyayeke nûavakirinê bi hevkarî ligel Rêxistina Navdewletî ya Koçberîyê pêk tîne.

Wî da zanîn ku dê kampanya pêşî giranîyê bide "xanîyên ziyandar ên li navenda navçeyê, ku kar aniha di 10 xanîyan de li taxa Muesesayê dest pê kiriye".

Navgîneke xizmetê rêyekê li navçeya Bexdadî çak dike roja 11ê Mijdarê. [Wêne ji birêveberîya navçeya Bexdadî hatiye wergirtin]

Navgîneke xizmetê rêyekê li navçeya Bexdadî çak dike roja 11ê Mijdarê. [Wêne ji birêveberîya navçeya Bexdadî hatiye wergirtin]

Wî got ku pişt re dê berê xwe bide nûavakirina malên li gundan û deverên gundewarî yên di sînorên navçeyê de, bi armanca nûkirina herî kêm 700 malên ziyandar li seranserê navçeyê.

Wî daxuyand ku dê Rêxistina Koçberîyê projeyên nûavakirinê fînans bike û dê serpereştîya wan bike, milbimilê birêveberîya xwecihî, bo piştrast bikin ku dê kar weke tê xwestin were qedandin.

Obêdî got ku kampanya dê piştgirîya seqamgîrîyê û aramîyê li deverê bike û dê bihêle ku şênîyê deverê ji kampên bêwaran vegerin.

Wî teqez kir ku desthilatdarên xwecihî qeyrana bêwarîyê li deverê bi dawî kirin, û daxuyand ku êdî tu şênîyên Bexdadî li kampan nemane.

"Hemû kesên ku bo kampên li devera Kîlo-18 û devera geştyarî li Hebanîyayê bêwar bûbûn vegerîyane bajarê me," wî got.

Nifûsa Bexdadî dora 30,000 kes e, ku piranîya wan ji bajarê xwe revîyan piştî ku çekdarên DAIŞê di destpêka 2015an de dest danîn ser.

Baştirbûna elwehîyê û xizmetguzarîyan

Obêdî got gelek faktoran şênî han dan ku vegerin malên xwe, ya herî girîng jî rewşa ewlehî ya aram e.

Wî daxuyand ku Bexdadî "baş ewleh e, û yekîneyên Fermandarîya Operasyona Cezîrayê û Firqeya 7ê ya Artêşê, ligel şervanên êlan, li wir bi cih dibin".

Wî got ku ev hêz mehê du caran biyabana li derdorê radimalin, û bajar ji "êrîşên nişkayî yên terorîstan parastine".

Wî da zanîn ku birêveberîya navçeyê kar li ser berdestkirina xizmetguzarîyan li deverê dike, û aniha hemû "projeyên avê û xetên kehrebeyê çak kirine" û şeş dibistan ji nû ve ava kirine, û çar dibistanên din li jêr çaksazîyê ne.

Obêdî got ku ligel "xebateke berfireh bo nûavakirina hemû rê û kolanên bajêr".

Wî teqez kir ku rêya Cuba ya sê kîlometrî û rêyên wê yên lawekî bi temamî hatin qîrkirin, û tê payîn ku rêya Dulab a neh kîlometrî di demeke nêz de were vekirin.

Wî got ku xebatên navçeyê yên handana pêkanîna lihevkirinan û pêşxistina canê lêborînê faktorek bû ku hişt şênî vegerin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500