Hêzên Îraqî Pencşemê (26ê Îlonê) dest bi operasyoneke ewlehî kir da paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji hawizê Wend ê li parêzgeha Diyalayê derxînin.
Operasyon beşeke ji rêzeoperasyonên ewlehî yên ku berî 10 rojan hatin destpêkirin da li milîsan di hundirê baxçe, qeraxên çem û cihokên avê de bigerin li bakur û rojhilatê parêzgehê, serokê komîteya ewlehî ya encumena parêzgehê Sadiq Husênî ragihand.
Wî Înê ji Diyaruna re eşkere kir ku operasyon gelek deverên berfireh ên navçeya Xaneqînê û Gola Hemrînê girtin dest, ku "tiştine baş qezenc kirin."
Husênî anî ziman ku deh serkirdeyên payebilind ên DAIŞê hatin kuştin û 15 kesên gumanbar heya niha hatine girtin, da zanîn ku hêzên ewlekarîyê gelek stargeh jî wêran kirin û çekên sivik û navîn, cebilxane, metiryalên teqîner desteser kirin.
Husênî anî ziman ku "dronek di hundirê stargehekê de hat dîtin ku dijmin ew bo çavdêrî û parastina veşartgehên xwe bi kar tanî."
Avakirina li ser serkeftinên ewlehî
Wî teqez kir ku operasyona nû armanc dike ku xwe li ser serkeftinên ewlehî ava bike yên di operasyonên berê de bi dest ketine û xurtkirina mekanîzmeya parastinê li gund û bajarokan li dijî gefên terorîst.
Wî anî ziman ku hêzên ewlekarîyê bi awayekî berfireh û hevaheng tev digerin li "baxçe û dehlên li derdora hawizê Wend li navçeya Xaneqînê, ku mîna wargehine xwezayî ne bo paşmahîyên DAIŞê."
Husênî daxuyand ku armanc ji vê operasyonê ew e ku ev milîs têk biçin û hemû veşartegehên wan wêran bibin da ewlehîya deverên derdora hawizê xurt bibe û rêyên ku bajarên parêzgehê digihînin hev werin parastin.
Wî got ku deverên îdarî yên bakur-rojavayê Diyalayê ji Selahedînê vediqetîne hîna weke "berhengarîyeke ewlehî tirsnak" tê dîtin tevî pêngavên gelek yên dixwazin wan ji milîsan bimalêşin.
Husênî da zanîn ku dora 100 milîsên DAIŞê hîna li wir veşartî ne, li cihine zehmet tev digerin û xwe di nava dehlên gij de vedişêrin da xwe ji ber çavên hêzên ewlekrîyê wenda bikin.
Wî bang bo "gelek pêngavan bo van deveran kir, da endamên terorîst têk biçin û hebûna wan bi dawî bibe."
Belê, hêja ye were xwendin.
BERSIV BIDE1 KOMÊNT