Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Mûşek li avahîyeke serbazî li nêzî balefirgeha Bexdayê dikevin

AFP

Endamine yekîneya serbazî ya Bersivdana Lezgîn a Îraqê di nimayişeke serbazî de li baregeheke serbazî di hundirê Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê de beşdar dibin di salvegera pêşîn ya serkefitina li dijî DAIŞê di 10ê Kanûna Yekem a 2018an de.

Endamine yekîneya serbazî ya Bersivdana Lezgîn a Îraqê di nimayişeke serbazî de li baregeheke serbazî di hundirê Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê de beşdar dibin di salvegera pêşîn ya serkefitina li dijî DAIŞê di 10ê Kanûna Yekem a 2018an de.

Artêşê ragihand ku gelek mûşek li ser avahîyeke serbazî ya Îraqî ketin li nêzî Balefirgeha Navdewletî ya Bexdayê roja Duşemê (9ê Kanûna Yekem), û şeş leşkerên Îraqî birîndar kirin.

Hêzên ewlekarîyên topavêj û mûşekên ku bi awayekî baş nehatine avêtin dîtin, ev yek destnîşan dike ku êrîşeke mezintir hatiye plankirin, li gorî daxuyanîyeke serbazî.

Ev êrîşên bi mûşekan ên herî nû ne, yên ku yan baregehên Îraqî yên ku hêzên Amerîkî li wan bi cih in yan Balyozxeneya Amerîkî li Bexdayê armanc kirine.

Berpirsên berevanîyê yên Amerîkî gelek caran gazin ji komên Îran piştgirîya wan dike li Îraqê kirine.

Jêderên ewlehî dibêjin ku bêrîndarên di êrîşa Duşemê de ji Ajansa Dijî Terorîzmê ya Îrqaê ne, ku yekîneyeke bijarde ye ku ji alîyê hêzên Amerîkî ve hatiye damezrandin û rahînankirin.

Li gorî jêderan rewşa du ji wan xerab e.

Herwiha avahîya serbazî mêvandarîya komeke biçûk ya leşker û diplomatên Amerîkî dike.

Herî kêm neh êrîş li dijî armancên Amerîkî li Îraqê hebûn di her şeş heftîyên dawî de.

Tu alîyê berpirsyarîya xwe neragihand û tu hêzên Amerîkî nehatine birîndarkirin.

Jêderên ewlehî herî kêm berî heftîyekê ev yek bi Ketaib Hizbula ve girê da, ku komeke girêdayî Tehranê ye û ji alîyê Waşitonê ve li ser lîsteya reş e.

Gereke nû ya sizayan

Roja Înê Wezareta Gencîneyê ya Amerîkî ceza li ser Qeys Xezelî, serkirdeyê milîsa Îran piştgirîya wê dike, Esaib Ehil el-Heq, sepand.

Wezareta Gencîneyê ya Amerîkî Esaib Ehil el-Heq bi "nebedîkirinê bi zorê yên berfireh, revandin, kuştin û êşkencekirinê" bersûc kir, li gorî qanûna Global Magnitsky.

Tedbîr guhestinên darayî bi Amerîkayê re û rêwîtîya bo wî welatî, ji bo kesên ku binpêkirinan derbarê mafên mirov û gendelyê dikin, qedexe dikin

Herwiha Leys Xezelî, birayê Qeys Xezelî, yê ku herwiha endamê Esaib Ehil el-Heq e, û Ebû Zeyneb Lamî, yê ku serokê hêzên ajansa ewlekarîyê ya heşda şaebî hatine cezakirin.

Herwia aborînas Îraqî û kesayeta siyasî Xemîs Xencer, desthilatdarekî hêzdar ku têkilîyên wî bi serokên partîyên siyasî re xutr in, ceza li ser wî hatine sepandin ji ber bersûcên bi gendelîyê.

Ev nifşê duyem e ji welatîyên Îraqî ku Amerîkayê ceza li ser wan sepandine li gor qanûna Global Magnitsky.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500