Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq berdewam e di asêkirina sînorê xwe yê bi Sûrîyayê re

Xalid Taî li Bexdayê

LeşkerineÎraqî ne ku li ser sînorê bi Sûrîyayê re bi cih bûne di vê wêneya ku li ser înternetê hatiye belavkirin di 8ê Îlona 2019an. [Wêne ji Hêzên Zîrevanîya Sînor a Îraqî hatiye wergirtin]

LeşkerineÎraqî ne ku li ser sînorê bi Sûrîyayê re bi cih bûne di vê wêneya ku li ser înternetê hatiye belavkirin di 8ê Îlona 2019an. [Wêne ji Hêzên Zîrevanîya Sînor a Îraqî hatiye wergirtin]

Îraq asêkirinên xwe yên ewlehî li ser sînorê bi Sûrîyayê re zêde dike weke hewldanekê bo rêgirtin li ber derbasbûna bi dizî ya endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û xweveşartin di nav malbatên ku ji Sûrîyayê direvin de.

Herî kêm 600 karker û teknîkkarên Îraqî bê rawestan li dirêjahîya sînor kar dikin bo avakirina têlên kelemdar, sûrên hesinî û burcên çavdêrîyê yên çemento bo wan li ser sînor deynin bi hevkarîya bi hêzên ewlekarîyê re.

Hêzên Zîrevanîya Sînor a Îraqî bi ser ketin di danîna 125 burcên çavdêrîyê ji eslê 617an ku dê li ser sînor werin avakirin bi dûrbûna kîlometrekê di navbera her du burcan de.

Herwiha kar dê ji avakirina sûrekî ji torên ji têlan bi dirêjahîya 74 kîlometran weke qonaxa yekem, ligel danîna kamereyên çavdêrîyê yên bi tîrêjên jêr sor kar dikin û avakirina 15 navendên sînorî pêk tê.

Karmendên ewlekarî yên Îraqî û teknîkkar pêşketina di avakirina sûrekî hesinî de li dirêjahîya sînorê Îraqî-Sûrî di Cotmeha sala 2018an de dişopînin. [Wêne ji Hêzên Zîrevanîya Sînor a Îraqî hatiye wergirtin]

Karmendên ewlekarî yên Îraqî û teknîkkar pêşketina di avakirina sûrekî hesinî de li dirêjahîya sînorê Îraqî-Sûrî di Cotmeha sala 2018an de dişopînin. [Wêne ji Hêzên Zîrevanîya Sînor a Îraqî hatiye wergirtin]

Herwiha plan hene ku hêzên sînor bi kamereyên germbar ên meda wan digihe heta çend kîlometran were dabînkirin.

Roja Şemîyê (7ê Kanûna Yekem), Fermandarîya Zîrevanîya Sînor nifşê yekem ê pêdivîyên giran ji hevpeymanîya navdewletî wergirtin weke beşekî ji programeke hevbeş bo alîkarîyê bi Îraqê re di avakirina asêkirinan de li dirêjahîya sînor.

Bi giştî 22 maşîneyên giran, di nav de buldozer, bagir carûdên li ser enerjîyê û duristker dê bo Îraqê werin dan di dawîya sala 2019an de.

Eqîd Mûsa Hemed Send, fermandarê hêza êlên Ferata Jorîn a ku devera sînorî li bakurê çemê Feratê ligel Zîrevanîya Sînor ewle dike, got ku asêkirin bi gavine bilez berdewam in.

Wî got ku xebatên berdewam hene ji alîyê yekîneyên pispor da ku avakirina çeper, xendek baregehan temam bikin ligel danîna alavên çavdêrîyê.

"Ev karê teknîkî heta asteke mezin xebatên ewlekarî yên ji alîyê hêzên ewlekarî û êlan ve temam dike da ku valahîyên ku dijmin dikare di wan re bi dizî derbas bibe bigire," wî anî ziman.

Sened got ku piştî derkirina DAIŞê ji asêgeha xwe ya dawî li devera (Baxozê) ya Sûrî, me xebatên xwe kirine du taq da em nehêlin terorîst bi dizî di sînorê me re derbas bibin.

Wî got ku me gelek hêzên sînor li ser sînor belav kirin û operesyonên me yên parêzî li devera biyabanî li dirêjahîya zincîra sînorî aniha zêde dibin û bi awayekî berdewam tên pêkanîn da ku endamên terorîst bi awayekî çalaktir bigirin.

Başkirina hewalgirî û ewlehîya sînor

Sened got ku hêzên wî vê dawîyê zincîreke erkan ligel artêşê li deverên Kara, Daye û Sehalîyê bi cih anî, cihê ku gelek veşartgehên DAIŞê hatin şewitandin.

Wî anî ziman ku Hêzên hevpeymanîya navdewletî berdewam alîkarîya cewî ji Zîrevanîya Sînor re dabîn dike di operesyonên lêgerînên li biyabanê.

Pisporê ewlekarî û zabitê artêşê yê xanenişînbûyî Celîl Xelef got ku çalakîyên berhevkirina agahîyên hewalgirî derbarê terorîstên ku bi dizî di sînor re derbas dibin baş bûne.

Ajansên hewalgirî û ewlekarî aniha şîyanên pêwîst ligel wan hene da ku agahîyên deqîq bi dest bixin derbarê çi tevgerên ji alîyê terorîstên ku hewl didin bi dizî di sînor re derbas bibin di rêya ku xwe veşêrin di nav malbatên Sûrî yên ji ber şerê li welat xwe direvin.

"Databas hene û xebatên hewalgirî yên bijare hene ku dihêlin mirov dikare kesên bi dizî derbas dibin bigirin û xebatên wan bo ku li penagehên coxrafî yên ewle bigerin vala derxin, penagehên ku derfetê didin wan ku xwe veşêrin û careke di xwe bidine hev", wî anî ziman.

Wî got ku "xebatên asêkirinê berdewam têne nûkirin di çarçoveya xebatên ewlekarî yên temamkirî ku teknîkên wênekişandinê ji dûr ve û teknîkên vekolînê bi kar tînin, herwiha balefirên koleçanê û belavkirina xalên pişkinînê ên sabit û gerok".

Xebatên bo parastna sînorê dirêj û dagirtî valahî bi Sûrîyayê re girîng bûn û berdewam in heta zincêra sînorî bi temamî were asêkirin, endamê komîteya ewlekarî ya encumena parîzgehê Şelal Nacî Obêd ji Diyaruna re argihand.

Wî got ku "endamên terorîst li her derfetêkê digerin ku derbas bibin û ewlehîya welatê me têk bidin, ji ber vê yekê divê em gelek amade bin bo nehiştina vê gefê".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500