Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq alavên sînorî yên nû ji hevpeymanîya navdewletî werdigire

Xalid Taî

Hevpeymanîya navdewletî çar buldozer dan Îraqê di 7ê Kanûna Yekem de di çarçoveya bernameya parastina sînorê bi Sûrîyayê re. [Wêne ji Fermandarîya Zîrevanên Sînor hatiye wergirtin]

Hevpeymanîya navdewletî çar buldozer dan Îraqê di 7ê Kanûna Yekem de di çarçoveya bernameya parastina sînorê bi Sûrîyayê re. [Wêne ji Fermandarîya Zîrevanên Sînor hatiye wergirtin]

Fermandarîya Zîrevanîya Sînor a Îraqî nofê yekemîn ê alavên giran ji hevpeymanîya navdewletî wergirt weke beşekî ji bernameyeke hevbeş a alîkarîkirina Îraqê di avakirina asêkirinan de li seranserê sînorê bi Sûrîyayê re.

Çar buldozer bo Kampa Dublina nêzî Balafirgeha Bexdayê ya Navdewletî Şemîyê (7ê Kanûna Yekem) hatin pêşkêşkirin, Fermandarê Zîrevanîya Sînor ferîq Hamid Husênî Sêşemê wiha ji Diyaruna re ragihand

Wî da zanîn ku tê payîn 18 parçeyên din ên maşînên giran berî dawîya 2019an bigihêjin, wî anî ziman.

Husênî da zanîn ku ev alav, bulldozer, kolek, merbêr û peyakeran di nava xwe de dihewînin, dê bihêle Îraq karibe sînorê xwe bi temamî asê bike.

Fermandarine Îraqî, bi serperiştîya Fermandarê Zîrevanên Sînor ferîq Hamid Husênî, çavdêrîya hatina alavên giran dikin, ên hevpeymanîyê pêşkêşî Kampa Dublin a li Bexdayê kirine. [Wêne ji Fermandarîya Zîrevanên Sînor hatiye wergirtin]

Fermandarine Îraqî, bi serperiştîya Fermandarê Zîrevanên Sînor ferîq Hamid Husênî, çavdêrîya hatina alavên giran dikin, ên hevpeymanîyê pêşkêşî Kampa Dublin a li Bexdayê kirine. [Wêne ji Fermandarîya Zîrevanên Sînor hatiye wergirtin]

Wî dîyar kir ku di heyama herdu salên borî de, Hêzên Zîrevanên Sînor operasyonine berfireh bo asêkirina sînorên Îraqî-Sûrî dikin bi rêya avakirina gir, kolana xendek û çêkirina sûrekî kehrebayî.

Husênî got ku ev xebat bo nederbasbûna endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) tên kirin û bo rê li ber operasyonên qaçaxîyê were girtin.

Komîteyek bi serperiştîya Husênî hat avakirin bo van alavan werbigirin. Wî anî ziman jî ku peymanek der barê vê yekê de di navbera wan û hevpeymanîyê de Duşemê hate îmzekirin.

Hevkarîyeke xurt bi hêzên hevpeymanîyê re

Hêzên hevpeymanîyê bi giranî kar dikin da karînên parastinê li cem hêzên Îraqî xurt bikin, Husênî got, da zanîn jî ku wan 15,000 tifingên GC, navendine sînorî gerok, alav û otombêlên serbazî, di nav de 400 kamyonên biçûk pêşkêş kirine.

Wî got ku wan hêzên Zîrevanên Sînor fêrî jêhatîyên şer ên sereke kirin û çawa karibin bi derbasker û qaçaxçîyan re eleqeder bibin.

Husênî dîyar kir ku xebatên ji bo parastina sînorê bi Sûrîyayê re tên kirin li jêr "Sîstema Pêdivîyên Sînorên Îraqî-Sûrî" ne, ew jî sîstemeke çavdêrî û asêkirinê ye ku Zîrevanên Sînor bi alîkarîya hikumetê vê yekê dimeşînin.

Ev sîstem, avakirina sê xetên parastinê bi qasî 10 mtreyan armanc dike: ya yekem ji taneke hesinî, ya duyem ji têlên tevlihev û bircên çavdêrîyê pêk tê, xeta sêyem jî 100 kamereyên germî digire nava xwe.

Husênî destnîşan kir ku "berî du rojan, wan otombêlên bi moşekên Grad barkirî desteser kirin ku hewl didan ji Sûrîyayê derbasî sînorê me bibin," û da zanîn jî ku ev her kesî di hundirê van otombêlan de jî hatin binçavkirin.

Wî got ku "hêzên me bi şev û roj kar dikin, bi hevahengîya bi yekîneyên artêşê yên din re, da hemû derbasekan li pêşîya endamên DAIŞê bigirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500