Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Milîsên Îraqî yên Îran piştgirîya wan dike rastî krîza bawerîyê tên

Faris Omran

Serkirdeyên milîsên Îraqî konferenseke rojnamevanî li dar dixin di 18ê Cotmehê de, li mala Muqteda Sedir li Necefê. [Ajansa Nûçeya ya TradeLink ya Îraqî]

Serkirdeyên milîsên Îraqî konferenseke rojnamevanî li dar dixin di 18ê Cotmehê de, li mala Muqteda Sedir li Necefê. [Ajansa Nûçeya ya TradeLink ya Îraqî]

Guhertinên serkirdeyetîyê di Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) de piştî mirina Qasim Sulêmanî fermandarê Feyleqê Qudis hişt ku krîzeke bawerîyê di rêzên Pasdaran de çêbibe û hevrikîyeke kûr di navbera milîsên Îran piştgirîya wan dike de peyda bibe.

Şirovekar dibêjin ku alozîyên tund ên di nav milîsên cihêreng ên ku Îran piştgirîya wan dike gihaye lûtkeyê piştî ku Sulêmanî û cigirê serokê Hêzên Heşda Şaebî Ebû Mehdî Muhendis di 3yê Kanûna Duyem de di êrîşeke asmanî ya Amerîkî de li Bexdayê hatin kuştin.

Smaîl Qaanî kete şûna Sulêmanî weke rêberê Feyleqê Qudis, lê ew li ber xwe dide daku şûna yê berî xwe bigire, yê ku bi awayekî berfirek weke mêrê duyem ê herî hêzdar li Îranê dihat reçavkirin piştî Serkirdeyê Bilind Elî Xameneî.

Şirovekaran got ku berî mirina wî, Sulêmanî bi awayekî berfireh li deverê geriyabû û bi awayekî rêzî bi milîsên cihêreng ên Îran piştgirîya wan dike dicivîya û dikarî bihêle ku heta astekê ew hevgirtî bin û yekîtî di nav wan de hebe.

Endamên milîsa Hereket Nuceba ya hevalbenda Îranê di nimayişeke serbazî de tên dîtin di wêneyeke ku li ser înternêtê hatiye belavkirin di 5ê Tebaxa 2019an de. [Dosya]

Endamên milîsa Hereket Nuceba ya hevalbenda Îranê di nimayişeke serbazî de tên dîtin di wêneyeke ku li ser înternêtê hatiye belavkirin di 5ê Tebaxa 2019an de. [Dosya]

Wan anî ziman ku aniha tevî xebatên Tehranê da ku milîsan nêzî hev bike, parçebûn berdewam in û heta kûr dibin.

Parçebûneke kûr di nav milîsan de

"Parçebûnên kûr" di nav milîsan de dîyar bû dema ku serkirdeyên milîsan di 20ê Sibatê de xelefê Muhendis bi nav kir, rojnamevanê û şirovekarê siyasî yê Îraqî Ziyad Sincarî ji Diyaruna re ragihand.

Sekreterê giştî yê berê yê Ketaib Hizbulah Ebdul Ezîz Muhemedawî weke cîgirê Heşdê Şaebî hat hilbijartin.

Wî dîyar kir ku parçebûnên yên derbarê binavkirina wî "alozîyên kûr û zêde di nav van milîsan de destnîşan dikin, ên di encama pêşbirka bo desthilatdarîyê û berjewendîyên kesane de", wî got.

Tevî ew ji Îranê re dilsoz dimînin û bi ya fermanên Pasdaran dikin, ev milis "hîn xizmeta berjewendîyên xwe yên taybet dikin û bi awayekî dijwar ji bû hebûna xwe û cihên desthilatdar li hember milîsên din şer dikin", wî got.

Di civîneke serkirdeyên milîsan li Qumê di meha Kanûna Duyem de, Îranê hewl da ku " [oldarê Îraqî] Muqteda Sedir di pêşî de deyne û ew têkilîyên xwe bi serkirdeyên milîsên din re [xweş bike]", şirovekarê stratîjî û serbazî Hatim Felahî got.

"Ne hemû serkirdeyên milîsan, di nav wan de hevrîkê Sedir Qeys Xezelî, serokê milîsa Esaib Ehl el-Heq, piştgirîya vê rêbazî dikin," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku çend salan têkilî di nav Sedir û Xezelî de tengijîn, herdu li ser hejmûnê pêşbirkê bi milîsên din re dikin.

Felahî got ku çi rêkeftin di nav milîsan de da ku bibin yek dê "şkêbar û kurt be", û anî ziman ku dibe ku di demeke gelekî nêz de parçebûn zêde bibin û nema karibin werin kontrolkirin.

"Dilsozîyên piralî"

Felahî got ku milîs xwedî "Dilsozîyên piralî" ne.

Wî got ku ew milsên bi eqîdeya Wîlayet el-Feqîh (Serwrîya hiqûqnas) pêbend in, a bang dike ku dilsozên serkirdeyê Bilind ê Îranê bin, "ew milîsên herî xurt in di warê çek, alav û hejmûnê de".

Wî not kir ku dora 40 ji van milîsan hene, yên herî sereke di nav wan de Ketaib Hizbulah, Rêxistina Bedir, Esaib Ehil el-Heq û Hereket Nuceba in.

Wî got ku ev milîs hewl didin ku "hebûna xwe weke keyanên hevhesû ji dewletê re qayim bikin û bi darê zorê kontrola xwe bisepînin".

Wî anî ziamn ku di heman demê de, ew "bi dizî diçine sazemenîyên dewletê yên fermî û hêza serbazî, aborî û hewlagirî ava dikin da ku karibin serdestîya xwe qayim bikin".

Tevî wê yekê pêleke gumanê di nav serkirdeyên milîsan de heye, ji çaxê bi dehan raport di Tebaxa sala 2018an de hatin eşkerekirin girêdayî lêpirsîna bi Xezelî re dema girtina wî ji alîyê Artîşa Amerîkî ve li Îraqê di sala 2007an de.

Raport mukurhatin û agahîyên hewalgirî yên ku Xezelî dane lêpirsînerên Amerîkî derbarê çalakî û têkilîyên wî, herwiha çalakî û têkilîyên Sedir bi ajansên hewalgirî yên Îranî re eşkere dikin.

Herwiha wan huragahî derbarê piştgirîya darayî û rahênana ku Pasdaran ji milîsên Îraqî re dabîn dike dan.

Milîs alîgirên xwe ji dest didin

Bawerî di nav milîsên cihêreng de kêm e herwiha hêvîşkestin di hundirê her girûpekê de zêde dibe, şirovekarê siyasî Ehmed Ebyez ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku milîs li başûrê Îraqê nema piştgirîyê werdigirin û desthilatdarî jî ji dest wan diçe ji ber ew pêşbirkê ji bo desthilatdarîyê dikin û xwenîşander di xwenîşandanên dawî de tirsan din.

Wî anî ziman ku serkirdeyên milîsan hecm û hejmûna Îranê dizanin û hewl didin ku "valahîya Sulêmanî û Muhendis hişt dagirin" û têkilîyên xwe bi Îranê re qayim bikin daku hejmûneke hêzdartir bi dest bixin.

Wî dîyar kir ku xebatên dorpêçkirina samanên aborî yên milîsan û "zorê li wan bikin ku ji deverên ji terorîstan hatine rizgarkirin derkevin" da nehêlin ku samanên Îraqî ji bo berjewendîyên xwe yên taybet talan bikin hene.

Ebyed herwiha got ku ew pêşbînî dike ku "dê fişara Amerîkî li ser milîs û serkirdeyên wan zêde bibe" bi rêya sizayên ku li ser gelek tekekesan hatine sepandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500