Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Projeya ewlehî ya Hîtê armanc dike ku rê li ber derbasbûna bi dizî bigire

Xalid Ta'î

Polîsekî Îraqî li bajarê Hîtê li rojavayî Enbarê li kaxezên ajokarekî dinere daku ji nasnameya wî teqez bibe, di vê wêneyê de ku roja 6ê Tebaxê li ser enternetê hatiye weşandin. [Wêne ji polîsê Hîtê hatiye wergirtin]

Polîsekî Îraqî li bajarê Hîtê li rojavayî Enbarê li kaxezên ajokarekî dinere daku ji nasnameya wî teqez bibe, di vê wêneyê de ku roja 6ê Tebaxê li ser enternetê hatiye weşandin. [Wêne ji polîsê Hîtê hatiye wergirtin]

Projeyeke ewlehî ya nû tê pêkanîn bo parastina navenda navçeya Hîtê li rojavayê Enbarê ji derbasbûnên bi dizî yên tundrûyan, ofîsa şaredar îroj Sêşemê (2yê Cotmehê) ragihand.

"Lîwaya 29an a Firqeya 7an a Fermandarîya Operasyonên Cezîrayê kodek (ewlehî) bo piranîya niştecihên li navenda Hîtê durist kir," şaredarê Hîtê Şerhebîl Kehlan Obêdî wisa ji Diyaruna ragihand.

"Her malbatek xwedî kodekê ye, û gava ew derbasî navenda navçeyê dibin û derdikevin tenê divê ku kerta xwe nîşan bidin, a ku nemreya ewlehî li ser e, daku xebatkarên ewlehîyê yên li rêbendan bihêlin ew derbas bibin," Obêdî got.

Wî anî ziman jî ku ev kod dê teqez bike ku ew niştecihên vî bajarî ne.

Berpirsine Îraqî asêkirinên li derdora bajarê Hîtê li rojavayê Enbarê taqî dikin, di vê wêneyê de ku roja 16ê Tebaxa 2017an li ser internetê hate weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Berpirsine Îraqî asêkirinên li derdora bajarê Hîtê li rojavayê Enbarê taqî dikin, di vê wêneyê de ku roja 16ê Tebaxa 2017an li ser internetê hate weşandin. [Wêne ji Fermandarîya Operasyonên Enbarê hatiye wergirtin]

Obêdî eşkere kir ku di çarçoveya projeya ewlehî de, ofîsa hewalgirî ya Lîwaya 29ê databêzeke elktronî çêkir, ku nav û agahîyên kesayetî yên hemû niştecihên navenda Hîtê dihundirîne.

Obêdî ragihand ku "gava hilgirê kodê were rêbendeke ewlehîyê, nemre tê derbaskirin, û li agahîyên wan ên di databêzê de ne vedigerin û ji nasnameya fermî ya li cem xwe, teqez dibin."

"Kartên xwedî numreyên ewlehî tarxan dikin daku di cama otombêlên taybet ya pêşîn de were danîn," wî anî ziman. "Gava otombêl derbasî rêbendekê dibe, ev nemre di aghîdankê de jê tê teqezkirin."

Proje li ber qedandinê ye

"bêhtir ji %90 ji niştecihan numreyên xwe û yên otomêlên xwe standin," Obêdî got. "Hejmarek piçûk ji niştecihan maye, yên em hêvî dikin ku derbasî projeyê bibn di heyama mehekê de."

Hinek ji van kesên ku hîn nehatine tevlîkirin "gerekdarî taqîkirinên ewlehî ne berî ku kodek ji wan re derkeve, çiku mînandin di navbera navên wan û navên kesên xwestî de heye," Obêdî got.

Anî ziman jî ku tevlî vê jî, dora 86 malbatan ji Hîtê hîna koçber in, û li kampên Kîlo-18, Xaldîyê û Amiriyeta Felûcayê dijîn.

Roja Duşemê, Obêdî li civîneke ewlehî ya berfireh hazir bû bi parêzerê Enbarê û fermandarên operasyonên Cîzîra û rojavayê Enbarê re.

Gengeşeyên wan bal kişandin li ser vegera hemû bêwaran û girtina hemû kampan û navendên niştecihî ên li parêzgehê, Obêdî got.

Obêdî nîşan kir jî ku projeya kodê, ku yekemîn car li parêzgehê tê pêkanîn, ewlehî li giştî bajêr xurt kir û jîyan hêsantir kir bo niştecihên xwecihî.

"Terorîst êdî hew dikarin derbasî rêbendan bibin bi nasnameyên sexte yan jî di rêya bikaranîna jinan di veguhastina teqemenîyan de," wî got.

Obêdî ragihand ku "îroj bajarê me aram e, û tu derbasbûneke ewlehî tune bû ji demeke dirêj ve bi saya vê projeyê û tedbîrên parêzî yên din," herwiha pesnê "pêwendîya biber a di navbera niştecihên xwecihî û hêzên ewlekarîyê de," da.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500