Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hemû şênîyên bêwarbûyî êdî vegerîyane navçeya Hîtê li parêzgeha Enbarê

Xalid Taî

Malbatine ji navçeya Hîtê kara barkirina ji kampê û vegera bo warê xwe dikin, di 10ê Adarê de. [Wêne ji Wezareta Koçberî û Koçberan a Îraqî hatiye wergirtin]

Malbatine ji navçeya Hîtê kara barkirina ji kampê û vegera bo warê xwe dikin, di 10ê Adarê de. [Wêne ji Wezareta Koçberî û Koçberan a Îraqî hatiye wergirtin]

Hemû malbatên awarebûyî vegerîyane malên xwe li navçeya Hîtê li rojavayê parêzgeha Enbarê, birêveberîya navçeyê Sêşemê (3yê Kanûna Yekem) ragihand.

"Êdî tu bêwarên me li kampên bêwarîyê tune ne," qayimmeqamê Hîtê Muhened Obêdî ji Diyaruna re ragihand.

Piştî dagirkirina DAIŞê ji Hîtê re di Cotmeha 2014an de, piranîya şênîyê navçeyê ku nifûsa wan dora 120,000 kes neçar bûn ku berê xwe bidin kampên ku li rojhilatê Enbarê hatin avakirin bo vehewandina wan.

Piştî ku Hît di Nîsana 2016an de hat rizgarkirin, xelkê navçeyê hêdî hêdî bi nofan vegerîyane warê xwe.

Xebatkarine Îraqî kolanekê li navçeya Hîtê li rojavayê Enbarê çak dikin, roja 12ê Mijdarê. [Wêne ji şaredarîya navçeya Hîtê hatiye wergirtin]

Xebatkarine Îraqî kolanekê li navçeya Hîtê li rojavayê Enbarê çak dikin, roja 12ê Mijdarê. [Wêne ji şaredarîya navçeya Hîtê hatiye wergirtin]

Obêdî teqez kir ku piranîya wan dest bi vegerê kirin ji ber rewşa ewlehî ya baş li navçeyê.

"Piştî ku navçe hat rizgarkirin, tedbîrên ewlehî yên tund hatin pêşxistin, ên rê li ber vegera terorîstan û pêkanîna êrîşên mezin girtin," wî got.

Êdî seqamgîrî berdest e

"Ev dora salekê ye ku rewş bi temamî seqamgîr e," Obêdî got, û teqez kir ku Firqeya 7ê ya artêşê û polîsê xwecihî navçeyê bi temamî kontrol dikin.

Rêzên van hêzan hatine qayimkirin piştîku destûr ji xebatkarên ku berê hatibûn bidûrxistin hat dayîn ku vegerin xizmetê, wî anî ziman.

Wî got ku ew mîsyonên ewlehî li biyabana li nêzî navçeya Hîtê pêk tînin, ku vê yekê alîkarî di nehiştina paşmahîyên DAIŞê û astengkirina tevgera wan de kir.

Wî daxuyand ku agahîyên bidîqet ên ajansên hewlgirîyê û xelk dabîn dikin dihêlin ku terorîst di rewşeke tengav de bin, û da zanîn ku welatî bêhtir rijd in ku deverên xwe ewleh biparêzin.

"Ew dê qet nehêlin ku terorîzm careke din jîyana wan têk bibe," Obêdî got.

Hevdem, nûavakirina projeyên xizmetguzarîyê yên ku DAIŞ û cengê ew wêran kiribûn li gorî planê tê meşandin.

Wî got ku çend projeyên av û kehrebeyê hatine qedandin û ew aniha bi hemû karîna xwe di xebatê de ne, û da zanîn ku çar dibistanên wêranbûyî, nexweşxaneya serekî, navendên tendirustîyê hatine nûkirin.

Ev proje bi piştevanîya darayî ya ji hêla birêveberîya Enbarê û Sebeta Nûavakirina Deverên Ziyandar ji Operasyonên Terorî hatine qedandin.

"Herwiha projeyên me yên xizmetguzarîyê bi rêjeya 80% temambûyî ne, û hineke din dê di demeke nêz de werin vekirin, ku ya herî mezin projeya rêya serekî ya Hîtê ye," Obêdî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500