Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî bermahîyên DAIŞê di qonaxa 7an a pêngava ''Vîna Serketinê'' de dorpêç dikin

Xalid Taî

Hêzên Îraqî li deverên ku dikevin di nava parêzgehên Diyala, Selahedîn û Kerkûkê de digerin di çarçoveya qonaxa 7an a pêngava Vîna Serketinê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî li deverên ku dikevin di nava parêzgehên Diyala, Selahedîn û Kerkûkê de digerin di çarçoveya qonaxa 7an a pêngava Vîna Serketinê de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî li endamên mayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li herêmeke ku parêzgehên Diyala, Selahedîn û Kerkûkê digihîne hevûdu berteng dikin.

Di berbanga Şemîyê (7ê Kanûna Yekem) de, wan qonaxa heftemîn ji pêngava"Vîna Serketinê" dest pê kir, pêngava ku berî pênc meha hat destpêkirin.

Heta niha bi dehan gund hatine ewlehkirin, û veşartgehên DAIŞê û bombeyên bidestçêkirî hatine wêrankirin.

Qonaxa nû ya pêngavê devereke "ku kendûkozên wê sext in" dide ber xwe, devera ku li beşinan ji parêzgehên Diyala, Selahedîn û Kerkûkê dikeve, xebîrê di warê ewlehî de Fadil Ebû Rexîf wiha got.

Yekîneyine serbazî ku li alîyê rojavayî yê girên Hemrînê bicihbûyî ye li paşmahîyên DAIŞê û veşartgehên wê digere di çarçoveya qonaxa 7 a pêngava Vîna Serketinê de. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Yekîneyine serbazî ku li alîyê rojavayî yê girên Hemrînê bicihbûyî ye li paşmahîyên DAIŞê û veşartgehên wê digere di çarçoveya qonaxa 7 a pêngava Vîna Serketinê de. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Selahedînê hatiye wergirtin]

Wî ji Diyaruna re şirove kir ku operasyona li deverên hevbeş ên di navbera van parêzgehan de li dar e, ku ji gundê deşta Ezim û girên Hemrînê, Celam û Muteybicayê, û zevîyên neftê yên Ecîl û Alasê heta bi Hewîcayê berfieh dibe.

Wî da zanîn ku agahîyên ku ajansên hewalgirîyê bi dest xistine teqez dikin ku bermahîyên DAIŞê xwe li şikeft û tunêlên xwezahî yên li wir hene diveşêrin.

Ev bermahî sûdê ji deverên ku gelek fermandarîyên operasyonên serbazî li wir ekdar in werdigirin, ji ber ku ew mîna "erda heram" tên hejmartin ji ber kendûkozên wan ên sext, rêyên ax û rûberên berfireh ên neniştecihbûyî.

Bêhinçikandina li bermahîyên DAIŞê

Yekîneyine Fermandarîya Operasyonên Diyalayê bêhtir ji 14 stargeh wêran kirin, dest danîn li ser motorekî, û 17 gund û dever pişkinîn kirin û ewleh kirin, di nav de navçeya Ezîm, kampa Ayişa, û gundên Elbû Telha, Sebah Ezawî, Elbû Ewad, Elbû Bekir, Xudêr Kew û Um Hewalî.

Li sektorê Fermandarîya Operasyonên Selahedînê, ku beşê rojavayî ji Çemê Zabê Jêrîn, girên Hemrînê û zevîyên neftê yên Alasê dihundirîne, artêşê û polîs 11 stargehên DAIŞê yên mişt xwarin, pêwistîyên nûjdarî û telîsên tije nitratên yûrya bûn, wêran kirin.

Wî got ku wan sê tunêl wêran kirin -- yek ji wan bi dirêjahîya 150 metran bû -- û 23 bombeyên bidestçêkirî û topên hawen teqandin.

Li Kerkûkê, hêzên Îraqî 63 gund li navçeya Hewîcayê teftîş kirin, û 19 kesên tên xwestin girtin û çar şikeft wêran kirin û 119 bombeyên bidestçêkirî û topên hawinan teqandin, û herwiha du kemberên teqîner û motorek jî teqandin.

Operasyonên çirûpir "bêhin li dijmin çikandin û karînên wî felc kirin, û êdî ew nikare xwe bi rêxistin bike", Ebû Rexîf got.

"Fişara serbazî rêzên terorîstan ji hev dixe û bidawîbûna hebûna yên mayî zû dike," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500