Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Siyasetvanekî Îraqî: Armanc ji sizayên Amerîkî qayimkirina serwerîya Îraqê re

Hesen Obêdî Li Bexdayê

Sizayên Amerîkî li ser kesayetên Îraqî yên hevkarîyê bi Feyleqê Pasdaran re dikin armanc dikin ku serwerîya Îraqê li hember destêwerdana Îranî qayim bikin, serokê Partîya Pêşerojê ya Destûrî ya Îraqî Intîfad Qenber di hevpeyvîneke taybet de ji Diyaruna re got. [Wêne ji ofîsa mîdyayê ya Qenber hatiye wergirtin]

Sizayên Amerîkî li ser kesayetên Îraqî yên hevkarîyê bi Feyleqê Pasdaran re dikin armanc dikin ku serwerîya Îraqê li hember destêwerdana Îranî qayim bikin, serokê Partîya Pêşerojê ya Destûrî ya Îraqî Intîfad Qenber di hevpeyvîneke taybet de ji Diyaruna re got. [Wêne ji ofîsa mîdyayê ya Qenber hatiye wergirtin]

Armanca sereke ji sizayên Amerîkî li ser kesayetên Îraqî yên bi gendelî, çewisandina xwepêşandanan û hevkarîkirina bi Îranê re tên tawanbarkirin ew e ku sînorek ji destêwerdana rejîma Îranî di Îraqê de were dayîn, serokê Partîya Pêşerojê ya Destûrî ya Îraqî Intîfad Qenber di hevpeyvîneke taybet de ji Diyaruna re ragihand.

Qenber, siyasetmedarekî Îraqî yê navdar e, yê berî vê endamê parlemanê bû, şêwirmendek bû di Encumena Hukm ya Îraqî de û endamekî komîteya ku destûra heyî darişt, ew kampanyayeke berfireh bi rê ve dibe bo şerê destêwerdana Îranî di Îraqê de bike, û welatîyan ji xeterîyên wê agahdar bike.

Wî hişyarî ji reftarên Hêza Qudis ya girêdayî Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) da û bal kişand ser hewcedarîya bi rûbirûbûna mezhebperestî û nefreta ku ji alîyê kesên nêzîkî Îranê ve li Îraqê hatiye çandin.

Di hevpeyvîneke taybet de bi Diyaruna re, Qenber geşbînî derbirîn kir têkildarî sizayên Amerîkî û got ku Amerîka gavên rast davêje daku alîkarîyê bi Îraqîyan re bike ku welatekî serwer, ewleh û aram ava bikin.

Diyaruna: Tu çawa sizayên ku vê dawîyê Amerîka li ser kesayetên ku alîlarîyê bi Hîza Qudis re dikin li Îraqê dibînî?

Intîfad Qenber: Siza fişar û alavine astengkirinê yên girîng in ku Waşiton bi kar tîne daku alîkarîyê bi Îraqîyan re bike ku destêwerdana Îranî li Îraqê bi dawî bike, destêwerdana ku neyînî û ziyandar e.

Sizayan di dema berê de kêrhatîya xwe isbat kirîye, weke çawa di rewşa sizayên ku berî vê li ser kesayet û sazemenîyên ku piştgirîya Feyleqê Pasdaran dikin hatin sepandin, mîna Aras Hebîb, serokê kargêr ê Banka el-Bilad A Îslamî, yê hat tayînkirin, ligel bankê bi xwe, bo piştgirîya Feyleqê Pasdaran [di sala 2018an de] û guhestina pereyan ji ber wan ve daku alîkarîyê [di temwîlkirina] çalakîyên wan ên terorîst de bikin.

Ji bo sizayê herî dawî, ew li ser Qeys Xezelî [serkirdeyê milîsa Esaib Ehil el-Heq ya Îran piştgirîya wê dike], Leys Xezelî [Birayê Qeys, ê ku herwiha ew jî endamekî Esaib Ehil el-Heq e], Xemîs Xence [kesayeteke di cihê çêkirinabiryarê de ye û têkilîyên wî bi partîyên siyasî yên sereke re xurt in] û Ebû Zayneb el- Lamî [yê ku dezgeha ewlekarî ya Hêza Heşda Şebî bi rê veb dibe] hatine sepandin, ji ber destên wan di tawan û bipêkirinên mafên mirov de di xwepêandanên vê dawîyê de hene.

Ez bawer dikim ku ev destnîşaneke dîyar e ku Amerîkî cedî ne derbarê peyketin dûv "dûvên" Îranê.

Em hemû asta têkilîyan di nav van kesayetan û Hêza Qudis û Feyleqê Pasdaran de dizanin û çi qasî destên wan di temwîlkirina komên çete de yên ku xwepêşanderan dikujin heye [...].

Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ev lîsteya vê dawîyê xwedî wateyeke girîng e û hişyarîyê dide kesên din ku navên wan dê li ser lîsteya tê bin.

Ez dibînim ku siza yek ji alavên ku Amerîka bi kar tîne da ku alîkarîyê bi gelê Îraqê re bike li dijî wan kesên ku destên wan di gendelî, binpêkirinan û karkirina bo berjewendîyên Îranê de heye.

Serkirdeyên milîsan mîna Qeys Xezelî, el-Lamî, [serkirdeyê Tabûra Seyid el-Şuheda] Ebû Welaa el-Welî, [Serkirdeyê milîsa Hereket el-Nujeba] Akrem Kaabî, [Cîgirê serokê Hêza Heşda Şaebî] Abu Mahdi el-Muhendis û "dûvên" Îranê yên din bûne pirsgirîka Îraqê ya rast.

Ew alav in tên bikaranîn daku Îraqê wêran û xerab bikin û wê di xeleke pirsgirêkan ya ziyankar de bihêlin.

Diyaruna: Gelo sizayên Amerîkî dê sînorekî ji çalakîyên têkder ên van kesayetan re deynin?

Qenber: Bê guman. Siza di warê malî û siyasî de bandorbar û êşdar in herwiha ji alîyê exlaqî ve jî di hundirê Îraqê de.

Sepandina cezayan li ser kesekî tê wateya ku destên wan diçalakîyên li dijî berjewendîyên gelê Îraqî de hene.

Li vê derê, ez dê bersiva wan kesên biguman bikim, ên guman dikin ku dibe ku siza bibandor bin [di rêya şirovekirinê re] ku bankên Îraqî, weke mînak, herdu yên hikûmî û yên taybet, li jêr hukmê Banka Navendî ne, û ev a dawî bi şert û mercên pabend pabend e di rêya rêkeftinên bi Amerîka, Yekîtîya Ewopyayî û gelek dewletên rojavayî û herêmî re.

Ji ber vê yekê, çi tevger an cesareta danûstandinê bi van kesayetan re dê bihêle ku bank bi xwe rastî sizayan were.

Ji ber vê yekê, Banka Navendî berî vê fermanên bi lez weşandin da ku hisabên van kesên hatine sizakirin bicemidîne û dan û standin bi wan re qedexe kir, û ez bawer dikim heman pîvan dê li dijî çar kesayetan ku vê dawîyê siza li ser wan hatine erêkirin werin bicihanîn.

Diyaruna: Em dikarin sizayan weke hişyarîyekê ji çi kesê ku hevkarî yan hevahengîyê bi Îranîyan re dike reçav bikin?

Qenber: Min bi xwe di gelek hilkeftin û hevpeyvînan de hişyarî da ku kesayet hene bi milîs, Îran û Hêza Qudis re didin û distînin û destên wan di lihevkirinên gendelîyê de jî hene û min got ew dê rastî sizayan werin..

Ez bawer dikim siza dê li ser kesayetine din werin sepandin û dê rê li ber hikûmeta Îraqî nebe ji bilî ku van sizayan bi cih bîne an ew bi xwe dê rastî sizayan were.

Kompanîyine girêdayî Feyleqê Pasdaran hene ku li Îraqê kar dikin, ew li ser projeyên cuda kar dikin li jêr serenavên sexte.

Divê ew hemû werin derkirin û çi hikûmeta Îraqî hebe di pêşerojê de divê komîteyekê ji nûnerên hemû sazîyên dewletê çêke ... da ku kompanî û berjewendîyên yên Feyleqê Pasdaran li Îraqê destnîşan bike, bigire û berde wan.

Diyaruna: Di nerîna we de, çawa dikare Îraq bi ser xwe were li gel van xwepîşandanên vê dawîyê?

Qenber: Îraq nikare bi ser xwe were bê ku hedekî ji destêwerdana Îranê re û projeyên [fermandarê Hêza Qudis a Feyleqê Pasdaran] Qasim Sulêmanî re deynin, projeyên ku li ser nefret û mezhebperestîyê û parçekirina gelê Îraqî hatine damezrandin, li ser desteserkirina samanan û kontrolkirina proseya çêkirina biyarê.

Ev tedbîr gefê li sîstema demokratî bi giştî dixwin û parleman dibe bav dezgeh û hilbijartinên xapînok lê peyda dibin.

Ji ber vê yekê, divê milîsên ji alîyê Îranê ve hatine çêkirin werin jihevxistin ku desthilatdarî, serwerî û proseya çêkirina biryarê tenê di destê dewleta Îraqî de be... û sazîyên [dewletê] ji wekîlên Feyleqê Pasdaran û Qasim Sulêmanî werin pagijkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500